Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, her sal di 21ê Sibatê de tê pîrozkirin, çalakîyeka gerdûnî ye ku giringîya ziman û giringîya karanîna zimanê zikmakî destnîşan dike. Ev roj, di sala 1999an de ji hêla UNESCOyê ve hatîye dîyarkirin, ji bo ku balê bikişîne ser parastina zimanên ku di bin xetereya nemanê de ne li çaralîyê cîhanê. Ziman, yek ji hêmanên herî giring ên nasnameya çandî ye şêwaza hizira kesayetî, nêrîna dinyayê û awayê derbirînê dîyar dike.
Lêbelê, gelek ziman ji ber nûjenkirin, gerdûnîbûn û zextên sîyasî mane di bin tehlokeya nemanê de. Roja zimanê cîhanî armanc dike ku di navbera hikûmet, perwerdekar û civakan de hişmendîyê bilind bike da ku ziman bêne parastin û veguhestin bo nifşên nû.
Peydabûna Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê
Binekoka Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê digehe bûyerek trajîk a sala 1952yan li Bangladeşê. Wê demê, Bangladeş bi navê hingê Pakistana Rojhilatê, beşek ji Pakistanê bû û urdûyî zimanê fermî yê dewletê bû. Lêbelê, piranîya nifûsê bi Bengalî diaxivîn û dixwestin zimanê wan bibe zimanê fermî.
Li hember vê daxwaza rast midaxeleyên dijwar hatine kirin li hember xwendevanan. Di 21ê Sibata 1952yan de xwepêşandaneka aştîyane hate birêvebirin li Dakkayê, bes hêzên ewlehîyê yên Pakistanî fîşek li wan reşandin wan û çend xwendekar kuştin. Ev bûyer, li Bangladeşê bû sebeba bertekan û di dawîyê de bû yek ji faktorên serxwebûnê di sala 1971an de.
Bi hewildanên Bangladeşê, UNESCOyê 21ê Sibatê kir roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê di sala 1999ê de. Ev roj, ji sala 2000an hir ve li seranserê cîhanê hat pîrozkirin û bû çalakîyeka giring a teşwîqkirina parastina zimanê zikmakî.
Giringîya Zimên: Rola Çandî û Kesane ya Zimanê Zikmakî
Zimanê zikmakî yê kesekê, şêwazê didete nêrîna wî ya cîhanî, pergala ramîn û nasnameya wî. Giringîya zimanê zikmakî dikare di bin çend sernavan de were lêkolînkirin:
1. Parastina Nasnameya Çandî
Ziman, yek ji wan amûrên herî giring e ku mîrateya çandî û nirxên civakekê tîne dihewîne. Efsane, çîrok, gotinên pêşîyan û stranên folklorik, dîrok û bîranîna kolektîv ên wê civakê nîşan dide. Gava zimanek pûç dibe, hêmanên çandî yên wî zimanî jî dikevin bin xetereya jibîrkirinê.
2. Serkeftin û Geşedana Hişî ya Perwerdeyê
Lêkolîn nîşan didin ku zarok gava bi zimanê xwe yê dayikê perqwerdeyê digirin bêhtir serkeftî dibin. Ev, ji bo zarokekê hêsantir e ku têgehan fêm bike ku ew bi zimanê dayika xwe fêr dibe û ev ji wî re hêsantir dike ku zimanên din jî fêr bibe. Kesên ku bingeheka bihêz bi zimanê xwe yê dayikê ava dikin bi hêsanî zimanên bîyanî fêr dibin.
3. Tevlêbûn û Mafên Civakî
Bi xêra zimanê zikmakî, kesayet xwe di civakê de dikare îfade bike, mafên xwe biparêze û tevlî jîyana civakî bibe. Bikaranîna zimanê zikmakî di qada giştî de alîkarîya kesan dike ku her kes bi azad xwe îfade bike. Lêbelê, li gelek dewletan destûra zimanê zikmakî yê hindikahîyan nayê dayîn di qada giştî de û mafên wan têne astengkirin.
