Ker dizîrin, bulbul dixwînin, kuçik direwin, dîk bang didin, mar difiskînin, gurg dilûrin; Gelo ji bo çi em Kurd bi kurdî naaxivin? Haşey hizûra cimaetê ma em nayên rêza kerekê jî!
Cejna Zimanê Kurdî 15ê Gulanê ye. Di sala 1932an de ji layenê Celadet Elî Bedirxan ve Kovara Hewarê bi hejmara xwe ya yekem hate weşandin li Dimeşqê (Şam) li Taxa Kurdan li Çapxaneya Tereqî’yê. Alfabeya vê kovarê bi herfên latînî bû ku eve jî pêngeveka giring bû ji bo derbazbûna nêrîna hevçax û nûjen a cîhanê. Ji sala 2006an pê de kurd her sal vê rojê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.
Celadet Elî Bedirxan û Malbata Wî
Di serdema Osmanîyan de kurd xwudanê mîrektîyan bûn. Di vê serdemê de mîrektîyên kurdan ên wekî Botan, Baban, Miks, Erdelan, Hekarî, Bidlîsê û hwd hebûn. Lê belê ber bi dawîbûna Osmanîyan ve Osmanîyan xwestin yek bi yek van mîrektîyan rake, bi vê rêkê kete nav şeran li gel mîrektîyên kurdan. Ji van ya herî dawî mayî li ser pîyan Mîrektîya Botanê bû. Mîrektîya Botanê di destê malbata Bedirxanîyan de bû. Bedirxanî her tim di nav liv û tevgeran de bûn ji bo miletê xwe. Ji vê malbatê gelek kesên xîretmend derketine, dam û dezgehên kurdî ava kirine û hwd. Ev mîrektî di sala 1847ê de li beranber Osmanîyan têk çû û malbat hemû ji Cizîrê hate mişextkirin bo welat û bajarên dîtir. Lê wan dev ji ya xwe bernedan û bi mêranî dawa û doza xwe ji hev cuda perçe perçe li warên cuda domandin. Yek ji wan jî bêguman Celadet Bedirxan (1893-1952) e.
Celadet li gel Roger Lesscot hewildanên mezin dane ji bo pêşvebirin û geşedana kurdîyê. Celadet li gorey dengên kurdî û Ewrûpayî alfabeyeka latînî ji bo kurdan amade kir. Ev alfabe ji 31 tîp û dîftongekê (xw) pêk tê. Li dû vê yekê 15ê Gulana 1932ê Kovara Hawarê bi kurdîya latînî û erebî li Şamê derxist bi hejmara yekem. Her çi qas berî hingê çend hewildanên latînî hebin cara yekem bû kurdî bi latînî dihat nivîsîn anku ev mîladek bû ji bo kurdan. Kurd her sal 15ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.
Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê.
(Mîr Celader Alî Bedirxan, Kovara Hawarê , Hejmar: 40/1942)
Kovara Hewarê û Nivîskarên Wê
Her wekî hatî amajedan li jorê cara yekem Kovara Hewarê li Dimeşqê li Taxa Kurdan li Çapxaneya Tereqî’yê hate weşandin. Hejmarên rûpelan kêm zêde derdorê 20 rûpelan bûn. Heta hejmara 23yan hem bi alfabeya kurdî-latînî hem jî alfabeya kurdî-erebî hatîye weşandin, bes piştî hingê bi temamî derbazî kurdî-latînî’yê bûye. Ji bilî kurdî pişkeka piçûk dihat veqetandin ji bo frensî ku her wekî tê zanîn hukumranîya Frensayê serdest bû li Sûrîyeyê wê serdemê.
Ew nivîsevanîya bi Celadet û birayê wî Kamiran dest pê kirî di kovara berbas de roj bo rojê mezin bû û şîya civateka kurdî li dor xwe ava bike. Qedrî Can, Osman Sebrî, Hemîd Ferec, Dr. Ahmed Nafiz Beg Zaza, Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûredîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî, Qedrî Cemîl Paşa, Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Mela Enwerê Mayî, Pêrût, Lawikê Kurd, Pr. G. Michaelian û R. Lescot û hwd di Hewarê de nivîsîne.
