Mezintirîn keştîya li ser rûyê dinyayê êdî amade ye. Keştîya bi navê Ican of The Seas cara yekem derbikeve rêwîtîya xwe. Ev keştî ku di çêkirina wê de endezyarekî kurd jî tê de xebitîye ku nêzîkî 1.5 milyar sterline lê çûye ku dikare nêzîkî 10.000 kesan bihewîne.
Heta niha mezintirin keştî Wonder of The Seas bû, bes ev gemî 3 metreyan ji vê dirêktir e. Îkona Deryayan a nû ya Royal Caribbean, bi qasî 300 metreyan dirêj û 250,800 ton e û ji bo sefera xwe ya yekem roja şemîyê ji Berava Miamiyê derkete rê. Hetta stêrka futbolê yê Arjantînî Lionel Messi jî beşdarî şahiya destpêkê ya keştiya 23ê Rêbendanê de keştiya 20 pêhnikî bû wekî “bavê vaftîzê” îkonê deryayan hate binavkirin.
Çi di vê Keştîyê de Heye?
Keştî bi awayekî fermî mezintirîn keştiya rêwîtiyê ya cîhanê ye, digel ku Royal Caribbean “Wonder of the Seas” di destpêka sala 2022an de bi dirêjahiya 3,188 ling û 235,600 tonên brut ve hatî nûvekirin. Li hêla jorîn heft hewzên melevaniyê, daristanên keskahiyê yên tropîkal û şemitokên avê yên bi rengê kesk, pembe, şîn û porteqalî pêk tê.
Gelo Her Kes Dikare lê Siwar Bibe?
Heçê bilêtê bistîne dikare lê siwar bibe. Rêwiyên li ser sefera wê ya yekem, bi rêwîtiyek heftşevî ya Karayîpên Rojhilatî, dê bikarin li deryayê bibin xwedîyê hinek cerbe û azmûnên xweş. Tora vê bilêtê jî ji bo heft şevên Karayîpên Rojava bi 3100 dolaran; ji bo heft şevên Karayîpên Rojhelatê bi 2000 dolaran e. Şirkete ragehand ku 4 seferên meha berfanbarê hemî jî tejî bûne.
Michael Verdure/Royal Caribbean International
Taybetîyên Keştîyê Çi ne?
- Gemî dikare 7.600 rêwîyan û 2.350 personelan bihewîne ku ev jî qasî serhejmara Arîzonayê ye.
- Parka avê ya 17.000 metreçarçikî heye.
- Tê de dîwarê pêveçûnê, parkurên astengdar, salona atarîyê hene.
- 40 restorna û barên barên karaoke hene.
- 6 hilîsankên avê, 7 birk (hewz) û sûlaveka 15 metreyî hene.
- 6 motorên keştîyê li gor derdorparêzîyê hatine çêkirin.
- Sahaya golfê heye.
- 50 Muzîkjen, henekvan û orkestra dikarin cih bigirin.
- Pîsta patena qeşayê heye û gelek tiştên dîtir.
Di Çêkirina Wê de Kurdekî Endezyar jî Xebitîye
Di çêkirina vê keştîyê de kurdekî endezyar ê ji Pîranşara Rojhelatê bi navê Akam Elîzade jî cih girtîye ku Akam der barê vê keştîyê de ji Rûdawê re weha ragehand; “Projeya warindgeha keştîyê di bin serokatîya min de hate çêkirin ku 2700 kes dikarin tê de bi cih bibin. Ji xeynî min 30 kesên dî jî hebûn ji bo sêwşrandinê û li me 150 kesan zêrevanîya wê kir. Di nav wan de bi tenê ez kurd bûm.
Derdorparêz li Hember Çêkirina Vê Keştîyê Bûn
Di destpêkê de derdorparêz li hember çêkirina vê keştîyê bû ku digotin wê zirarê hem bide ajalên avê hem jî bide xwezayê û asîmanan. Lê belê taybet bi çêkirin 6 motorên li gor derdorparêzîyê, berteka wan kêm bû. Lê bele dîse jî şik û guman û xema wan heye.