27ê Nîsanê li seranserê cîhanê her sal wekî Roja Cîhanî ya Şanoyê tê pîrozkirin. Ev roj bi biryara UNESCO’yê di sala 1961an de ji bo balkişandina ser giringiya şanoyê û tevkariya hunerê ya ji bo cihêrengiya çandî hate destnîşankirin. Ev roja taybet li çaraliyê cîhanê bi bûyerên cihêreng tê pîrozkirin, ku balê dikişîne ser dîrok û mîrateya çandî ya hunera şanoyê.
Şanoya Kurdî mîraseke çandî ya dewlemend û xwedî dîrokeke kûr temsîl dike. Şano ku li erdnîgariya kurdan di dîrokê de di nav şêweyên vegotina çandî de xwedî cihekî giring e, ji bo nîşandana nasname, nirx û serpêhatiyên jiyana kurdan bûye amûreke giring. Di vê nivîsê de em ê bi kurtî berê xwe bidin hinek qonaxên şanoya kurdî.
Avabûna Şanoya Kurdî li Dor Rewşa Serdemê
Binekoka şanoya kurdî di dîroka aloz a Rojhilata Navîn de ye. Li erdnîgariyên ku kurd lê dijîn, bi kevneşopî giringiyeke mezin hunera şanoyê bi çîrok, stran û dîlanan hatîye dayîn. Lêbelê, şano bi wateya nûjen di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de derketiye holê.
Pêvajoya nûjenkirina şanoya kurdî di destpêka sedsala 20an de bi bandor û veguhertinan dest pê kir. Di vê serdemê de li erdnîgariyên ku Kurd lê dijîn, guhertinên siyasî, çandî û civakî pêk hatin. Bi taybetî hilweşîna Împeratoriya Osmanî û bûyerên piştî wê bandor li pêşketina şanoya kurdî kir.
Di nîvê duyem ê sedsala 20. de û pê de, şanoya kurdî nûbûnek bi dest xist. Bi taybetî jî bilindbûna netewperestiya kurdî û xurtbûna tevgerên çandî yên kurdî bûye sedema vejîna şanoyê. Di vê serdemê de şanoya kurdî zêdetir di aliyê siyasî de cih girt û weke parêzvanê nasnameya kurdî derkete pêş.
Yekem Şanoya Kurdî
Di bingeha xwe de şano di nav kurdan de xwedîyê rabirdûyeka zor kevn e. Her wekî tê zanînê di nav çanda kurdan de şevbuhêrk hene, di van şevbuhêrkan de çîrokbêj û dengbêj û stranêj bi awayekê vegotinî esasen şanoyê dikin. Lê heger bi awayekê nivîskî û bi çavekê modêrn em berê xwe bidinê bêguman destpêka şanoya modêrn digehe sere sedsala bîstem.
Li gor çavkanîyên li ber destan yekem şanoya kurdî ji alîyê Evdirehman Rehmî Hekarî (1890-1958) ve di sala 1919ê de bi navê Memê Alan hatîye nivîsîn. Ev pîyes ji du perdeyan pêk tê, perdeya yekem di 30ê Adara 1919ê ji kovara Jînê di hejmara 15ê de weşîyaye; perdeya duyem jî di 10ê Nîsana 1919ê di heman kovara berbehs de ji hejmara piştê wê weşîyaye.
Şanoya Kurdî Li Başur
Di bingeha xwe de gelek xwendekarên û rewşenbîrên kurd ên soran di Stenbolê dixwendin an jî bi karên edebî û hunerî û polîtîk ve mijûl bûn. Ev xwendevan gelek ji wan di salên 1920î de vedigerin û Başur û li wê derê dest bi kiryarên çandî, hunerî û sîyasî dikin. Li gel vê yekê şanoya kurdî li Başur taybet jî li Silêmanîyê xurt dest pê dike.
Yekem şanoya kurdî di sala 1921ê de ji alîyê Koma Tîyatroyê ya Ûla Erbîlê ve bi navê Selahaddînê Eyyûbî li Hewlêrê hatîye lîstin. Ev yekem lîstik e hatî pêşandan. Her di sala 1923yê de bi derhênerîya Şêx Selam lîstika bi navê Culekey Kolgêr li Silêmanîyê tê lîstin. Her Paşê li Başur di sala 1926ê de ji alîyên Fûat Reşîd ve bi navê Îlm û Cehalet li Silêmanîyê tê lîstin. Ev adaptasyonek bû ji lîstika George Abyadê misirî bû ku li heman salê li Baxdayê pêşan dabû. Her weha şanoya kurdî çendîn salan rastî qedexeyan jî hatîye. Ev yekem lîstikên kurdî ne ku hatine pêşandin.
