Xelatên Grammyê ku yek ji xelatên herî bi prestîj ên cîhana muzîkê ye, cara 66mîn bi merasîmeke nuwaze li Los Angelesê hat lidarxistin û xelat hatin pêşkêşkirin bo wergirên xwe. Xelatên herî bi prestîj ên cîhana muzîkê, gehiştin xwedîyên xwe. Di şevê de navên wekî Billie Eilish, Billy Joel, Burna Boy, Dua Lipa, Joni Mitchell, Luke Combs, Olivia Rodrigo, Travis Scott û Miley Cyrus derketin ser dikê.
Merasîma xelata ku cîhana muzîkê li benda wê bû, li Los Angelesê pêk hat… Xelatên Grammyê, bi beşdariya gelek kesên navdar û pêşbirkeke tund hat lidarxistin. Bi pêşkêşvanîya Trevor Noah, Taylor Swift xelata albûma salê wergirt û Billie Eilish xelata baştirîn stranê wergirt.
Swiftê ku di merasima 66emîn da xelata albûma salê wergir, ev xelat cara çaran e distîne û navê xiste nav rûpelên dîrokê. Sê kesan ev xelat çar caran wergirtibû: Stevie Wonder, Frank Sinatra û Paul Simon bûn.
Xelatên Grammyê û Wergirên Wan Weha ne:
Baştirîn Albûma Salê: Taylor Swift – Midnights
Baştirîn Strana Salê: Billie Eilish – What Was I Made For?
Baştirîn Klîp: The Beatles – I’m Only Sleeping
Baştirîn Tomara Salê: Miley Cyrus – Flowers
Baştirîn Hunermendê Nû: Victoria Monet
Baştirîn Albûma Dengê Pop a Kevneşop: Laufey – Bewitched
Baştirîn Performansa Solo ya Popê: Miley Cyrus – Flowers
Baştirîn Koma / Performansa Dukesane: SZA ft. Phoebe Bridgers – Ghost in the Machine
Baştirîn Strana Rockê: Boygenius – Not Strong Enough
Baştirîn Albûma Rockê: Paramore – This is Why?
Baştirîn Performansa Rockê: Boygenius – Not Strong Enough
Baştirîn Performansa Metalî: Metallica – 72 Seasons
Baştirîn Albûma Komedî: Dave Chappelle – What’s in a Name?
Baştirîn Albûma Muzîkê ya Alternatîf: Boygenius – The Record
Baştirîn Strana Welêt: Chris Stapleton – White Horse
Baştirîn Albûma Welêt: Lainey Wilson – Bell Bottom Country
Baştirîn Albûma Dengê Jazzê: Nicole Zuraitis – How Love Begins
Baştirîn Performansa Welêt: Chris Stapleton – White Horse