Nexweşîya ku wekî sendroma Peter Pan an kompleksa Peter Pan tê zanîn dikare wekî nexweşîya tevgeran jî were binavkirin. Ev nexweşîya ku cara yekem di sala 1983an de ji alîyê psîkoanalîst Dan Kiley ve hat dîtin, bi piranî di mêran de çêdibe.
Di encama lêkolînên ku ji alîyê pisporan ve hatîn kirin, sedema vê nexweşîyê li ser helwesta dêûbavên mirovî ne. Li gorî psîkoanalîst Dan Kiley, sendroma Peter Pan çêdibe ji ber dêya xwedîyê karaktereka serdest be û bav nekare otorîteya pêwîst peyda bike.
Ev sendrom, bi gelemperî di mêran de çêdibe û dikare xwe di nav komên temenên cuda de dîyar bike. Li gor pisporan ev rihetî ji mêrên zewicî zêdetir di nav gêncên ezeb de çêdibe.
Nîşaneyên Sendroma Peter Pan Çi ne?
Tevgerên jêrîn têne dîtin bi gelemperî li dor kesên ketine kompleksa Peter Panî:
- Biryardayîna çalakîyan biryarên giring bo hevalên xwe dihêlin.
- Karên malê nakin. Firaxan bi rojan neşuştî di lavaboyê de dihêlin. Heta cilê wan ê paqij xilas nebin fam nakin cilên qirêj bişon. Heta qalik û qotîyên xwarinên jî xîret nakin bavêjin çopê.
- Ew tine roja xwe diqetînin. Ji ber vê sedemê jî zêde ne amade ne ku pîlanên demdirêj bikin û çalakîyan bikin.
- Pereyên xwe bêaqilî xerc dikin. Di birêxistinkirina butçeyên xwe yên takekesî de zehmetîyên mezin dibînin.
- Ew nikarin xwe bibin kesekê hestyarî di rewşên wekî binavkirina pêwendîya xwe de an jî dîyarkirina şêweya pêşveçûna wê de.
- Nikarin pirgirêkên pêwendîyên xwe bi awayekê kêrhatî çareser bikin.
- Di pir rewşan de, hevalên wan jî gelek caran wekî wan mezin nebûne.
Dîsa di çarçeweya têkilîyên van mirovan ên di kar de, em dikarin van tiştan bibêjin:
- Meyla wan tune tu hewlekê bidin. Ne erkên xwe bi cih tînin ne jî temam dikin. Ew gelek caran dikarin ji karên xwe bêne avêtin ji ber ku ew giran in, hêdî ne an jî bi rêkûpêk naçin kar.
- Ew gelek caran karê xwe neqedîyayî dihêlin ji ber ku ditirsin bêzar bibin, bikevin bin zextan an jî bimînin di dijwarîyê de.
- Ji bo peydakirina karekê nû têra xwe hewil nadin.
- Ew tercîh dikin ku ji bo karên part-time bi cih bibin. Pir caran eleqeya wan bi pêşkeftina li ser kar tune.
- Di qadeka taybet de xwe perwerde nakin û zanyarîyên nû bi dest naxin. Di şûna wê de, di cîhana karsazîyê de, her tim ji cîhek diçin cîhekê dî.
- Hêvîyên wan ên xeyalî û nafî hene, ku bi ya wan ew têra xwe hewil nedin jî dikarin bigihîjin cihên pir baş.
Der barê tevgerên wan ên gelemperî, rewşa hestyarî û nîşanên helwestê de mirov dikare van tiştan bêje:
- Gelek caran, mirov nikare bêje ew kesên pêbawer in. Ew dikarin we bi tenê bihêlin dema ku hûn herî zêde hewceyê wan bikin. Ji ber ku ew ne ew kes in ku haya wan ji giranîya vê rewşê û giringîya wê ya têkilîyên mirovan hebe. Bi tenê tiştek giring e ku ew çi dixwazin. Ew kes pir xweperest in û di cîbicîkirina sozên xwe de ne serkeftî ne.
- Ew gelek caran hewcedarîyên kesên din paşguh dikin. Ew her gav pêşanîyên wan hene û divê ev pêşîyê werin.
