Li seranserê welatên cîhanê qanûn û rêzikên curbecur hene, da pergal û nîzama civakî bê sazkirin û ewlehîya welatîyan bê parastin. Lêbelê, hinek qanûn pir balkêş û awarte, hinek jî gelek ecêb û ne ber‘eqil xuya dikin. Di vê nivîsê de, em ê qedexe û qanûnên herî balkêş ên li cîhanê nîqaş bikin.
Zimanê Kurdî
Mijar me’lûmê we ye, hewce nake em behs bikin…
Cûtina Benîştan Qedexe ye li Sîngapûrê
Sîngapûr, yek ji bajarên paqij ên cîhanê tê zanîn û ji bo pergal û nîzaman civakî xwudanê rêgezên pir hişk e. Bi zagoneka nû cûtina benîştan hat qedexe kirin di sala 1992yan de. Sedema vê qedexeyê ew bû ku hemwelatîyan benîştê xwe diavêtin erdê û paqijkirina erdê zehmet dibû. Bes di 2004an de, destûra firotina benîştan hate dayîn li dermanxaneyan bi tene ji bo armancên bijîşkî. Dîsa jî bê destûr cûtina benîştî qedexe ye û cizayê wê têra xwe giran e.
Şevan Çûyîna Destavê Qedexe ye li Swîsreyê
Li balaxane (apartman) piştî seet dehê şeve kişandina sîfonê qedexe ye. Ev qanûn hatîye çêkirin da ku mirovên din ên ku di apartmanê de dijîn aciz nebin. Heger em hesasîya Swîsreyê li ser bêdengî û pergalê bifikirin pir normal e. Lê ev yek li gor gelek kesan ji bo azadîyê pir astengdar e.
Qedexeya Qelewbûnê li Japonyayê
Japonya, ji bo ku hemwelatîyên wê tenduristîya xwe ji dest nedin “Qanûna Metabo” derxist di sala 2008an de. Li gor vê qanûnê divêt kembera mêrên di ser 40 salîyê re herî zêde 85 cm be û yê jinan jî herî zê de 90 cm. Ger kesek ji van sînoran derbas bike, hikûmet bi şêwirmendîya tenduristî alîkarîya wî dike ku hewil dide kîloyan bide ve. Her çend ev qanûn li Japonyayê wekî hewildanek kêmkirina rêjeyên obezîteyê bê dîtin jî li gorey gelek kesan desttêwerdana mafê kesayetî ye.
Danûstandinên Zêde Pereyên Hûr Qedexe ye li Kanadayê
Li Kanadayê, danûstandina zêde bi pereyên hûr qedexe ye. Li gorî zagonê ku di sala 1985an de hate pejirandin, mirov dikare bi 25 centan herî zêde heta 5 dolaran, bi dolarekê pereye hûr jî herî zêde heta 25 dolaran danûstandinê bike. Sedema vê yekê jî ew e ku firoşkar bêgav bimînin ku hejmareka zêde ya pereyên hûr bihejmêrin.
Komkirina Qalikên Istrîdyeyan Sûc e li Dewleta Yekbûyî ya Emerîkayê
Li Florîdaya Dewleta Dewleta Yekbûyî ya Emerîkayê, berhevkirin û birina istrîdyeyan li beravê qedexe ye. Ji ber ku ev qalik di ekolojîyê de roleka giring hene û piştgiriyê didin jiyana siruştî. Ger kesek bê destûrqalikên istrîdyeyan bibe, ew dibe ku cezayê pereyan an jî yê zindanê bistîne.
Qedexe ye Mirov li Otobanê bê Benzîn bimîne li Elmanyayê
Li ser rêyên otobanê yên navdar ên li Elmanyayê sînorê lezê nîne, lewma qedexe ye mirov bê benzîn bimîne li ser van rêyan. Sedema vê yekê ew e ku wesayêtên ku li ser otobanê radiwestin dibe ku bibin sedema qezayan. Ger şewata ajokarekê biqede û li ser otobanê biraweste, dibe ku ew were cezakirin.
Di bin Çavdêriya Polîsan de Serxweşî Serbest e li Koreya Başur
Qedexe ye serxweş derbikeve herêmên giştî li gelek deverên cihanê. Lêbelê, ev rewş li Koreya Başur berevajî ye. Polîs nikare li deverên giştî serxweşan bigire. Heta, heger kesek zehf serxweş be û ji polîsan re bêrûmetîyê jî bike ew cezayekê mezin nastîne. Lêbelê, heke zirarê bide kesekê an tiştekê hingê cuda ye.
Seeta Bikaranîna Gêzikê Ceyranê li Awustralyayê
Li gelek deverên li Awustralyayê xebata gêzikê ceyranê qedexe ye. Exleb ji wan kesan re ceza tê birînê, ew kesên di navbera seet dehê şev û heftê siharê de gêzîkê ceyranê dişixulinin ji ber dengê wê yê gere.
Qedexe ye Mirov pê li Pereyan Bike li Taylandê
Sûc e, mirov pê li banqnotan bike na jî zirarê bide pereyan li Taylandê. Ji ber ku li Taylandê, wêneya qralî li ser pereyan heye û pêlêkirin jê re dibite bêrêzî. Heger kesek bêhemdî xwe jî pê lê bike çû ji kîsê wî, ew dikare cizayî bixwe.
Lîstikên Vîdyoyan li Yewnanîstanê Qedexe Bûn!
Yewnanîstanê qanûnek li seranserê welêt derxist ku hemî lîstikên vîdyoyê qedexe kir di sala 2002yan de. Ev qanûn ji bo şerê li ser adeta pêgirên maddeyan hatibû derxistin, lê reaksiyoneka mezin girt, ji ber ku bi şaşî hemî lîstikên vîdyoyî digirte nav xwe. Paşê qanûn hate guhertin da ku tenê lîstikên xumarê girte nav xwe.
Di serencamê de ev qanûnên balkêş, ku li deverên cihêreng ên cîhanê têne sepandin, destnîşan dikin ka cudahiyên çandî û polîtîkayên dewletê çi qas cuda ne. Hinekan bi armanca parastina tenduristî û ewlehiya gelî bûn; hinek ji ber sedemên dîrokî û çandî hatine danan. Her çend hinek ber‘eqil xuya bikin jî hinek dibe ku pir ecêb xuya bikin.