Li Zanîngeha Mardin Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de serlêdanên Master û Doktorayê dest pê dikin. Li gor daxuyanîya zanîngehê di navbera 12 û 23yê tebaxê de serlêdanên master û doktorayê dest pê dikin. Serlêdan dê bi awayekî onlayn pêk bên.
Di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de Li Zanîngeha Mardin Artukluyê serlêdanên Mastera Bitez, Mastera Bêtez û Doktorayê 12ê Tebaxê serê sibê seet li 09.00ê dest pê dikin, 23yê Tebaxê seet li 17.00ê êvarî xilas dibin.
Çend Kontenjan Hatine Veqetandin?
Ji bo Mastera Bêtez a Ziman û Çanda Kurdî 80 kontenjan hatine vekirin ku 60 ji wan ji bo kurmancî, 20 jî ji bo zazakî ne. Ji bo Mastera Bitez a Ziman û Çandî Kurdî 20 kontenjan hatine vekirin ku ji wan 15 ji bo kurmancî, 5 jî ji bo zazakî ne. Her weha ji bo doktoraya Ziman û Çanda Kurdî jî 13 kontanjan hatine vekirin ku 10 ji wan bo kurmancî 3 jî bo zazakî ne.
Kî Dikare Master û Doktorayên Kurdî Bixwîne?
Ger li Tirkîyeyê ger jî ji bilî Tirkîyeyê heçê beşeka lîsansê xwendibe dikare hem serî li Mastera Kurdî ya Bitez bide hem jî li ya bêtez bide. Lê belê heçê kontenjana kesên ji derveyî Tirkîyeyê xwendîn kêmtir e. Her weha ji bo Doktoraya Kurdî jî şerta derçûyê/mezûnbûna Mastera Kurdî ya Bitez heye.
Şert û Mercên Serîlêdanan û Bidestxistinê Çawa ne?
Mastera Bêtez a Kurdî
- Divêt namzet mezûnê lîsansekê be.
- Divêt navîncîya (tr: ortalama) namzetî ji 100ê herî kêm 60 be.
- Divêt namzet ji azmûna zanistî ya nivîskî li ser 100ê herî kêm 60 pûanan bistîne.
- Nîşe: Şerta azmûna ALESê û YDS/YÖKDİLê (pûana zimanekê bîyanî) nîne.
Mastera Bitez a Kurdî
- Divêt namzet mezûnê lîsansekê be.
- Divêt navîncîya namzetî li ser 100ê herî kêm 60 be.
- Divêt herî kêm ji ALESê 55 pûan standibe di 5 salên dawîyê de.
- Divêt namzet ji azmûna zanistî ya nivîskî li ser 100ê herî kêm 60 pûanan bistîne.
- Nîşe: Şerta azmûna YDS/YÖKDİLê nîne.
- Nîşe: Ji bo namzetên bîyanî jî heman şert hene bes kontanjana wan kêm e.
Doktoraya Kurdî
- Divêt namzet derçûyê Nastera Kurdî be. Heger ne derçûyê Mastera Kurdî be, divêt teza wî ya masterê li ser kurdî an jî kurdan be.
- Divê navincîya namzetîya masterê li ser 100ê herî kêm 70 be.
- Divêt namzetî ji azmûna Alesê herî kêm 55 pûan hebin.
- Divêt namzetî ji azmûna YDS/YÖKDİLê herî kêm 55 pûan hebin.
- Divêt namzet ji azmûna zanistî ya nivîskî li ser 100ê herî kêm 60 pûanan bistîne.
- Divêt namzet ji azmûna rûbirû/mulakatê derbaz be.
- Nîşe: Ji bo namzetên bîyanî jî heman şert hene bes kontanjana wan kêm e.
Nirxandina Pûanan Çawa ye?
Mastera Bêtez a Kurdî
- Ji pûnanên mezûnîyetê li ser %30,
- Ji azmûna zanistîya nivîskî %70 tê hesabkirin.
Mastera Bitez a Kurdî
- Ji azmûna ALESê %50,
- Ji navincîya pûana mezûnîyeta lîsansê %25,
- Ji azmûna nivîskî %20 tê hesabkirin.
Doktorata Kurdî
- Ji azmûna ALESê %50,
- Ji navincîya pûana mezûnîyeta lîsansê %15,
- Ji azmûnên YDS/YÖKDİLê %15,
- Ji azmûna rûbirû %20 tê hesabkirin.
Kontenjana Qadan di Doktoraya Kurdî de
- Edebîyata Kurdî ya Klasîk: 2,
- Edebîya Kurdî ya Modern: 2,
- Folklor: 2,
- Zimanzanî: 2,
- Xebatên Çandî: 2,
- Zazakî: 3 kontenjan hatine veqetandin.
Bernameya Serlêdanê
- Serlêdanên onlayn: 12-23 Tebax 2024
- Lîsteya xwendevanên ku bikevin azmûnê 28 Tebax 2024
- Azmûna zanistî 04-05 Îlon 2024
- Encamên azmûna 06 Îlon 2024
- Qeydên onlayn 09-13 Îlon 2024
Li Kîjan Zanîngehan Master û Doktorayên Kurdî Hene?
Masterên Kurdî
- Zanîngeha Mardîn Artukluyê (Kurmancî / Kirmançkî)
- Zanîngeha Muş Alparslanê (Kurmancî)
- Zanîngeha Bingölê (Kurmancî / Kirmançkî)
- Zanîngeha Dicleyê (Kurmancî)
- Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê (Kurmancî)
Doktorayên Kurdî
- Zanîngeha Bingölê (Kurmancî / Kirmançkî)
- Zanîngeha Mardîn Artukluyê (Kurmancî / Kirmançkî)
- Zanîngeha Dicleyê (Kurmancî)
Ji bo agahîyên berfirehtir: Beşa Ziman û Çandî Kurdî