• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

100 Caran Lîst û di Biletinialê de li Seranserê Tirkîyeyê Kete Rêzên Ewil: Erdal Kaya

100 Caran Lîst û di Biletinialê de li Seranserê Tirkîyeyê Kete Rêzên Ewil: Erdal Kaya
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

“Ev normaltirîn tişt e li ser rûyê dinyayê, em bi zimanê xwe hunerê bikin.”

Standupvanê navdar ê kurd Erdal kaya 100 caran standupa xwe ya bi navê “Vik û Vala” lîst û di heman demê de di malpera înternetî ya kirîna bilêtan ya bi navê “Biletinial”ê de li seranserê Tirkîyeyê di firotina bilêtan de kete rêzên ewil. Kaya, Herî dawî li Amedê lîst û dawî li serdemê anî.

Erdal Kaya yek ji yarîker/komedyenên kurd e ku li Bakur hunera xwe pêşkêş dike. Kaya, ku ji Batmanê ye, bi mîzah û performansa xwe ya sahneyê balê dikêşe ser xwe. Karîyera komedîya xwe li sahneyên herêmî dest pê kir û di demekê kurt de li tevahîya kurdan û Tirkîyeyê deng veda.

Erdal li gel karê şanoyê, sînemayê herî dawî berê xwe da standupê û lîstika “Vik û Vala” amade kir. Ev lîstik li Bakur 100 caran lîst ku rastî eleqeyeka gelek mezin hat û herî dawî li Amedê li Navenda Çand û Kongereyê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê lîst û dawî li serdemê anî. Her weha cara yekem derketibû derveyî welêt, li Kibrisê lîstibû.

Naveroka “Vik û Vala”yê Çi ye?

Mizaha Erdal Kaya li ser bûyerên civakî, jiyana rojane û kultura kurdî tê avakirin. Henekên xwe bi estetîk û hûrgilî û hostayî vedihûne. Di performansa sahneyê de Kaya gelek caran ji jiyana xwe û derdora xwe çîrokan vedibêje û bistehîyeka xweş di navbera xwe û temaşevanan de ava dike. Bi vî rengî ji xeynî henekan di heman demê de rexneya civakî jî dike wekî hunermendekê û bi vî rengî tê pîrozkirin.

Her weha Erdal Kaya li ser medyaya civakî jî bi çêkirina vîdeoyan, di platformên dijîtalî jî de baldar e. Bi belavkirinên xwe hem ji mîzaha rojane hem jî ji performansa xwe ya sehneyê hinek perçeyan pêşkêş dike. Bi vî rengî kesên ku derfeta performansên sahneyan bi dest nexistîn jî dikarin li ser can platforman hinekê xwe bigehîninê.

Serkeftina Kaya, mizaha kurdî di sahneya standupê Tirkiyeyê de bêhite pêşçav dike. Yek ji taybetmendîyên wî yên sereke ew e ku bi hêza mîzaha xwe ji çandên cuda kesan tîne ba hev. Erdal Kaya, bi terz û xweserîya xwe di cîhana standupê de ji xwe re cihekê saxlem ava kirîye.

Hestên Erdal Kaya li Ser Standupa “Vik û Vala”

Erdal Kaya keyfxweşîya li ser lîstika xwe tîne zimên û dibêje: “Eleqeyeka gelek mezin heye, taybet ew bajarên em diçin. Standupeka bi kurdî hebe û gîşegirtî bilîze, hebûna eleqeyeka weha zêde min zêdetir kelacan dike. Weha ew sehneyên cara ewil ez derdikevim jî ji min re dibin kelecanîyeka mezin. Ev jî tiştekê xweş e, min li ser pêyan digire. Ez gelek keyfxweş im.”

Ev Fikra Çêkirina Stanupa Kurdî Çawa Derket?

Kaya lê zêde kir: “Berî çend salan, li Amedê hevalên min bangî min kirin ji bo bernameya sersalê. Dema ez ji Batmanê diçûme Amedê di rêyê de hevalên min li min gerîya got tu jî derbikeve sehneyê. Min gotê ez ê çi bikim. Got hema derbikeve deh deqeyan biaxive, temaşevan hej te dike, hema tiştekê bike. Gema wê gavê di rêyê de, ez hinek tiştan fikirîm. Rabû ez çûm deh pazdeh deqîqeyan min behsa hinek tiştan kir, min lîst. Gelek keyfa temaşevanan hat, lîstikeka weha bi tenê jî di hizirên min de nebû. Jina min Rengînê got, tu çima dest bi standupa nakî, tu gelek li sehneyê hatî filan û di serê birayê min Rênasî de jî tişteka weha hebû. Ya rastî wan hinekê ev rê dane ber min. Rabû me jî hinekê serê xwe pê ve êşand.”

Astengîyên Çêkirina Standupa Kurdî Hene?

Li hember astengîya li hember zimanê kurdî Erdal Kaya got: “Di peydakirina sehneyan de em gelek caran dikevin tengasîyê. Dema em dixwazin biçin tûrneyan, ji ber ku lîstik bi kurdî ye gelek caran salonên kargehan, şaredarîyan, an jî xwedîyên wan, disekinin, difikirin gelo hûn tiştekê polîtîk dikin, eman bila serê me neêşe. Hal bo çi, ez bi zimanê xwe bi tenê şanoyê dikim. Nêzîkatîya wan di cih de diguhere, ne hemû be jî gelek wesa ne. Ev normaltirîn tişt e li ser rûyê dinyayê, em bi zimanê xwe hunerê dikin. Ev taybet hewce nake serîhildanek an jî bertekek be li hember tiştekê.”

Bi Tenê Kurd Tên Lîstikê?

Her weha Kaya anî zimên ku: “Erê em bi kurdî dikin, hinekên bi kurdî nezanin jî dişopînin, dibêjin belkî em jî hinekê fam bikin. Hinek jêrnivîsê dixwazin, lê bi min aynî tahmê nade. Çunkî karekê bi kurdî hatîye hizirkirin û çêkirin, motemot aynî tahmê nade.”

Çavkanîya Vîdeo an jî Çirokên Te Çi ne?

Herî dawî Kaya li ser hunera xwe weha got: “Ez zêde çavdêrîya kesên bîyanî nakim. Dêya min, bavê min. Ya rastî dema ez çavdêrîya dêûbavê xwe dikin di heman demê de ev dibe dêûbavê hemû kurdan. Çunkî jîyaneka hevpar, çandeka hevpar heye, mamên min, cîranên me, derdora min, insanên taxa me. Dema em van dilîzin temaşevan bivê nevê xwe dibînê dibêje aa ev behsa malbata min dike, dêya min bavê min jî wisa ye, di taxa me de jî kesekê weha heye. Dema tu ji jîyana wan tiştekê behs dikî gelek bandorker dibe.”

Çavkanî: https://youtu.be/kZbzZzqw8AE?si=WP3EKT29VlkK-Np- 

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.