Serkeftin, di nav civakê de baweriya kesan bi xwe zêde dike, statûya kesane ya civakî zêde dike û di civakê de hurmetê çêdike. Di gel vê yekê, serkeftin dihêle ku mirov dema bigihîje armancên xwe beşdarî civakê bike. Serkeftin ew tişt e ku her kes xiyala wê diket bes bi tenê hinek kes dikarin xwe bigehîninê. Rêyên serkeftinê gelek faktorên wekî pêşkeftina kesane, azwerî, disiplîn û biryardarîyê vedihewîne. Her wesa li dû vê yekê pêdivî ye stîla jîyanê bê guherîn. Li vê derê em ê berê xwe bidin çend rêyên giring li dû serkeftinê:
1. Dîyarkirina Armancê û Plansazî:
Yekem gava serkeftinê dîyarkirina armancên zelal û plansazîya çawanîya bidestxistina wan e. Armancên we pêdivî ye ku bêne pîvan, bêne gehiştin, guncan, realîst û bi demê ve girêdayî bin.
2. Azwerî û Motivasyon:
Karkirina li ser wê tişta azwerîya we li ser heyî, bê guman motîvasyona we zêde dike û we di rêya serkeftinê de ber pêş ve dibe. Azwerî, faktorek dehfdanê ya hêzdar e ku dema ku hûn bi dijwariyan re rûbirû dimînin we motîve dike.
3. Fêrbûn û Pêşkeftina Berdewam:
Kesên serkeftî ji pêşveçûn û fêrbûna berdewam re vekirî ne. Bidestxistina tiwanên nû, berfirehkirina zanîn û şiyanên xwe yên heyî û hewildana nûkirina xwe gaveke giring e li ser rêya serkeftinê.
4. Disiplîn û Biryardarî:
Di rêya serkeftinê de biryardarî û disiplîn xwedîyê cihekî giringin. Ji bo ku hûn bigehin armancên xwe, pêdivî ye hûn bi rêkûpêk bixebitin, wextê xwe bi bandor bi rê ve bibin û li beramber astengiyan jî zû biz û bes nekin.
5. Xetereyan Bide Ber Çavan û Serederîya li Gel Têkçûnan:
Rêya serkeftinê qebûlkirina girtina xetereyan û serederîya li gel têkçûnan di xwe de dihewîne. Divê têkçûn wekî derfeteke fêrbûnê û beşek ji rêya serfirazî û serkeftina mezintir were dîtin.
6. Şîyanên Ragihandineke Baş:
Şîyanên ragihandineke baş, şiyana hevkariyê û şiyana ku bi mirovan re bandorker têkilî deynin ji bo serkeftinê giring in. Rêber û karsazên serkeftî bi xêra şîyanên ragihandineke bandorker motîvasyona tîmê zêde dikin û di gehandina armancan de jîngeheke kêrhatîtir diafirînin.
7. Tenduristiya Derûnî û Laşî:
Tenduristîya derûnî û bedenî li ser rêya serkeftinê giring in. Werzîşkirina bi rêkûpêk, xwarina tendurist û birêvebirina stresê dê ji we re bibe harîkar ku hûn ji hêla derûnî û hestyarî ve bihêz bimînin.
8. Avakirina Toreke Baş:
Kesên serkeftî xwudanê toreke piştgirî ya bandorker in. Divê we toreke baş hebe ji kesên îlhamê didin we, we motîve dikin û gava ku hewce be piştgirîyê didin we.
Li dû vê yekê divêt stîla jîyana xwe jî mirov li dû van xalan biguherîne:
1. Gîro Nekin (Paş Nexin):
Tiştên ku we divêt hûn bikin gîro nekin anku paş ve nexêin. Di şûna wê de, li ser tiştên ku dê ji we re bibin alîkar bifikirin, li ser wê pirsgirêkê çareseriyan peyda bikin û dû re wan bêxin pratîkê.
2. Bêjin “Na”
Bêjin na ji bo tiştê we ji armancên we an jî bala we ji armancên we dûr diêxe. Ev tib’et dê serkeftina we zêde bike û wextê we zêdetir bike.
3. Xewa Xwe Sererast Bikin:
Dema em di xewê de, agehî berkar dibin, bîranîn têne xurtkirin û dema em hişyar dibin jî em ji hinek proseyên derbaz dibin ku harîkarîya me dike di warê xebatên bandorker de. Hûn çi qas baş bêhna xwe vekin û birazin hûn ê ew qas bandorker bin. Mebest ji xewê ne xewa zêde ye xewa baş e.
4. Hevgirtî bin:
Heger kirin û gotinên we li hev bikin, dê di tevahiya jiyana we de sûdê bide we. Ji ber vê yekê, hevgirtîbûn dê serkeftinê bide we.
5. Bi Ser Tirsên Xwe de Here
Belkî her kes bitirse dema tiştên dijwar bike. Lêbelê, di rewşên weha de li şûna ku hûn dev jê berdin, hûn bi ser tirşên xwe de herin, dê serkeftinê ji we re bîne. Ji dû vê yekê, berê xwe bidin k adi van deman de we xwestîyê hûn çi bikin lê ji ber tirsa xwe we nekirîye!
Reya serkeftinê di jiyana kesane û pîşeyî de pêvajoyeke domdar a geşedan û fêrbûnê ye. Di vê rêyê de pêşveçûna bi biryardarî, xebata bi zawerî û besnekirina li beranber astengîyan bê guman dê we bigehîne serkeftinê.