Beşa kanzayî ya florîdê (fluoride) sodyûm an jî pêkhateyên sodyûmê ye ku li ser erd û xwezayê gelek zêde ne. Ev made ji sala 1930î û vir ve giring bûye ji ber ku di lêkolînekê de hat dîtin ku kesên ava bi vê madeyê vedixwin, nexweşiyên diran û pidîyî li ser wan kêm dibin. Ji wê demê ve Komeleya Pizîşkên Amerîkî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî bikaranîna vê madeyê pesend kirine û bandora vê madeyê di kêmkirina rizîbûna diranan de hatiye îsbatkirin.
Ev materyal di berhemên paqijkirina devî de jî wekî hevîrê diranan û devşoyê tê bikaranîn. Florîd rizîbûna diranan kêm dike û ji bo tenduristiya mirovan, bandorên rexekî yên metirsîdar tune.Ti lêkolînek, li ser zirara florîdê piştrast nekiriye. Lêkolînan îsbat kirine ku zêdekirina vê maddeyê li av û berhemên din, 100% ewle ye.
Çavkanîyên Florîdê Çi ne?
Di hin xwarinan de, yên wekî hêk, masî, goşt û çayê florîd/florayd heye û gelek caran ji bo pêşîgirtina rizîbûna diranan di nav ava vexwarinê de tê zêdekirin, lê ji bo bandorek baştir tê pêşniyazkirin ku çavkaniyên baştir ji florîdê bi kar bînin.
Berjewendîyên Florîdê Çi ne?
Ev madeya hêja heke bi rêkûpêk were bikaranîn, dikare gelek feydeyên xwe hebe, lê feydeyên herî giring ji bo tenduristiya dev û diranan ev in:
- Bi karanîna kontrolkirî ya florîdê, dikare rizîbûna nû ya diranan rawestîne. Ev pêvajoya giring arîkariya diranan dike ku ji berê bihêztir bibin. Li gel bikaranîna vê materyalê, mîneralên din ên sûdmend, ên wekî kalsiyûm û fosfat bi awayekî çalak di diranan de cîh digirin û weha avahiya diranan xurt dike.
- Bikaranîna floraydê dibe alîkar ku diran li hember asîdan bên parastin û îhtîmala rizîbûna diranan bi awayekî berҫav kêm dibe. Bi xurtkirin û hêza ku ev maddeya giranbuha dide diranan, rêjeya rizîbûn û ji nav ҫûna mînaya diranan li hember asîdan kêm dibe.
- Piştî tedawiya bi floraydê, yonên wê di ava devî de dimîne, dû re esîda devî bêbandor dike heta radeyekê ku êdî nikare zirarê bide mînaya diranan. Ev pêvajoya giring arîkariya diranan dike ku li hember êrîşa asîdê werin parastin û tenduristiya xwe biparêzin.
Di Kîjan Rewşan de Pêdivî ye ku Florîd Bê Bikaranîn?
Di diranpizişkiyê de, ji bo hin şert û rewşan, bikaranîna florîdê wekî rêbazek dermankirinê an beşek ji pêvajoya dermankirinê tête hesibandin:
- Di rewşên ku pidiyên diranan ji nav ҫûne û diran hestiyar in.
- Dema bi sedema hin nexweşî û dermanan, ava devî kêm dibe.
- Dema diranên yekê bilez rizî dibin.
- Dema di devê xwe de yekê de pirên diranan an jî ortodonsî hebin, florîd di van rewşan de ji bo kêmkirina rizîbûna diranan pir bandorker e.
Mekanîzmaya Karê Florîdê Çawa ye?
Florîd xwedan şiyanek bêhempa ye ku dikare mînaya diranan xurt bike. mîna di xwezayê de maddeya herî hişk e û ji krîstalên bi navê kalsiyûm hîdroksîapatît pêk tê. Madeyên mineral her roj li ser mînayê têne zêdekirin an jêbirin: Florîd li gel bihêzkirina diranan li hember êrîşa asîdê ya ku ji ber plaka mîkrobî çêdibe, pêşî li rizîbûna diranan digire. Florayd vê yekê bi veguhertina krîstalên mînayê bi kalsiyûm fluoroapatite dike ku li hember êrîşa asîdên plaka mîkrobî gelek berxwedêrtir in.
Florîd berî û piştî derketina diranan bi du awayan bandorê li diranan dike:
Berî derketina diranan: Di vê demê de, florîd dikare bi xwarin û ava ku tê de florîd hebe, ji diranan re were wergirtin.
