Li navçeya Qosera Mêrdînê di sala 2023an de di xirbeyên vilayeke Romayê de Mozaîka Afirîndarên Deryayê hat dîtin.
Mezinahîya Wê Çend e?
Qata mozaîkê, ku li devera ku di nav gel de bi navê Kela Xanimê tê zanîn, bi qasî 100 metre çargoşe ye.
Çi Hatine Dîtin?
Di mozaîkan de dar, çivîk avî, heştpê, masî, midye, mor, mertal, pîvana masî û fîgurên nebatên avî û her wiha sêgoşe, şeşgoşeyên horizontî û vertîkal, heştgoşe û motîfên swastîkayê hene. Di çargoşe de û motîfên kemberê jî tê de hene.
Di mozaîkan de ji bilî teswîrên heywanan, motîfên geometrîk û fîgurên mirovan, dîmenên ku mirov nêçîrê nîşan didin jî hene.
Wê Çi Lê Bê Kirin?
Qata mozaîka ku ji serdema dawî ya Romayê vedigere, tê xwestin ku piştî xebatên restorasyonê li muzeyê were pêşandan. Xebatên restorasyonê û kolandinê dewam dikin.