Li gorî lêkolîneke nû ya ku ronahiyê dide pêşketina ziman a li ser cureyan, dibe ku fîl yekem heywanên nemirov bin ku navan li hev dikin.
Xebat li ekosîstema savanê ya Afrîkayê li ser Fîlên Afrîkî hatîye caribandin. Ev xebat ku hêj ji bo nirxandinê neketîye ber deste hakiman û ji bo berî çapê ji bo sîteya bioRxiv hatîye şandin. Lêkolîneran keşif kirin ku fîl bi bangên xwe yên yekta gazî hev dikin.
Lêkolîn Çima Hatîye Kirin?
Wexta zanyaran xebata xwe dikirin, taybet bala xwe danê ka gelo gazîkirin fîlan ji bo hev dişibe gazîkirina tûtîyan an jî ya berazê avê. Di encama lêkolînê de hat dîtin ku mesele ne wesa ye, dema gazî yek dikin zar hev ve nakin (teqlîtê nakin).
Zanyar di gotarê de wiha dibêjin: “Li gorî zanyariyên me, ev xebat temsîla wê yekê ye ku dema heywan gazî hev dikin wergir zar dengan ve nake û heman cure heywan dengan didin hev.” Her weha “Ev dikare encamên giring ji bo têgihîştina pêşveçûna ziman çêbike.”
Reqemên Lêkolînê Çi ne?
Zanyaran bangên kêm-frekans ên 527 fîlan li ekosîstema mezin a Samburu li bakurê Kenyayê û 98 bang li Parka Neteweyî ya Amboseli li başûrê Kenyayê tomar kirin.
Lêkolîn Çawa Hatîye Kirin?
Lekolînvanên ku dengên kesane-taybetî nas dikin, keşif kirin ku kesên ku bangan dikin û yên ku bang li wan tê kirin yekta ne. Bi analîzkirina van dengên takekesî, zanyar taybetmendiyên akustîk ên taybetî yên van bangan pîvandin û ceribandin ku gelo nasnameya kesê ku bang jê re tê kirin dikare ji banga ku hatî kirin were pêşbînîkirin.
Lekolînvanan 114 kesên yekta ku bi giştî bang dikin û 119 kesên bêhempa yên ku bang li wan hatine kirin keşf kirin. Dema ku bangên bi taybetî ji 17 fîlan re hatine tomar kirin, hewil hat dayîn ku were dîtin ka ev fîl çawa bertekê nîşan didin.
Encamên Lêkolînê Çi ne?
Tîma lêkolînê rewşek balkêş dîtin û kifş kirin ku kesên cuda bi ji bo heman kesî heman dengî dikin. Zanyar dibêjin “Kesên ku bang li wan hatine kirin, dikarin ji avahiya bangê werin destnîşankirin, ku statîstîkeke weha bi tesadufî nayê ravekirin.”
Lêkolîner dibêjin, “Wesa xuya bû ku ev hebûna tagên dengan ên ku dişibin navan piştrast dike: “Kesên di ceribandinê de zûtir nêzikî axaftvan bûn û li hember dengên ceribandinê li gorî dengên kontrolê yên hatine lîstin zûtir deng vedidan.”
Ev tevgera ku ji bo cara yekem di fîlan de tê dîtin, dibe ku avantajê bide endamên celebên ku di nav têkiliyên pir nêzîk de ne û meyla dikin ku bi navgîniya dengî li dûr û dirêj bi hev re têkilî û hevrêziyê bikin.
Li gorey lêkolîneran, reftarên binavkirina fîlan alîkariya fîlan dike ku bala kesek taybetî bikişîne û şiyana wan baştir bike ku dema hev nabînin ji bo hevrêzî û jêderkên xwarinê xeberê bidin hev.
Zanyar di lêkolînên paşerojê de hêvî dikin ku çêtir fam bikin ka çi cureyên zextên hawirdorê dibin sedem ku fîl ji bikaranîna navan re adapte bibin.