3. Festîvala Şelûşepik û Cilûbergên Kurdî ya Zaxo, bi merasîmeka rengîn û bi heybet hate lidarxistin. Ev festîval, ku armanca wê parastina mîrateya çandî ya kurdî ye, bi beşdariya ji çar aliyên Kurdistanê bû qada coşeka mezin. Komên ji herêmên cuda, bi cil û bergên xwe yên kurdî, bi stran û govendên xwe derketin ser dikê.
Destpêka festîvalê bi muzîk û govendan li kolanên Zaxoyê bi awayekî bi heybet hate pîrozkirin. Jinan bi kiras û fistanên rengîn, mêran jî bi şelûşepikên xwe di kortejê de cih girtin û zerafeta çanda kurdî nîşan dan. Bi taybetî jinan bi erbaneyan kortej bi rengekê cuda xemilandin. Di qada festîvalê de, kincên kevneşopî yên ji herêmên cuda yên Kurdistanê, wekî Hekarî, Wan, Şirnex, Amed, Mêrdîn û Urmiyeyê, hatin pêşandan û bal kişandin.
Şehrîbana Kurdî Konsêrt Da
Di festîvalê de, konsêra hunermenda kurd Şehrîbana Kurdî bû yek ji xalên herî balkêş. Dengê wê yê bihêz û stranên kurdî bûn sedema kêliyên bêhnvedanê. Her weha, hunermendên TEV-ÇANDê bi stran û govendên xwe (dawetên gelêrî) atmosfereka bi coş afirandin. Yek ji navên giring ên festîvalê, dîzayner û lêkolîner Sunbol Şucayî, bal kişand ser giringiya kincên kurdî û got: “Kemer, yek ji taybetmendiyên herî giring ên kincên kurdî ye. Em bi lêkolînên xwe vê mîrateyê diparêzin.”
Nîşaneya Yekîtî û Hevgirtinê
Festîval ne bi tenê pêşangeheka kincan bû, di heman demê de bû platformeka ku yekîtî û hevgirtina çanda Kurdî nîşan da. Dîzaynerên ji herêmên cuda yên Kurdistanê, bi teknîkên nûjen nîşan dan ka kincên kevneşopî çawa têne nûkirin. Beşdaran li stendan, ji qumaşên destkariyê heta modelên bi kevir û bê kevir, gelek berhem dîtin û şansek peyda kirin ku van xebatan binirxînin.
Şaredarê Zaxoyê di axaftina destpêkê de got: “Ev festîval ji bo veguhestina çanda me bo nifşên nû û naskirina bedewiya kincên me yên kevneşopî li cîhanê pirek e. Her sal bi beşdariyeka mezintir em vê mîrateyê dijîn.”
Festîvalê du rojan bi govend, muzîk û pêşangehên çandî dewam kir. Beşdaran di nav atmosfereka mêvanperwer a Zaxoyê de çanda kurdî bi şahî û hevgirtinê jiyan. Festîvalê, hem ji bo xelkê herêmê hem jî ji bo mêvanan bîranînên bêhempa hişt û hêza kincên kevneşopî yên kurdî careke dî îsbat kir.