• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

10. Festîvala Şanoyê ya Amedê Dest Pê Kir

10. Festîvala Şanoyê ya Amedê Dest Pê Kir
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

10. Festîvala Şanoyê ya Amedê bist pê kir. Festîval, bi dirûşma “Çiraya Me Geş Dibe” di navbera 25’ê Nîsanê û 4’ê Gulanê de bi beşdarîya evîndarên şanoyê dê bê lidarxistin. Festîvala Şanoyê ya Amedê, yek ji çalakîyên herî giring ên çandî û hunerî ye ku ji alîyê Şanoya Bajêr a Amedê ve tê organîzekirin, her sal bi coşeka mezin tê li dar xistin û şanoya kurdî lîstikên bi ziman û çandên cuda tîne cem hev, bi vî awayî hêza yekgirtinê ya hunerê nîşan dide. Cara yekem di sala 2013yan de, îsal jî dehemîn car e tê lidarxistin.

Festîvalê Dest Pê Kir

10. Festîvala Şanoyê ya Amedê bi beşdarbûn û eleqeyeka mezin li gel bernameyeka bicoş dest pê kir. Cihê Bernameyê Salona Kongreyê ya ÇandAmedê bû. Bernameyê bi axaftina destpêkê dest pê kir bi pêşkêşvanîya lîstikvan Omer Şahîn û Perînazê. Her weha Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî axivî. Dû re sînevîzyona Bavê Teyar hate temaşekirin. Her paşê, lîstika yekem a festîvalê hate lîstin bi navê Palma’yê ku ji Stenbolê hatibûn. Lîstik, lîstikeka dansê bû û ji alîyê temaşevanan ve bi çepikên xurt hate pîrozkirin.

Dîrok û Armanca Festîvalê

Festîvala Şanoyê ya Amedê di sala 2013’an de bi pêşengîya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kir. Di salên destpêkê de, festîval di bin banê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de dihat lidarxistin, lê piştî destnîşankirina qeyûman û qedexeyan, bi biryardarîya Şanoya Bajêr a Amedê weke çalakîyeka serbixwe berdewam kir. Festîvalê, bi temayên bi hêz ên wekî “Heqîqet Azad Dike” dest pê kir û destnîşan kir ku huner di lêgerîna rastîyê de amûreka giring e. Bi demê re, festîval bû platformeka herêmî û navneteweyî, ku şanoya kurdî ligel lîstikên bi tirkî, ermenkî û zimanên din, bi vî awayî cihêrengîya çandî hembêz kir.

Armanca bingehîn a festîvalê, bi rêya hunerê balê bikişîne ser pirsgirêkên civakî, mîrateya çandî biparêze û di navbera civakên cuda de pirên dîyalogê ava bike. Bi taybetî, di bin zext û qedexeyên li ser şanoya kurdî de, festîvalê mîsyona xwe ya parastin û geşkirina vê hunerê berdewam kir.

Naverok û Beşdarên Festîvalê

Festîvala Şanoyê ya Amedê her sal bi bernameyeka dewlemend evîndarên şanoyê keyfxweş dike. Di sala 10emîn de, festîvalê komên şanoyê yên ji bajarên weke Silêmanî, Seqiz, Sîne, Stenbol, Mêrdîn û Êlîhê vexwend. Lîstik li Navenda Çandê ya Çand Amed, Şanoya Bajêr a Amedê û mekanên dîrokî yên Amedê tên pêşkêşkirin. Lîstikên bi kurdî, tirkî û ermenkî ligel performansên şanoya fizîkî, improvizasyon û ceribandinî di nav xalên balkêş ên festîvalê de bûn. Îsal ji Mêrdînê lîstika koma Şaneşîn Performansê ya bi navê “Ji Kela Dimdimê” û ji Amedê lîstika koma Şanoya Bajêr a Amedê ya bi navê “Romeo û Jûliet Niha Çawa ye?” balê dikişînin.

Di salên berê de, festîvalê bi lîstikên weke “Tenê Ez”, “Hema Hema Jin Elizabeth” û “Gomidas” bandoreka mezin li ser temaşevanan kir. Di sala 2024’an de, lîstika “Gomidas” ku li Dêra Surp Giragos hat lîstin, wekî çalakîya dawîkirinê gelek deng veda. Her weha, di çarçoveya festîvalê de axaftin, atolye û panelên ku şanoyê bi kûrahî nîqaş dikin, têne lidarxistin. Mînak, di sala 2019an de atolyeya “Hêzên Palyaçoyên Azad” a bi rêveberîya Ezgî Keskin, ji beşdaran re ezmûneka afirîner pêşkêş kir.

