• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TEKNOLOJÎ

Elon Musk Ragehand ku Yekem Car Çîp bi Mejîyê Însanekî ve Hate Girêdan

Elon Musk Ragehand ku Yekem Car Çîp bi Mejîyê Însanekî ve Hate Girêdan
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Elon Musk, damezrînerê şirketa neuroteknolojiya Amerîkî Neuralink li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku çîpek cara yekem bi mejîyê însanekî ve hatiye bicihkirin.

Li gorî nûçeya AAyê, damezrînerê şirketa neuroteknolojiyê ya Amerîkayê Neuralink Elon Musk daxuyand ku cara ewil çîpek bi mejiyê însanekî ve hatiye girêdan. Musk di parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya medyaya civakî X’ê diyar kir ku ji aliyê Neuralink ve cara pêşîkê împlanteke mirovî hatiye çêkirin. Musk diyar kir ku pêvajoya başbûnê baş dimeşe û got ku encamên ewil “hêvîdar in”.

Berhema Neuralink ya Yekem: Telephaty

Musk diyar kir ku navê yekemîn berhema Neuralink “Telepathy” e û bi tenê bi rêya hizirkirinê telefon an kompîturê an jî bi rêya wan hema hema her amûrekê dikarin kontrol bikin.

Armanca Bicihkirina Çîpê Çi ye?

Neuralink, di sala 2016an de ji hêla Musk û komek endezyaran ve hatibû damezrandin. Armanc, dermankirina nexweşiyên neurolojîk ên wekî şil û şeh (felç) û korbûnê ye û bi saya mîkroçîpên ku di mejî de têne bicihkirin başkirina kalîteya jiyana mirovên astengdar e.

Bikarhênerên Pêşîkê Dê Kî Bin?

Musk destnîşan kir ku bikarhênerên pêşîkê dê kes bin ên ku şiyana bikaranîna uzwên xwe ji dest dane û weha lê zêde kir: “Bifikirin ku Stephen Hawking ji xebatkarek bilez an jî mezadkarekî zûtir bikaribe têkilîyê deyne. Armanc ev e.”

Par ji bo Ceribandinên Mirovan Hatibû Pejirandin

Neuralinkê Gulana 2023an ragihandibû ku pejirandin ji Rêveberiya Xurek û Derman a Dewletên Yekbûyî (FDA) hate wergirtin ku dest bi ceribandinên li ser mirovan a projeya çîpa mejî bike.

Hatibû destnîşankirin ku çîpên ku berê li ser meymûnan hatine ceribandin, sînyalên di mejî de bi awayekî serkeftî şirove kirine û derbasî cîhazan kirine.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.