Di seranserê dîroka mirovahîyê de, gelek şaristanîyan avahî ava kirine ku li gor serdema xwe wekî avahîyên zêrîn mirov dikare bi nav bike. Hin avahîyên ku ji hêla erdkologan ve hatine vedîtin vedigerin bi hezaran salan berê û hêj jî li ser pêyan e. Li vê derê 5 avahîyên herî kevin ên li cîhanê hene:
Girê Mirazan (11,000 BZ)
Girê Mirazan, nêzîkê 13,000 salan berê hatîye çêkirin, di destpêka temenê neolîtîk de û wekî komplekseka perestgehê ya kevnare ya cîhanê hate pejirandin. Ev qada arkeolojîk a li Ruhayê bi sitûnên kevirîn û figurên heywanan balê dikişîne. Van avahî ji hêla civakên nêçîrvan-berhevker ve berîya pêşketina jîyana çandinî û niştecihîya tam, hatine çêkirin. Kifşkirina Girê Mirazan zanînên me yên der heqê dîroka mirovahîyê ji binetarê guherandine û nişan daye ku dîn û organizasyona civakî berî jîyana çandinîyê dest pê kirîye.
Di encama kolandinan de hate zanîn ku ev der wekî navendeka dînî û rîtûelan hate çêkirin. Bes nayê zanîn ka çawa bloken mezin ên keviran hatine veguhestin û bicihkirin. Kevirên ku di çêkirina Girê Mirazan de hatine bikaranîn, giranîya wan heta 20 ton heye û di encama hevlarîyeka mezin a komelayetî de hatîye çêkirin. Ev jî nîşan dide ku wê demê jîyana mirovan bêhtir rêxistinkirî bû. Girê Mirazan ne bi tenê nuwazeyeka erdkolojîk e; di heman demê de yek ji wan delîlên kevintirîn ên çandî û dînî ye jî.
Tell Qaramel (11,000 BZ – 9,670 BZ)
Cihnişîneka Neolîtîk e nêzîkî Helebê li Sûrîyeyê ku dîroka wê digehe berî zayînê nêzîkî salên 11,000 – 9,670an. Di encama lêkolînan de hate zanîn ku ev der yek ji wan niştecîhên herî kevnar e ku ji hêla civakên nêçîrvan-berhevkar ve hatîye bikaranîn. Pênç nêrîngehên (qûle) balkêş hene ku dikevin nav nêrîngehên herî kevin. Ev nêrîngehên kevirîn ên gilover, tê fikirîn ku ji bo armancên parastin, çavdêrî an jî dînî hatine bikaranîn. Tell Qaramel, yek ji wan delîlan e ku mirov berî çandinîyê derbazî jîyana niştecihîyê bûne.
Avahîyên vê derê ji kevir û kelpîçan pêk tên ku der barê geşedanên serdema zû ya mîmarîyê agahîyan dide. Ji Girê Mirazan cudatir, vedîtinên li Tell Qaramelê ji bo fêmkirina me dibin alîkar ka çawa ji jîyana koçerîyê derbazî jîyana niştecihî ya mayînde bûne. Di heman demê de, der heqê amûrên kevirîn û bermahîyên organîk, şêwaza jîyanê, adetên xwarinê û strukturên civakî yên serdemê de agahîyan dide destê me. Bi vî alîyê xwe Tell Qaramel, cihekê erdkolojîk daneyan giring ji bo dîroka mirovahîyê dide me.
Nêrîngeha Erîhayê (8,000 BZ)
Nêrîngeha Erîhayê yek ji kevintirîn nêrîngehên kevîrîn e li cîhanê û dîroka wê vedigere 8,000 BZ li bajarê kevnare yê Erihayê (Jericho) li Şerîaya Rojava ya Filistînê. Ev avahî yek ji nimûneyên kevneşopî yên mîmarîya bîranînî ya Heyama Neolîtîk tê hesibandin. Nêzîkî 8 metre nîvan bilind û 9 metre di dorhêla wê heye, ji blokên kevir ên mezin ava hatîye avakirin. Di hundirê wê de pêlpêlkek heye, tê hizirîn ku çêdibe ji bo parastin, merasîmên dînî an jî rêxistinên civakî hatibe bikaranîn.
Nêrîngeha Erîhayê, strukturek giring e ku nişan dide ka mirovên we serdemê di warê endezyarîyê çend pêş ketibûn û xwedî çi şîyanewwerîyên organîzasyona komelayetî bûn. Heger ev nêrîngeh wekî perçeyek ji sûrên ku derdora Erîhayê dipêçe bê hesibandin, li gor hindek erdkologan çêdibe ji bo ritûelan an jî çavdêrîyên astronomik hatibe bikaranîn. Ji berk u di serdema destpêka çandinîyê de hatîye avakirin, ev avahîyên weha dibin nîşaneya hewcehîya hêza karî û organizasyona komelayetî ya wê serdemê. Nêrîngeha Erîhayê xwedîyê giringîyeka mezin e wekî yek ji mîmarîyên bîranînî yên kevn ên dîroka mirovahîyê.
