Hesasiya mêş ji ronahiyê re wekî mekanîzmeyek navîgasyonê pêş ket. Mêş bikaranîna çavkaniyên ronahiyên li ezman (Heyv an Stêrk) nîşan dikin ku kîjan alîyî ve bifirin.
Lêkolîneke nû destnîşan dike, ronahiya çêkirî pergalên navîgasyonê mêşab tevlihev dike, wan neçar dike ku ber bi ronahiyê ve bifirin. Ev bûyer yek fonksîyonên bingehîn ên kêzikan wek xwarin, zindîbûn û zêdebûnê asteng dike.
Ji zanîngeha Bakûrê Carolîna jîyannas Tyson Hedrîck got ku “Di demên dawî de pirsgirêk di navîgasyonên mêşan de heye. Mêş ronahiyê wekî nîşanek bi kar tînin ku da bizanin ka kîjan rê ber bi jor ve ye.”
Ronahiya Çêkirî Mêşan Tevlihev Dike
6ê Sibatê di kovara Nature Comminucations de hat weşandin ku weha dinivîsî: “Mêş rasterast ber bi ronahiyê ve nafirin, bi rastî kêzik pişta xwe ber bi ronahiyê dizivirin.”
Ger çavkaniya ronahiyê heri xurt li ezman buya dê ev watedar be. Lê di hebûna ronahiyên sûnî de encam ji bo mêşan tevlihevî ye. Ji bo lêkolînê, lêkolîner di laboratuwarekê de sensorên piçûk bi xwîrik (tr: güve) û zeleqûnk(tr: yusufçuk) ve gire dabûn û vîdyoya firîna wan girtibûn. Bi vî awayî li tevgerên mêşan temaşe kiribûn.
Bi vî awayî lêkolînê dîyar kir ku dê çawa xwîrik bêdawî li dora çavkaniyên ronahiyê bigerin û pişta xwe ber bi tîrejan ve bi cih dikin. Lêkolîner her weha belge kir ku hin mêş li ber hebûna roniyê rasterast diçin û çawa dikevin erde.
Entomologê Harvardê Avalon Owens dibêje: ‘’ Ji bo mêşan bi milyonan salan ronahî ezman bû, tarî jî erd bû. Ango rêya xwe bi ronahiyên xwezayî didîtin. Lê dema ku mirovan ronahîya sûnî îcad kir, ew çax ji mêşan re rê tevlihev bû.