• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Nexweşiya X’ê Çi ye?

Nexweşiya X’ê Çi ye?
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Nexweşiya X’ê navekî sembolîk e ku ji patojenek hîpotetîk re tê dayîn ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li lîsteya patojenan zêde kiriye ku divê wekî pêşîn were lêkolîn û wekî xetereya pandemîyê tê hesibandin. Ev têgîn nexweşîya X’ê yekem car di sala 2018an de hate bikaranîn ji bo danasîna patojenek nû ku bi potansiyela pandemîk ve hatî tespîtkirin. Pandemiya coronavirus di sala 2019an de mînakeke vê rewşê ye.

Nexweşiya X’ê Çi ye?

Li gorî pêşbîniyên tirsnak ên li ser nexweşiyê Di sala 2022an de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê zêdetirî 300 zanyar berhev kirin, 25 malbatên vîrus û bakterî lê heyî nirxandin û navnîşek patajenan çêkir ku divê wekî pêşîn were lêkolînkirin. Di vê navnîşê de nexweşiya “X”ê heye ku behsa patojenek nenas dike ku dikare bibe sedema serhildanek ciddî ya navneteweyî.

Vîrus û patojenên sereke yên ku li gorî plana Ar-Ge ya ku ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve ji bo serpêhatiyên ji bo şopandina patojenan hatî pêşvexistin hatine navnîşkirin ev in:

  • Vîrûsa Ebola û Marburgê
  • Taya hemorrajîk a Kirim-Kongo
  • Vîrusa koronayê
  • Taya Lassa
  • MERS û SARS
  • Vîrûsa Nipah
  • Taya geliyê Riftê
  • Nexweşî X’ê
  • Vîrûsa Zika

Sedema Nexweşiya X’ê Çi ye?

Her çend tê texmînkirin ku nexweşiya X’ê ji hêla patojenek ku hêj nehatiye naskirin ve çêdibe jî sedema rastîn a nexweşiyê hêj jî nihênîya xwe diparêze. Her çend gotegot hene ku nexweşiya X’ê di nav ajalan de belav dibe, lê hêj delîlek nîne ku ew derbasî mirovan bûye an jî xetereyek li ser mirovan çêdike. Wekî din, lêkolîn destnîşan dike ku nexweşiya X’ê belkî vîruseke cihê qirika hilmstandinê be.

Nîşaneyên Nexweşiya X’ê Çi ne?

Di der bareyê nîşanên nexweşiya X’ê de agehdarîyeke zelal nîne, ku hîn bi tevahî wekî nexweşiyek nayê pejirandin û potansiyelek xeternak a razdar hildigire. Lêbelê, lêkolînan destnîşan dikin ku nexweşiya X’ê dibe ku vîrusek rêka hilmê ya jorîn be. Di vê rewşê de, tê fikirîn ku nîşanên nexweşiya X’ê heger bişibin nîşanên enfeksiyonên rêça hilmê ya jorîn hingê semptomên wekî kuxik, heraret, êşa qiriqê, êşa movik û masûlkeyan û bêxîretî (bêhalî) derdikevin meydanê.

Nexweşiya X’ê Çawa Tê Veguheztin?

Di van demên dawîyê de pir caran mijara mereqê ye, ka Nexweşiya X’ê çawa tê veguheztin. Lê belê, agahiyek nîne ku diyar bike ka ev nexweşiya nepenî çawa belav dibe. Ev nexweşî dikare ji heywanan derbasî mirovan bibe, mîna grîpa berazan. Lêbelê, ev hêj nehatiye piştrastkirin.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.