Piştî derketina diranan: Florîd di vê demê de dibe sedema rewestandina rizîbûna diranan û nîşanên destpêkê yên rizîbûnê ji holê radike. Di vê qonaxê de hevîrê diranan, jêl, varnîs û devşoya florîdê bandorker in.
Rêbaza Bikaranîna Florîdê Çi ye?
Bi gelemperî, florîd dikare bi du awayan were bikaranîn:
- Rêbaza sîstemîk: Zêdekirina florîdê li ava vexwarinê baştirîn rê ye ji bo pêşîlêgirtina rizîbûna diranan, mîqdara navînî ya kêmkirina rizîbûna diranan 0.7 -1.2 PPM e. Xwarinên deryayî, çaya kesk û çaya reş çavkaniyên dewlemend ên florîdê ne. Hemî giya û sebzeyan di forma xav an nîvpijandî de florîd heye, lê dema ku pir were germkirin florîd xwe winda dike.,
- Rêbaza şûnekî (local): Rêbaza lokal ew e ku florîd rasterast li ser rûyê diranan tê danîn, ev yek bi du awayan tê encamdayîn; li cem dixtorê diranan û li malê.
Bikaranîna Florîdê li Cem Doktorê Diranan:
Doktorê diranan li gorî cîh û giraniya rizîbûnê, jêl an varnîşek florîdê bi kar tîne.
Bikaranîna floraydê li malê:
Hevîrê diranan a ku florîd tê de ye bê guman rêbaza herî berbelav a bikaranîna florîdê ye. Ji bo zarokên ji 3 salî mezintir tê pêşniyazkirin ku ev cureyê hevîrê diranan bi kar bînin. Ev hevîrê diranan divê di bin çavdêriya dê û bavî de ji bo zarokên di bin 6 salîyê de (bi mezinahiya nokekê) bi hişyarî werin bikaranîn.
Nîşeya girîng: Florîd di kontrolkirina rizîbûna diranan de madeyek pêdivî ye, lê ne bes e.
Divê ji bîr mekin ku florîd bi tenê de nikare pêşî li rizîbûna diranan bigire û wê kontrol bike. firçekirin û bikaranîna benê diranan, kêmkirina xwarinên şekir û serdana birêkûpêk a doktorên diranan, li gel florîdê, dikarin pêşî li rizîbûna diranan bigirin.
Zirarên Florîdê Çi ne?
Di gel ku florîd ji bo tenduristiya devkî xwedan feydeyên bêhejmar e, giring e ku meriv hay ji zirarên ku ji vexwarina zêde ya florîdê çêdibin, hebin.
Hinek ji wan ziraran ev in:
- Florozîza diranan
Florozîza diranan rewşek e ku bandorê li rûyê mînaya diranan dike. Ev rewş dema diqewime ku di dema mezinbûna diranan de (bi gelemperî di zaroktiyê de) pir florîd tê vexwarin. Florozîza sivik dibe ku bibe sedema xêzên spî yên piçûk an deqên li ser diranan, di heman demê de rewşên giran dikare mînaya diranan qehweyî bike. Lêbelê, florozîza diranan di serî de pirsgirêka bedewbûnê ye û bi gelemperî bandorê li fonksiyon an tenduristiya diranan nake.
http://www.fluoridealert.org/uploads/fluorosis-comp.gif
- Florozîza hestî
Florozîza hestî dema ku mirov ji bo demek dirêj bi astên zêde ên florîdê re rûbirû bimîne çêdibe. Bi gelemperî, ev pirsgirêk bi vexwarina avê çêdibe ku tê de mîqdarên florîdê zêde ye. Ev rewş bandorê li hestiyan dike û dibe sedema êşa movikan, hişkbûn û anormaliyên hestî. Lêbelê, florozîza hestiyan li deverên ku florîda avê tê kontrol û çavdêrîkirin, pir kêm e û naqewime.
- Pirsgirêkên gede
Di hin rewşan de, florîda zêde dikare bibe sedema nîşanên wekî dilxelîn, êşa gede û zikҫûn. Dema ku florîd bi mîqdarên pir tê vexwarin (mînakî bi daqurtandina hevîrê diranan) ev nîşane pirtir dibe.
Giring e ku bala xwe bidinê ku ev bandorên rexekî kêm in û bi gelemperî bi doza zêde ya florîdê re têkildar in. Dema ku di mîqdarên guncav de tê bikaranîn û wekî ku ji hêla doktorên diranan ve hatî destnîşankirin, florîd ji bo tenduristiya dev û diranan ewle û sûdmend e.