- Ew ji rexnegirtinê dûr dikevin an jî tevlî çi nakokîyekê nabin. Di nakokî an nîqaşeak piçûk de, ji hawîrdorê dûr dikevin û xwe di jûreyê de kilît dikin. Ew dikarin bi hêsanî di rewşên dijwar de peqîneka hestyarî bijîn.
- Gava ku tişt wekî ku tê hêvîkirin neçin, ew mêl dikin ku hincetan çêbikin û kesên din sûcdar bikin.
- Ew pir ne eleqedar in ku xwe baştir bikin û pêş ve bibin.
- Çaverê ne ku her gav bêne lênihêrîn.
- Ew ji çêkirina pîlanên çaverêkirî an jî ne çaverêkirî dûr dikevin. Di şûna wê de, ew bi berdewamî hêvî dikin ku vebijarkeka nû, rêyeka nû ji wan re bê pêşkêşkirin.
- Ew dixwazin ji hestên nerênî yên nedîyar an ji hin berpirsîyarîyên giran birevin. Hin rewş hene ku ji ber vê sedemê eraq an narkotîkê bi kar tînin.
Sendroma Peter Pan li dor kê Derdikeve?
Her çend ev rewş di mêran de pirtir be jî, sendroma Peter Pan di jinan de jî tê dîtin. Her çend ev sendrom ne ji bo komeka temenekê taybet be jî bi gelemperî li dor mirovên 20-30 salî pirtir derdikeve. Ew bi taybetî di nav kesên bi malbatê re dijîn, kesên naxwazin bi tenê bijîn û di kesên jêhatîbûnên civakî de dijwarî dikêşe derdikeve.
Mezinên Ciwan: Ew kesên piştî derçûna zanîngehê karekê nabînin bêhtir tê serê wan. Di vê heyamê de, kesên ku bi berpirsîyarîyên jîyana mezinan zehmetîyan dikişînin, dibe ku vegerin zaroktîya xwe.
Kesên xwedîyê şêwazeka jîyanek pêbeste: Ev nexweşî pirtir e dli dor kesên zêde bi malbat an hevkarên xwe ve girêdayî. Ev kes di derbazbûna jîyana serbixwe de zehmetîyan dikişînin û bi berdewamî li piştgirîyê digerin.
Zehmetîyên Civakî: Sendroma Peter Pan pirtir e li dor kesên fobîya civakî an jî jixwebawerîya wan kêm. Dibe ku ew li nav civakê xwe kêm hîs bikin û ji ber vê yekê meyla xwe ji berpirsîyarîyan digirin.
Sedema Peter Pan Çi Dike?
Sedemên Sendroma Peter Pan dikarin tevlihev û pirjimar bin. Ev dibe ku ji ber curbecurîya faktoran be ku bandorê li ser dijwarî an berxwedana kesekê bike ji bo derbasbûna mezinbûnê. Lêbelê, dibe ku ev sedem li gor kesan cuda bin û pir caran dijwar e ku sedemekê destnîşan bike. Li vê derê çend sedemên mimkun hene ku bibin Sendroma Peter Pan:
Dînamîkên Malbatê: Dînamîkên di nav malbatê de dikarin bandorê kesan bike di dema derbazbûna ber bi kamilbûnê ve. Jîngeheka malbatê ya zêdeparastî an avahîyek ku rêyê nede ferdî ku berpirsîyarîyan bigire dibe ku bibe sedema derketina Sendroma Peter Pan.
Trawmayên Zaroktîyê: Bûyerên trawmatîk an serpêhatîyên dijwar ên ku di zaroktîyê de hatine sere wî dibe ku bibe sedem ku kes zehmetîyê bibîne ji bo ku berpirsîyarîyên kamil bigire.
Faktorên Civakî û Çandî: Hêvîyên civak û çandê dikarin bandorê bikin ka mirov çawa divê tev bigere. Kesên ku di pêkanîna pîvan û hêvîyên civakî de dijwarîyê dibînin, dibe ku li ber xwe bidin ku derbazî qonaxa mezinbûnê bibin.
Pêşveçûna hestyarî: Pêvajoyên pêşkeftina hestyarî dikare bandorê li mezinbûna hestyarî ya kesî bike. Zêdebûn an kêmasîyên hestyarî dikarin di qonaxa mezinbûnê de bibin sedema pirsgirêkan.
