Night guard ҫi ye? Gelek kes di xewê de an jî hişyar, bêyî hemdê xwe, diranên xwe li ser hev dişidînin. Di vê rewşê de bêyî ku erzinga (çene) xwe bi paş û paş bibin, masûlkeyên xwe diguvêşin.
Sedemên Şidandina Diranan:
Sedema sereke ya şidandina diranan hîn nehatiye zanîn, lê çend faktor dikarin bibin sedema şidandina diranan, di nav de:
- Şiklê ne rast ê diranan
- Nexweşiyên xewê (wek bêhnҫikbûn di xewê de)
- Stres, fikar, tansiyon
- Kişandina çixareyê û vexwarina alkol an jî kafeînê
- Hin derman wek dermanê dijxemokiyê
- Hebûna hin nexweşiyên ku bi şev dibin sedema şidandina diranan, wek: Nexweşiya Parkinson, nexweşiya refluksa mîdeyê û hwd.
- Faktorên genetîkî
Nîşaneyên Şidandina Diranan Çi ne?
- Êş û janên dijwar û dirêj di Erzing û rûyî de, nemaze serê sibê
- Serêş û guhêş
- Gêjbûn an dengdan li guhî
- Xerabûn, sistbûn an şkestina diranên saxlem an dagirtî
- Werimandin û xwînjêhatin pidîyî
- Hestiyarbûna diranan bi germ û sermayê
- Birînên di hundirê devî de ji ber gezkirina hundirê gumê çêdibin.
- Nexweşiya xewê
- Şevan, dengê şidandina diranan ku mirovên li derûdora wê ferq dikin.
Dermankirina Şidandina Diranan:
Venasîna şidandina diranan ji aliyê doktorên diranan ve tê kirin. Bijîjkê diranan, dê dîroka bijîjkî û diranan ji nexweşî re bigire, muayeneyek nav dev û derveyî devî (masûlkeyên ser û rû, movika temporomandibular) bike û li wêneyên radyografê binêre û rewşa diran û kok û pidiyê binirxîne û li gorî venasînê û sedema vê, çareseriyên dermankirinê bide.
- Rastkirina Rewşa Diranan
Ger hat destnîşankirin ku sedema vê pirsgirêkê bi diranan ve girêdayî ye, divê sererastkirina têkiliya diranan bi baldarî û piştî venasînê were kirin. Ji hêla têkiliyên diranan ortodontîst tê pêşniyarkirin. Ger sedema şidandina diranan bi tenê bi diranî ve girêdayî bin, divê dermanên pêwîst wek dagirtin û … bêne kirin.
- Kontrolkirina Stresê û Xemokiyê
Ger kesek ji ber nîgeranî, stres, tengezariyên derûnî yan jî nexweşiyên din diranên xwe bişidîne, doktorê diranan wî dişîne cem derûnnas an jî şêwirmendekî, da hem sedem bê zanîn hem jî dermanên pêwîst bên dayîn.
- Bikaranîna Dermanî
Bi gelemperî, di dema lêkolînan de, ji bo şidandina diranan dermankirinên bi bandor tunin û ji bo destnîşankirina bandora wan lêkolînên zêdetir hewce ye. Di nav dermanên ku ji bo dermankirinê têne destnîşankirin ev in:
- Sistkirina masûlkeyan: Di hin rewşan de, bijîjk pêşniyaz dike ku berî razanê dermanê sistkirina masûlkeyan bixwin (ev çareserî bi tenê ji bo demekê kurt e).
- Botoks: Botoks dikare li ser wan mirovan bandorker be yên ku şidandina diranên wan pir xurt û nekontrolkirî ne.
- Dermanên dijî-xemokiyê: Antî-depresant dibe ku di demek kurt de bêne pêşniyazkirin, da stres an hestên din ên ku dibin sedema wê, kontrol bikin.
*têbînî: ev derman divê ji hêla bijişkên diranan û pisporê têkildar ve bêne dayîn.
- Bikaranîna Lazeran
Ger diranên we hesityar bin (bi sar û germî) di encama şidandina diranên we de, bikaranîna terapiya lazerê û tîrêjên lazerê yên kêm hêz, dikare hestiyarî û êşa diranan kêm bike.
- Bikaranîna Night Guardê
Night guard amûrek e ku di hundurê devi de li ser diranan tê danîn da ku pêşî li şidandina diranan bigire di xewê de; Night Guard di navbera diranên jorîn û jêrîn de wek amûrek parastinê tev digere û zexta li ser diranan kêm dike. Doktorên diranan bi gelemperî Night Guardê ji nexweşên xwe re pêşniyaz dikin ku pêşî li şidandina diranan bigirin di xewê de.
Bikaranîna Night Guardê Çawa ye?
Bi gelemperî, bikaranîna sereke ya vê amûrê ew e ku pêşî li zirarên jêrîn di dema şidandina diranan û çalakiyên werzîşê yên xeternak bigire:
- Pêşîlêgirtina şikestina diranan
- Zirara madeyên diranan wekî veneer, pir
- Zirara koka diranan
- Zirara lêv û gup
- Zirara ziman
- Şkestina erzingê
Cureyên Night Guardê Çi ne?
Night Guarda Pêşçêkirî: Ev celeb Night Guard bi gelemperî ji celebên din erzantir e û ji ber ku ew jixwe amade ne, ew dikarin ji dikanên werzîşê û dermanxaneyan werin kirîn. Ji ber mezinbûna wê, dê bêhnstandinê ji mirovî re zehmet bike û di dema axaftinê de pirsgirêk wê derbikeve. Di heman demê de, ji ber parastina wê ya kêm, doktorên diranan bi gelemperî bikaranîna wê pêşniyaz nakin.
Night Guarda Taybet: Ev cureyê Night Guard jî li gorî destûra doktorê diranan û pêşniyazên wî yên pêwîst di laboratuwaran de li gorî şekil û mezinahiya diranan têne çêkirin. Bi rastî, bijîjk qalibê diranên we dişîne laboratuwarê, li wir ew bi rêzek materyalên taybetî, Night Guard li gorî diranên we têne ҫêkirin. Ev ji modelên din hinekî bihatir e; Ji ber ku ji ber rehetiya mirov di dema bikaranîna wê de çêkirina wê pirtir dem digire.
Feydeyên Bikaranîna Night Guardê Çi ne?
- Rawestandina êşa ku ji ber zexta li ser erzingê di dema şidandina diranan de çêdibe.
- Parastina pidî û mîneyê diranan û parastin li hember hestiyariya diranan (germî û sarî).
- Kêmkirina rîska lihevxistina diranan.
- Xewa çêtir a bi şev.
Tedawiya Şidandina Diranan li Malê Çawa ye?
Hin rêbaz hene ku dikarin di xewê de şidandina diranan kêm bikin, wek:
- Şevan kafeînê venexwin.
- Benîştî necûn.
- Berî razanê, destmalek germ deynin ser movika erzingê.
- Bi şopandina teknîkên nefesa kûr, yoga an xwendina berî razanê stresa xwe kêm bikin.
- Ji bo bêtir piştgirîya ser û stûyî, pozîsyona balgiyê xwe baş bikin.
- Masaja ser û stûyî ji bo kêmkirina tansiyona masûlkeyan.