Zimanên di bin Gefan de li Cîhanê
Li gorî daneyên UNESCOyê, nêzîkê 7,000 ziman li cîhanê têne axaftin. Lêbelê, piranîya van zimanan di bin xetereya nemanê de ne. Hindek daneyên balkêş ev in:
- 40% ji nifûsa cîhanê mafê xwendinê an berjewendîya karûbarên giştî bi zimanê xwe yê zikmakî nîne.
- Her du hefteyan carekê, zimanek li cîhanê pûç dibe.
- Tê texmînkirin ku heta sala 2100ê ji nîvê zimanên niha li cîhanê bêtir dê pûç bibin.
UNESCO zimanan weha dabeş dike li gorî kategorîyên xeternak:
- Zimanên Hesas: Ew zimanên her çend ji hêla zarokan ve bên axaftin jî di qadên giştî de nayên axaftin.
- Zimanên Xeternak: Ew zimanên ji hêla nifşên nû ve nayên hînbûn.
- Zimanên Xeternak ên Cidî: Ew zimanên bi tenê ji hêla pîran ve têne axaftin.
- Zimanên Bermirin: Ew zimanên ji hêla pir hindik piran ve têne zanîn.
- Zimanên Mirî: Ew zimanên êdî axaftvanê wan nemayî.
Ji bo Parastina Zimên Çi Dikare bê Kirin?
Ji bo parastina û pêşxistina zimênê zikmakî hin gavên ku kesayet, civak û dewlet dikarin bavên li jêrê ne:
1. Pêşxistina Polîtîkayên Perwerdeyê yên Zimanê Zikmakî
Perwerdeya bi zimanê zikmakî yek ji wan faktorên herî giring e. Pêdivî ye hikûmet ji bo perwerdeya zimanê zikmakî polîtîkayan çêbikin û piştgirîya wan dibistanan bikin ew dibistanên bi perwerdeya zimanên hindikahîyan didin.
2. Teşwîqkirina Karanîna Zimanê Zikmakî di Medyayê de
Zêdekirina karanîna zimanê zikmakî di amûrên ragihandinê yên wekî televîzyon, radyoyê, înternet û medya civakî de alîkarîya zindîmayîna zimanî dike. Bi taybetî, giring e bernameyên zarokan û naverokan perwerdekirinê bi zimanê zikmakî bêne amadekirin.
3. Xebatên Parastina Ziman ên Civakên Herêmî
Civak, ji zindîhêlana zimanê xwe divêtin hewildanên herêmî bike. Çalakîyên çandî, dersên zimanê zikmakî û lêkolînên edebî ji bo zindîmayîna zimanî giring in.
4. Bikaranîna Teknolojîyê
Yek ji awayên herî bandor ji bo parastina zimanê zikmakî di cîhana dîjîtal de bê guman bikaranîna teknolojîyê ye. Ferhengên onlayn, bernameyên fêrbûna zimên û platformên medya civakî dikarin projeyên pêşkeftî yên bikaranîna zimanê zikmakî teşwîq bikin.
5. Piştgirîya Hikûmet û Rêxistinên Navneteweyî
Gelek hikûmet, gava polîtîkayên zimên çêdikin zimanên hindikahîyan piştguh dikin. Divêtin rêxistinên navdewletî yên wekî UNESCOyê di vî warî de hişmendîyê bilind bikin û dewletan teşwîq bikin ku zimanên zikmakî biparêzin.
Di encamê de, Roja Zimanê Zikamkî yê Cîhanê rojek giring a hişmendîyê ye ku balê dikişîne ser parastina cudahîyên zimanî, her kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibine û hebûna mafê derbirînê. Zimanê zikmakî ne bi tenê parçeyek ji çanda mîrateya kesayetî ye; di heman demê de parçeyek ji çanda mîrateya mirovahîyê ye jî.
Berpirsîyarîya me hemûyan e ku em zimanê xwe zindî bihêlin, çanda xwe biparêzin û bo nifşên pêşerojê veguhêzin. Divêt her rojên salê, em hewildana qedirgirtin û parastin û şînkirina zimanê xwe bikin.