Mehsa Amînî jineke Kurd a Rojhelatê ye. Di 16ê Îlona 2022an de piştî ku li Tehrana paytexta Êranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hate kuştin bi hinceta ku rêzikên sergirtinê pêk neanîye. Mirina Amînî ya 22 salî li Êranê û cîhanê bû sedema bertekên mezin û xwepêşandanên berfireh ên millî û jinparêzan. Di encama vê yekê de berxwedana gelê kurd bi mehan dewam kir ku hikûmeta Êranê hinek gavan paş ve bavêje. Her weha nêzîkî 537 kes jî mirin di van çalakîyan de.
Jina ciwan a Kurd Mehsa Amînî, di 13ê Îlona 2022an de li Tehrana paytexta Êranê ku ji bo serdanê ji bajarê xwe Saqizê çûbû, ji aliyê dewrîyeyên rênîşandanê ve hat binçavkirin û hate birin bo midûriyeta polîsan ku wekî “Polîsên exlaqî” têne binavkirin bi hinceta “li gor qaîdeyên sergirtinê tev negerîyaye”.
Emînî yê 22 salî ku li midûriyeta polîsan ji nişka ve nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê, 3 roj şûnde di 16ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Dema ku ev bûyer rastî nerazîbûna gel hat, ji aliyê gelek siyasetmedar û hunermendên welêt ve jî rastî bertekên mezin hat.
Amînî di dema binçavkirinê de ji aliyê polîsan ve hatîye derbkirin û di encama birînên xwe de jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer bû sedema bertekên li dijî mafên jinan û qanûnên çewisandina neçarî li Êranê û derketina xwepêşandanên mezin. Ev xwenîşandanên han bûne kêşeyek cidî bo hikûmeta Êranê û bûne sedema pevçûnên di navbera hêzên ewlekarî û xwenîşanderan de li seranserî welatî.
Kuştina Mehsa Amînî ji aliyê parêzvanên mafên jinan û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê ve hate şermezarkirin û hişyariya navneteweyî li hember kiryarên zordar li Êranê bilind kir.
Bi Rihekê Millî Prostestoyên Mezin Dest Pê Kir
Piştî ku cenazeyê Amînîyê di 17ê Îlonê de li bajarê wê Saqizê bi merasîmekê hate definkirin, bertek li kolanan belav bû û ji alîyê kurdan ve prostestoyên millî dest pê kir.
Pêşîkê komekê piştî merasîma cenazeyî li Saqizê kom bûn û li dijî desthilatdariyê dirûşm berz kirin. Xwepêşandan di heman rojê de li Senendiç û Tehranê belav bûn û pişt re li nêzîkî 80 cihan li parêzgeh, navçe û bajarokan belav bû. Li gelek nuqteyan di navbera hêzên ewlehiyê û çalakvanên ku li dijî rêveberiya welat slogan avêtin, pevçûnên dijwar qewimîn. Ji bilî hêzên asayîşê, endamên Besîc ên ku weke hêzên ewlekariya xwebexş ên girêdayî Artêşa Pasdarên Şoreşê tên hesibandin jî destwerdana xwepêşanderan kirin.
Di dîmenên ku di çapemenî û medyaya civakî ya welêt da hatin weşandin de hat dîtin ku hin xwepêşandêr ambûlans, otobus û avahiyên giştî xera dikin. Her weha wêneyên xwepêşanderan li gel rakirina alaya Kurdistanê, posterên rêberê şoreşê Xumeynî û rêberê Îranê Elî Xamineyî ji dîwarê avahiyeke giştî li bajarê Sarî yê navenda parêzgeha Mazenderanê daxistin, li ser torên civakî jî hatin belavkirin.
Encamên Berxwedan Mehsa Amînîyê
Ev berxwedana taybet li Kurdistan û Êranê dest pê kirî bi mehan li seranserê cîhanê berdewam kir. Di rojên destpêkê yên bûyeran de Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 61 ambûlans ji aliyê xwepêşanderan ve hatine rûxandin yan jî şewitandin. Çalakgeran li ser medyaya civakî îdia kirin ku xwepêşanderên hatine binçavkirin bi ambûlansan hatine veguhestin û ji ber vê yekê xwepêşanderan ambûlans kirine hedef.
Di encama vê yekê de ji 500 kesan zêdetir hatine kuştin. Destgeha “polîsên Exlaqî” hate rakirin bes piştî demekê dîse zivirî ve. 7 kes jî di van bûyeran de ji ber sedemên cuda hatine daleqandin. Di encama vê yekê de Êranê, Amerîka û Îsraîl sûcdar kir. Her weha di salvegera kuştina Mehsayê de Êran ji bo ewlehîyê bergirîyên mezin digire.