Çatalhoyuk (7,400 BZ)
Çatalhoyuk îro nêzîkî 9,400 salan hate avakirin, wekî yek ji pêkhateyên herî giring ên Heyamê Neolîtîkê, li Anatolyaya Navîn, li başûrê rojhilata parêzgeha Konyayê. Ev niştewara mezin, ku di navbera 7400-6200 B.Z’ê de nimûneyên destpêkê yên jîyan çandinîyê û rêxistina civakî de dîyar dike. Avakirina xanîyên bi hev ve, nebûna kolanan û derîyê ji serbanî, taybetmendîyên Çatalhoyukê yê xweser in ku ji cihên din ên Neolîtîk cuda dike. Wekî din, mirovên ku li vir dijîn çandinî dikirin, heywanan xwudan dikirin û huner dikirin. Ew freskên û xêzên li ser dîwarên malê, agahîyan der barê jîyana civakî û cînî de dide.
Xanîyên Çatalhoyukê ji kelpîçam hatine çêkirin û di her xanîyekê de kuçik û depo hebû. Mirî li bin binê xanî dihatin veşartin û carinan jî qafolkê wan jê dikirin û bi siwayê dipêçandin. Ev rîtûel agahîyan der barê bawerîya piştî mirinê didin. Wê deme bi taybetî peykersazî, bi taybetî fîgurên “Xwedaya Jin”, fîgurên berekete û fîgurên jin pîroz dihatin dîtin. Çataloyuk, di warê bajarbûn û niştecihbûnê de wekî yek ji mînakên herî pêşîkê ketîye nav Lîsteya Mîrateya Dinayayê ya UNESCO’yê, wekî yek ji guherînên giring ên dîroka mirovahîyê derdikeve pêş.
Hîrokîtya (Chirokoitia) (7,000 BZ – 4000 BZ)
Hîrokîtya, yek ji wan cihwarên herî giring li girava Qibrisê ye û di navbera 7000-4000 BZ’ê de hatîye avakirin. Ev qada ardkolojîk di sala 1998ê de ketîye nav Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê û mêhvandarîya yek ji qewmên herî kevin ên çandinîyê kirîye li Deryaspî. Hîrokîtya ji xanîyên kevirîn ên gilover hatîye avakirin ku eve yek ji taybetmendîyên wê yên giring e. Xanî bi hev ve hatine avakirin, bihorên wan teng in û dîwarên wan pêkve girêdayî ne. Ev şêwe, çêdibe ji ber hevgirtina civakî û ewlehî ya di nav komê de hatibe çêkirin.
Gelê Hîrokîtyayê çandinî dikirin û heywan xwedî dikirin, bi taybetî genim, cih û baqilat diçandin. Di heman deme de bizin û pez xwudan dikirin û debara xwe dikirin. Ecêb e ku li nav vî cihwarî erebeyên teker heyî an jî ticareteka mezin nehatîye tesbîtkirin. Ev jî tê wê wateyê ku civakê xwe bi xwe têra xwe dikir. Her weha piştî mirinê mirîyên xwe di bin bine malê de diveşartin ku eve jî nîşaneyeka bawerîya piştî mirinê ye. Hîrokîtya cihwarekê erdkolojîk ê giring e ku famê dide me der barê komên li Deryaspî di Heyama Neolîtîk de ka çawa organize bûne.
Di encamê de, avahî û cihnişînên herî mezin, xalêng giring ên di dîroka mirovahîyê de ronahî dikin. Ji Girê Mirazan bigire heta Tell Qaramelê, ji Nêrîngeha Erîhayê bigire heta Çatalhoyukê heta Hîrokîtyayê, gelek qadên erdkolojîyê ka mirovan xwe çawa bi rêxistin kirine, çawa derbazî jîyana dêmanîyê bûne û yekem struktûrên komelayetî çawa ava kirine nîşa me didin. Ev cihnişîn, ne bi tenê cihên vehewînê ne, di heman demê de cihên gelek hêmanên wekî ewlehî, pergala civakî, bawerî û ritûelan ên kompleks in ku delîlên pêşketina şêwaza jîyanê ne.
Bi xêra van avahîyên kevnar û cihnişînan, em şîyanewerîya mirovî ya hemahengîya bi siruştê re, şîyanewerîya avakirina avahîyên mezin bi hevkarîyê û pêvajoya avakirina nirxên çandî hîn dibin. Îro erdkolog û dîroknas, bi lêkolînên li ser bermahîyên van şaristanîyan ji rabirdûyê wateyan derdixin û li ser pêşkeftina mirovahîyên nexşerêyên zelal derdixin. Ev şahidên bêdeng ên rabirdûyê, bi şopên veguherînên mezin ên mirovahîyê ku di xwe de digire ronahîyê didin pêşerojê.