Li Mêrdînê bi munasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê dayikê ji alîyê Baroya Mêrdînê û Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrdînê ve di navbera 17-19 Gulanê de 3 rojan Yekem Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê tê lidarxistin. Nêzîkî 22 weşanxeyên kurdî an jî têkildarî kurdî yên herêmî beşdar dibin. Cihê fûarê/mihrîcanê dê avahîya Baroya Mêrdînê, salon û hewşa wê be.
Di vî biwarî de sê rojan nivîskar û weşangêr dê bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî li Mêrdînê bin ji bo vê mihrîcanê. Di mihrîcanê dê firotina pirtûkan, hevpeyvîn, gotûbêj, pirtûkên xwe îmze bikin ku cara yekem ev qas weşangêrên kurd dê li Mêrdînê Bigehin hevûdu.
Li dû vê yekê, me xwe gihand parêzer û folklorîst Weysel Wesek ku ew yek ji pêşengê wî karî ye li gel Baroya Mêrdînê û Sazîyên Sivîl yên Mêrdînê. Wesek di axaftina xwe de bal kêşa ser armanc û nîyeta vî û sedema valahîya giringîya gavên pratik yên zimanî.
Wesek weh aragehand: “Ji 2016ê ve li Mêrdîna jor dijîm, heta niha pirtûkfiroşekê kurd li navenda Mêrdînê hêj jî nîne ku Mêrdîn bajarekê kurd e, lê ev 10 sal in li Mêrdînê hê jî mihrîcana pirtûkên kurdî çênebûye. Berî hilbijartinên 31ê Adarê jî fûareke pirtûkan li Mêrdînê çêbû lê belê yek weşangêrê kurd, yek pirtûka kurdî nehate vexwandin bo wê fûarê. Anku kurdî weka zimanekê dezawantaj tê xuyakirin, zimanekê bêxweyî tê xuyakirin.”
Nûhev Media jî di Mihrîcana Pirtûkan de ye
Di çarçoveya Li Mêrdînê Yekem Mihrîcana Pirtûkên Kurdî de, Nûhev Media jî di Mihrîcana Pirtûkên Kurdî de cih digire. Nûhev Media bi nivîskarên û bi lîstika xwe ya peyvan Çênebû’yê beşdarî vê bernameyê dibe. Nûhev Media dê standa xwe veke û hem nivîskarên Nûhevê dê berhemên xwe îmze bikin hem jî dê lîstika Çênebû’yê bê firotin.
Sedema Armanca Çêkirina Fûara Pirtûkên Kurdî?
Wesek bale dikêşe ser neçarîya kurdî ku bi salan e ji Ehmedê Xanî û pêşdetir heta nşha derde me heman e: “Bi mebesta 15ê Gulanê me got bila kurdî bi rastî li Mêrdînê xuya bike. Piranîya bajêr bi kurdî diştexile, bi kurdî xeber dide lê kurdî nîne. Her weha weke seydayê Ehmedê Xanî gotî, ‘kirîdarê vî qumaşî nînin.’ Kirîdarê vî zimanî nînin, kesê lê bibe xweyî kêm in. Me got hene, em dibêjin hene êdî, xweyîyê vî zimanî heye. Çi qas ji alîyê rêveberîyan ve, ji alîyê îdarî ve, ji alîyê siyasî ve ne bi xweyî be lê ji alîyê milet û gele xwe ve dixweye. Me xwest em vê derxin pêş, weşangêrên kurd xuya bikin û ew kesên ji bo kurdî xebata weşanê dikin, ez ji ku dizanim, yê pirtûkan derdixin pêş û vî karî dikin xuya bikin û em jî li xem wan xuya bikin û em bejin helwesteka xwe ya zimanî bidine xuyakirin, yanî armanc ev e. Bi rastî jî belkî hinek bejin ne karê baroyê ye ne karê parêzar û ewûkatan e an jî ne karê sazîyên sivîl jî ye, bila şaredarîyan çêkiriba. Hûn dizanin li Mêrdînê heta niha şaredarî nebûn, yanî şaredarî qeyûm bû û ve nû hat bi hilbijartinê.”
“Derdê Ehmedê Xanî çi be, Derdê me ew e”
Wesek balkêşa ser derde salane û doza gavên pratik kir: “Em weka însanên vî bajarî jî me ne mecbûr in lê hêvîya şaredarîyan bimînin an jî li hêvîya sazîyên dî bimînin ku pirtûkên kurdî bidin xuyakirin, an jî weşangêrê kurd dawet bikin. Em însîyatîfeke sivîl distînin û deqene kurdî xuya bike û zimanekî ev qasî dewlemend bêhtir bikeve di rojevê de û Cejna Zimanê Kurdî jî bêhtir xuya bike, sehaya xwe ya civakî bila firehtir bike. Derdê me ev e derdê Ehmedê Xanî çi be, yê me jî ew e. Hê jî mixabin ew e û me xwest em helwesta xwe ne bi tenê em bejin bi duxuyanîyekî, bi sempozyûmekî bi tenê xuya bikin. Bila gavên pratik werin xuyakirin. Helbest sempozyom jî, bîranîn jî, daxuyanîyên çapemenî jî helbet ne xelet in lê îro belkî xebatên piratîk bêhtir tesîrê li gel û civakê dikin. Ji ber wê jî em dixwazin tişteke berçav xuya bike û ji bo weşangêrîya kurdî jî bibe destek bibe alîkar û kurdî li nava civaka me bêhtir xuya bike.”
“Her weha hêvî dikim rojekî em hewceyî cejnên zimanî nebin. Weke gotina dawî jî Cejna Zimanê Kurdî ji dil û can pîroz dikim.”
Kîjan Weşanxane Beşdar Dibin?
- Aram
- Aryen
- Ava
- Avesta
- Azad
- Belkî
- Dara
- Do
- Doz
- İsmail Beşikçi Vakfı
- JJ
- Morî
- Nûbihar
- Nûhev
- Pall
- Peywend
- Roşna
- Sîdar
- Sîtav
- Vate
- Zîz