Bandora Çandî û Civakî

Festîvala Şanoyê ya Amedê, ji çalakîyeke hunerî wêdetir, bûye semboleka berxwedana çandî ya li herêmê ye. Têkoşîna şanoya kurdî li dijî qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê, di ruhê festîvalê de xwe dide der. Çalakî, bi tekezî li ser tevn û dîroka çandî ya Amedê, têkilîya gelê herêmê bi hunerê re xurt dike û hevgirtina civakî geş dike. Festîval, her weha armanc dike ku nasnameya Amedê weke bajarekî çand û hunerê ji nû ve zindî bike. Wekî ku di sala 2024’an de Hevşaredara Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak gotî, “Me soz da ku Amedê bikin bajarê çand û hunerê.”

Festîval bi beşdarîya navneteweyî jî balê dikişîne. Komên şanoyê yên ji Îran, Îraq, Rojava û Ewropayê, çandên cuda tînin cem hev û platformeka hunerî ya gerdûnî diafirînin. Ev cihêrengî, felsefeya festîvalê ya “hilweşandina dîwarê çaremîn” û tevlîkirina temaşevanan di pêvajoya afirîner de xurt dike.

Festîvala Şanoyê ya Amedê, çalakîyeka bêhempa ye ku hêza azadker a hunerê, berxwedana çandî û hevgirtina civakî tîne cem hev. Dengê şanoya kurdî bilind dike, hunermendên ji ziman û çandên cuda dicivîne û platformeka dîyalogê ya gerdûnî diafirîne. Li mekanên dîrokî, kolan û sehneyên Amedê, ev festîval ne bi tenê çalakîyeka şanoyê ye, di heman demê de çîrokeka hêvî û berxwedanê ye. Bi “çiraya” xwe ya ku her sal geş dibe, Festîvala Şanoyê ya Amedê di rêwîtîya ronîkirina rastîyê de cihekî giring digire.

Bernameya Festîvalê weha ye

25.04.2025:

  • 19.00 – Axaftina Destpêka Festîvalê. Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê
  • 19.50 – Sînevîzyon: Bavê Teyar. Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê
  • 20.00 – Lîstik: Palma (Perfotmans). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê

26.04.2025

  • 11.00 – Kargeh: Sahne İçin Yazmak, (Süreyya Karacabey – Tirkî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê
  • 20.00 – Lîstik: Romeu û Juliet Niha Çawa ye? (DBŞT – Kurdî) Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê

27.04.2025

  • 11.00 – Atolye: Sahne İçin Yazmak, (Süreyya Karacabey – Tirkî) Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê
  • 20.00 – Lîstik: Şöhret Kapısı, (İstanbul İmpro – Tirkî). Cih: Salona Şanoya Bajêr a Amedê

28.04.2025

  • 10.00 – Kargeh: Doğaçlama Performans Atölyesi, (Koray Tarhan – Tirkî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê
  • 15.00 – Lîstik: Yüreğim Dağlarda (Hangartz – Ermenki), Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê
  • 20.00 – Lîstik: 39 Buçuk Basamak (Adam Tîyatro – Tirkî), Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê

29.04.2025

  • 15.00 û 20.00 – Lîstik: Üstat Shakespear, (Matine/Suare – Tirkî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê

30.04.2025

  • 20.00 – Lîstik: Hizmetçiler, (Moda Sahnesi – Tirkî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê

01.05.2025

  • 20.00 – Lîstik: Kela Dimdimê (Şaneşîn Performans – Kurdî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê

02.05.2025

  • 11.00 – Kargeh: Tîyatro Rejisörliği (Mîzgîn Bîlmen – Tirkî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê
  • 20.00 – Lîstik: Bekoyê Ewan (Yeni Sahne – Kurdî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê

03.05.2025

  • 15.00 – Lîstik: Rutbun (Şanoya Goran – Kurdî/Soranî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê
  • 20.00 – Lîstik: Chonour (Akademîya Huner – Kurdî/ Soranî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê

04.05.2025

  • 20.00 – Piromte le Zincîr da (Bertevg a Kargeha Şanoya Hûman – Kurdî/Soranî). Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmedê
Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.