Hewarê bi temamî 11 salan jîyaye. Hejmara yekem 15ê Gulana 1932an; hejmara dûmahîkê anku hejmara 57ê 15ê Tebaxa 1943an weşîyaye. Bes di van 11 salan de zor caran ji ber rewşên aborî û sîyasî sekinîye û nehatîye weşandin.
Roja Zimanê Dayikê ê Cîhanê
Di sala 1999ê de UNESCO’yê roja 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê îlan kir û di vê perspektî de çalakiyên curawcur hatin lidarxisxin û Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ev biryar qebûl kir. Zimanê zikmakî ji bo gelan zor giring e, ji ber vê yekê her gel û netewe giringiyê dide wî û ji bo parastin, hilbijartin û pêşxistina zimanê kurdî polîtîka û rêxistinên ziman destnîşan dike.
Malbata Zimanê Kurdî
Zimanê kurdî ji pênc zaravayan; û ev zarava jî her yek di nav xwe de ji çend devokan pêk tên:
Dîyalekta Goranî; pêk tê ji Hewaramî, Kenduleyî û Bacelanî.
Dîyalekta Dimilkî/Kirdkî/Zazakî; pêk tê ji Dimilkîya Jorîn (Dêrsîm), Dimilkîya Navîn (Amed) û Dimilkîya Jêrîn (Ruha).
Dîyalekta Kurmancî; pêk tê ji Bahdînî, Botanî, Serhedî, Xerzanî, Berferatî, Silîvanî û Rojavayî.
Dîyalekta Kurmacîya Xwarê; pêk tê ji Kelhûrî, Feylî û Kirmaşanî.
Dîyalekta Kurmancîya Navendî; pêk tê ji Soranî, Mukrî, Silêmanî, Germîyanî û Erdelanî.
Zor caran di kategorîzekirina wan de cudahî çêdibin ji ber ku hemî jî kurdî ne û ferq û cudahîyên hevpişk hene.
Rewşa Zimanê Kurdî
Li gorey belgeyên NY’yê li cîhanê ji 7 hezaran zêdetir zimanên zindî hene û %40 ji van zimanan di bin xetereya mirinê de ne. Li dû vê yekê her çend kurdî zimanekê dewlemend û bihêz be jî taybet li bakur di bin xetereyeka mezin de ye. Li bakur her çend eleqedarên ziman roj bo rojê zêdetir bibin jî li kolanan axaftina kurdî kêm dibe.
Van salên dawîyê her çend dam û dezgeh vebûbin û bi taybet vekirina beşên kurdî li zanîngehan pêşveçûn di warê akademîyê de kiribin jî bi rengekê nepenî jenosîdê xwe tûjtir kirîye.
Li Başur 11ê Adara 1970yê bi destûra demkî ya Êraqê zimanê kurdî hate qebûlkirin. Kurdî li sala 2005ê li gel erebî bû zimanê fermî. Li Rojhelatê jî her çend ziman ne fermî be jî xebatên çandî û akademîk hene û metirsîya jenosîdê nîne. Li rojava li gel destkeftîyan jeopolîtîk zimanê kurdî di rewşeka baş de ye.
Zimanê kurdî nêzîkî 40-45 dengên xweser hene û bi sê albayên cuda li kar e. Ji van li Qefqasyêyê û Rûsyayê bi kîrîlî; li başur û rojava bi latînî, li başur bi erebî, li rojhelatê hem bi erebî hem jî bi latînî li kar e. Ji van ya herî karîger û berbelav bêguman kurdî ye.
Ziman û Netewe
Ziman kilîla miletbûnê ye. Ziman ruhê miletî ye. Heger mirov bikeve nav ruhê zimên mirov dê bibîne ziman nasname ye, çand e, mirovayetî ye, hebûn e. Ziman bab û bapîrên me ye. Heta mirov bab û bapîrên xwe nas neke nezane mirov nikare zarokekê di vê rêkê de mezin bike. Ziman xwenasîn e, dema mirov xwe nas bike, mirov dizane ku ruhê mirovî hewcehîyek bi azadîya xwe heye. Heta ew azadî neyê bidestxistin ew dilkulî dê her tim bidome. Insan ji axê hatîye çêkirin lewma pabendîyek di nav insanî û axê de heye, her insan xwe ayidê axekê dibîne. Li ser vê axê insan dixwaze azad bibe.
Bes divêt neyê ji bîrkirin kurdî ne rojek e; kurdî her roj e.
Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Bit!