Pirtûka nû ya Selîm Temoyî, 112 Hesp û Xezelek ji Weşanên Darayê de derçû. Pirtûka wî ji 113 helbestan pêk tê ku bi giştî 1.094 riste ne. 112 ji van helbestan jî ji devê hespan e û li ser navê hespan diaxivin. Xezel ew gotinên evînî ne yên ku dikevine rêzekê û geh dibine çarîna hesretekê geh dibine banga keserekê.
Pirtûk li Ser Çi ye?
Nivîskarê qedirbilind Selîm Temo 112 xezel yek bi yek kirine siwar li ser bextê her hespekê. Ew hesp bûn ku her hespek bi heybeta xwe meydan dida bezmekê. Selîm Temo di vê pirtûka xwe de ji me re behsa 112 hespan kiriye ku her siwarek wan egîd û mîrê kurdan bû. Ji bo xatirê her hespekê bi hubira pênûsa xwe rih daye her xezelekê. Her xezelek ji bo xatirê her hespekê hatiye nivîsîn ku her yek navdar e di dîrokê de.
Di vê pirtukê de pesn ne ji bo siwarên wan yê mêrxas, bes ji bo hespên wan yê dilpaqij tê dayîn. Dema mirov her xezelekê bi lêv dike, ruh dibe ax û di bin simê wan hespan de bi kaf û dixan dikeve. Mirov diçe ew dem û wextê borî û dibe temaşevanê hemî bûyer û nalîna ji dûrî.
Carinan di nava xezelekê de dimre mirov
Carinan jî jîn dibe, di nava axê de dibe tov
Carinan li ser dil dibe xençerek hov
Carinan jî dibe gepek nan, li navenda rojên sov
Dema min ev pirtuk dixwend
Carinan dibûm Deybelqiran
Li çiyayê Sîpanê dengê tîr û kevan
Carinan jî dibûm hespê Tîgran
Îskeîska min dibû xewna gol û geliyan
Bandora vê Berhemê li Ser Min
Di xwendina xezelekê de ku ew jî di nava pirtukê de ye, çûm ber bi bîranîneke zarokatiya xwe. Demsal bihar e, ez û birayê min li ser pişta hespê bavê xwe ne. Min destên xwe yên piçûk bi hişkîna li nava birayê xwe gerandiye û li Zinara Mêrdînê em ber bi bayê gur ve dibezin. Him ditirsim him dikenim, her ku ez dikenim birayê min bi kenê min bextewar dibe, berê xwe dide min û bi rehm û dilovaniyek mezin li nava çavê min dinêre û ew jî dibişire.
Lê dawiya wê nayê bîra min. Çi qas zorê bidim hişê xwe jî ew roj, ew kêlî çawa bi dawî bû nayê bîra min. Belkî ji ber ku emrê min zêde piçûk bû nedihat bîra min, hîna temenê min 5 sal bû. Carinan dixeyidim ji xwe re ku çawa berdewama bîranînek ew qas xweş nayê bîra min lê mixabin dawiya wê bîranênê tune. Çawa ku niha ew hesp û birayê min di jiyana min de bi şexsê xwe tunebe, berdewema ew kêliya xweş jî di hişê min de tune. Lê min ew kêlî jiya û hês kir, her çi qas niha neyê bîra min jî ew di bingeha hişê min de li cîhekî disekine dizanim.
Ez miroveka piçekî xeyalperest im çimkî li taxa xeyalan bi hemî hebûna xwe ez ez im. Lewma jî dema min pirtuka “112 Hesp û Xezelek” qedend, min ruhê xwe û ruhê hespek ku di vê pirtukê de xwedî xezelek e, zêde şiband hev û min ew kir hespê xwe yê xeyalî, da ku li ser pişta wî ber bi hêvî û xweşiyê bibezim. Dema hûn jî vê pirtukê bixwînin belkî hûnê jî perçeyekî ji xwe, ji ruh an jî ji fikrê xwe di ruhê hespekî qedîm de bibînin.
Ez bi vê eşqa xwe ya li ser hespan û bi xweşiya xezelan bidomînim ditirsim ku ev ji nivîsê derbikeve û bi serê xwe ber bi pirtûkekî ve biçe.