Şanoya Kurdî li Sovyêtê
Di heyama heta hilweşîna Yekîtiya Sovyetê de, xebatên şanoyê yên li Yekîtiya Sovyetê ku kurd lê dijiyan, hem ji ber polîtîkayên çandî yên Sovyetê û hem jî ji ber hewildanên civaka kurd ên ji bo parastina nasnameya xwe ya çandî pêk dihat.
Ji damezrandina Yekîtiya Sovyetê ve, polîtîkayên çandî yên Sovyetê hûrgelên etnîkî teşwîq kirine ku nasnameyên xwe yên çandî biparêzin. Di çerçoveya vê sîyesetê de kurdan jî îmkana domandina xebatên xwe yên çandî û pêşxistina wê hebû. Lêbelê, li Yekîtiya Sovyetê, polîtîkayên çandî yên fermî bi gelemperî karên ku bi îdeolojiya Sovyetê re lihevhatî bûn dihatin teşwîqkirin.
Li Sovyêtê jî hemaheng li gel Evdirehman Rehmî Hekarî pêngavên pêşîkê têne avêtin ji bo di warê şanoya kurdî de. Di sere salên 1920an de qonaxeke azadîyê dest pê dike. Ji layê hikûmeta Sovyêtê ve kiryarên çandî û hunerî têne azadkirin. Yekem koma şanoyê ya kurdî di dawîya salên 1920î de ji alîyê Ahmedê Mirazî û Lazoyî ve bi navê Qelen li Tîflisê li klûba Loukachineyê tê sazkirin.
Li gor Recep İçen deh salên pêşîkê wekî deh salên çarlepkî, ji 1931ê heta 1937ê wekî qonaxa geşedanê tê binavkirin ku di van salan de çendîn şanoname hatine nivîsîn û lîstinê û gelek ji wan xwemalî ne. Exleb li dor mijara temaya sosyopolîtîk, azadkirina jinê, kevneşopîyên paşvemayî, jîyana polîtîk û welatê sosyalîst şano hatine çêkirin. Piştî sala 1937an jî li Elegezê Şanoya Kurdî ya Dewletê tê avakirin.
Şanoya Kurdî li Bakur
Li Bakur piştî salên dûr û dirêj ên qedexeyan destpêka xwe di sala 1991ê de li Stenbolê kir. Yekem şanoya kurdî li Bakur ya ku tê zanîn lîstika Mamoste Cemîl ya bi navê Mişko ye. Ev wekî pêngavên destpêkê bû ku heta di sala 1992ê de koma şanoyê ya kurdî Teatra Jiyana Nû û di sala 2003yê de Şanoya Bajêr a Amedê hate avakirin. Piştî vê yekê hêdî hêdî rê li ber şanoya kurdî vebû sereray astengîyan û ev komên şanoyê ji alîyê NÇM û Şaredarîyan ve dihatin/tên piştgirîkirin. Îro li Bakur bi dehan komên kurdî hene û bi dehan belkî bi sedan lîstik derxistine û hêj jî derdixin.
Şanoya Kurdî ya Îro
Îro, her çend car caran lîstikên kurdî bêne qedexekirinê jî bêguman li hemî warên kurd lê dijîn şanoya kurdî ji hemî deman zêdetir azadtir û berhemdartir e. Lê ji alîyê maddî ve hêj jî ji ber bêstatûbûnê rastî tengasîyan tên. Sereray vê çendê şanoya kurdî hêvbexşeke mezin dide kurdan.
Şanoya Kurdî mîraseke çandî ya dewlemend temsîl dike ku xwedî dîrokeke kûr e û her diçe pêş dikeve. Di dirêjahiya dîrokê de şanoya Kurdî bûye amûrek girîng ku jiyan, têkoşîn û nirxên gelê Kurd nîşan bide. Îro jî şanoya Kurdî zindî ye û wê di pêşerojê de jî weke dewlemendiyeke çandî û hunerî hebûna xwe bidomîne.
Çavkanî:
1) Recep İçen, Şanogeriya Kurdî Li Sovyetê Di Navbera Salên 1920-1937an de: Şanogeriya Sêwîyan, Kürt Araştırmaları Dergisi, 2023, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-231?fbclid=PAAaby3lFbQjNqiJd86ECLEgPY0DbewFL3WGBOI-ECumIG43xwuN6ZfnERjiE
2) Çetoyê Zêdo, Yavuz Akkuzu, Kürt Tiyatro Tarihi,
3) Çetoyê Zêdo, Di Sedsalîya Şanoya Kurdî de “Ji Çaran Yek”, Kovara Dîalog, hejmar 1, 2022, r.34-44.