Kesayetîya Kesane û Faktorên Psîkolojîk: Taybetmendîyên kesane, avahîya kesayetî û faktorên psîkolojîk ên kesayetî dikare di derbazbûna qonaxa mezinbûnê de bi bandor be. Mînak, jixwebawerîya kêm, nexweşîyên tirsê an depresyon dikarin bibin sedema derkeftina Sendroma Peter Panê.
Zexta Perwerdeyê û Karîyerê: Pergaleka perwerdeyê ya pir pêşbazker an zextên li cîhana karsazîyê dikare bibe sedem ku ferdek ji bo derbazbûna gihîştîbûnê bi fikar û nexwazî be.
Sendroma Peter Pan bi gelemperî ji hêla gelek faktoran ve dibe sedema, famkirin û çareserkirina vê rewşê, pêvajoyeka tevlihev e. Alîkarîya pispor dikare ji bo têgihiştin û rûbirûbûna vê rewşê rêyeka bi bandor be.
Testa Sendroma Peter Pan
Testa sendroma Peter Pan ji hinek rêzepirsan pêk tê ku asta gihîştîbûna kesane û kapasîteya berpirsîyarîyê dipîve. Ev test bi gelemperî ji hêla psîkolog an terapîstan ve têne kirin. Hin pirsên di dema ceribandinê de têne pirsîn ev in:
- Hûn heta çi radeyê erkên xwe yên rojane pêk tînin?
- Hûn pîlanên demdirêj çêbikin?
- Hûn xwe wekî mezinekê hîs dikin?
- Hûn dixwazin serbixwe bijîn an bi malbat an jî hevalan re?
Ev pirs têne bikaranîn da ku rewşa psîkolojîk a kesane fam bikin û dîyar bikin ka wan Sendroma Peter Pan heye an na. Digel vê yekê, serpêhatîyên jîyanê yên berê, avahîya malbatê û têkilîyên civakî jî pêkhateyên giring ên vê ceribandinê ne. Encamên testê têne bikaranîn ji bo dîyarkirina cihên tengasîyê yên kesî û kîjan dermankirin ji bo wî pêwîst e.
Dermankirina Sendroma Peter Pan
Tedawîya Sendroma Peter Pan di nav xwe de rêbazên psîkoterapî û terapîya tevgerê pêk tîne. Di dema pêvajoya dermankirinê de, armanc ew e ku mirov pêvajoya mezinbûnê piştgirî bike û berpirsîyarîyê lê bide girtin. Rêbazên dermankirinê ev in:
Psîkoterapî: Dema ku Sendroma Peter Pan ji perspektîfeka psîkolojîyê ve tê hesibandin, ew ji kesan re dibe alîkar ku pêvajoyên xwe yên hestyarî û derûnî fam bike û bi rê ve bibe. Terapîst hewil dide ku serpêhatîyên zarokatîya ferdî û bandora van serpêhatîyan li ser jîyana wî ya mezin fam bike.
Terapîya Tevgerî: Lêkolînên ku bi mebesta pêşxistina jêhatîbûna berpirsîyarî û mezinbûnê ve girêdayî ye. Ev cure tedawîyê ferdî, teşwîq dike ku di jîyana xwe ya rojane de berpirsîyarîyê bigire û ji wî re dibe alîkar ku bi zehmetîyên ku di vê pêvajoyê de dibîne bikare çareser bike.
Terapîya Komê: Bi kesên ku pirsgirêkên mîna wan dijîn re, parvekirina ezmûn û piştgirîyê peyda dike. Bi terapîya komê kes fêm dike ku ew ne bi tenê ye û dikare ji kesên din ên ku xwedan ezmûnên mîna wan in piştgirî werbigire.
Armanca van rêbazên dermankirinê başkirina kalîteya jîyana kesane û peydakirina adaptasyona civakî ye. Di heman demê de bi zêdekirina jixwebawerîya ferdî re dibe alîkar ku jîyaneka serbixwe bijî. Di tevahîya pêvajoya dermankirinê de, giring e ku kes bi rengekê çalak beşdarî dermankirinê bibe û pêşnîyarên terapîstî bi cih bîne.