• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Pîyangoya Sersalê Çi ye, Sîstema Wê Çawa ye?

Pîyangoya Sersalê Çi ye, Sîstema Wê Çawa ye?
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Li gelek welatan piyangoyên sersalê bûne kevneşopî û ji aliyê civateke mezin ve bi eleqeyek mezin tê lîstin. Ev pîyango xwedî dîrokek dirêjin û  bandorên curbicur li ser civakan çêkirine.

Armanca Çêkirina Pîyangoyê Çi ye?

Di dîrokê de, piyangoyên sersalê di demên cuda de li welatên cihêreng derketine. Li gelek welatan, piyangoyên sersalê bi taybetî ji bo zêdekirina dahata hikûmetê an jî fînansekirina projeyên taybetî têne kirin. Bilêtên pîyangoyê ji hejmarek mezin a mirovan re têne firotin û dahatên ku têne berhevkirin ji bo piştgirîkirina kar û barên taybetî yên civakî an gelemperî, digel xelatên mezin, têne bikaranîn. Ji ber vê yekê dema ku dewlet dahatê çêdike, civak jî beşdarî fînansekirina projeyên curbicur dibe.

Dîroka Pîyangoyê

Lotoya bi navê “Il Gioco del Lotto d’Italia” ku di sedsala 16’an de li Îtalyayê dest pê kiriye, ji bo gelek welatên Ewropayê bûye çavkaniyek. Sîstema van pîyangoyan bi giştî di bin kontrola dewletê de ye.

Bandorên Pîyangoyê

Bandorên pîyangoya sersalê yên li ser civakê pir alî ne. Ya yekem, ev bûyer bi gelemperî di nav mirovan de kelecan û bendewariyê diafirîne. Derfeta bidestxistina xelatên mezin hêviyên mirovan zêde dike û gelekan teşwîq dike ku van pîyangoyan bistînin.

Wekî din, pîyangoyên sersalê hawîrdorek danûstendina civakî peyda dike. Mirov bi kirîna bilêtan bi malbat an hevalên xwe re vê bûyerê dikin ezmûnek hevpar. Dema ku encamên pêşbirkê werin eşkerekirin, hesta kêfxweşiyê û parvekirina di nav kesên serketî de dikare hesta yekîtiyê di civakê de çêbike.

Hindek Alîyên Xirab

Lê belê divê neyê ji bîrkirin ku pîyangoyên sersalê jî, rastî hin rexneyan tên. Lîstikên bi vî rengî dikarin hin kesan ber bi qumarê ve bibin û ji bo kesên ku tengasiyên darayî dijîn bibin formek bazirganiya hêviyê. Di heman demê de, dibe ku hin kes wek neheqî bihesibînin ku ev lîstik bi tevahî girêdayî şansî ye.

Ji Alîyê Qanûnî ve

Lîstikên sersalê wek lîstikeke qanûnî ya qumarê ye ku bi tenê ji aliyê dewletê ve tê organîzekirin. Bi van lîstokan gelek welatî şeva sersalê derbas dikin. Ev pêşbaziyên ku serketiyan bi xelatên mezin xelat dikin, her sal ji hêla gelek beşdaran ve bi eleqe têne şopandin.

Agehdarî!!!

Lê belê, giring e meriv baldar be ku lîstikên bi vî rengî dibê ku meriv bikê qumarbaz û li pey hêviyên pereyên mezin, berovajî bibe sedema hilweşîna aborî ya mirov.

Serhat Demîrtaş

Serhat Demîrtaş

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.