Paris Saint-Germain, di Lîga Şampîyonan a Ewrûpayê de bû şampîyon! 31ê Gulana 2025ê, li qada herî bi prestîj a futbola Ewropayê dîrok hate nivîsîn! Paris Saint-Germain (PSG), di fînala Lîga Şampîyonan a Ewrûpayê ya sezona 2024-2025ê de, tîma Îtalyayê Inter bi encama 5-0 têk bir û yekem car kûpaya Lîga Şampîyonan a Ewrûpayê hilda. Maça fînalê li Muniha Elmanyayê li Stadyûma Allianz Arenayê hate lîstin, bi performansa bêhempa ya PSG’ê veguherî şahîya fûtbolê.
Çîroka Maçê û Performansa Rekorşikêner a PSG’ê
Di maçê de PSG ji destpêkê heta dawîyê lîstikeka serdest lîst. Di bin serokatîya rahênerê teknîkî Luis Enrique de, tîma Fransî ji xulekên destpêkê yên maçê ve qada Interê dorpêç kir. Êrîşên bilez, organîzasyonên pasê yên bêkêmasî û qedandina bi bandor, cudahîya PSG’ê derxist holê. Ev serkeftina 5-0, di dîroka fînalên Lîga Şampîyonan a Ewrûpayê de yek ji encamên herî cihêreng bû.
Di pêşbirkê de, di xuleka 12ê de A. Hakimi, di xulekên 20 û 63yê de D. Doue, di xuleka 73yê de K. Kvaratskhelia û di xuleka 86ê de S. Mayulu li ser navê PSG’ê gol kirin. Lîstikvanê ciwan ê 19 salî yê PSG’ê bi 2 gol û asîstekê bû stêrkê maçê.
PSG, bi vê serkeftinê ne bi tenê yekem şampîyonîya xwe ya Lîga Şampîyonan bi dest xist, her weha bi vê encama mezin navê xwe wekî tîma ku di fînalan de ferqa herî mezin kirîye di dîrokê de tomar kir. Hakemê Romanyayî yê maçê, Istvan Kovacs, jî wekî yekem hakemê ku fînalên Lîga Şampîyonan, Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê bi rê ve birîye, navê xwe di dîrokê de nivîsî.
Luis Enrique: Armanca Dilsoz
Piştî maçê, demên hestyarî. Rahênerê teknîkî Luis Enrique dîyar kir ku ev serkeftin dîyarîyê keça xwe kir ku li sala 2019ê ji ber penceşêrê jîyana xwe ji dest dabû. Li stadyûmê hem jî li ber ekranan bi milyonan kes hestyar kir. Enrique di daxuyanîya xwe ya piştî maçê de got: “Ev şampîyonî encama xebata bêhempa ya tîmê û coşeya temaşevanên me ye. Lê ji bo min, ev di heman demê de dîyarîyeka ji bo keça min a li ezmanan e.”
Rêwîtîya Serkeftinê ya PSG
PSG, bi vê serkeftinê di futbola Ewropayê de serkeftina mezin a ku bi salan li benda wê bû bi dest xist. Tîmê di sezona 2024-2025ê de Lîga 1 jî şampîyon qedand, bi vê serkeftinê sezon bi du kûpayan bi dawî kir. Serokê klûbê Nasser Al-Khelaifi piştî maçê daxuyanîyek da û got: “Ev ji bo PSG’ê çerxeka nû ye. Em serbilind in ku me ev kêlîya dîrokî ji temaşevanên xwe û lîstikvanên xwe re da tamkirin.”
Coşa Temaşevanan
Piştî fîtika dawî ya maçê, li Parîsê û li çar alîyên cîhanê temaşevanên PSG’ê derketin kolanan. Şahîyan li Şanzelîzeyê dest pê kirin, heta şevê berdewam kirin. Di medyaya civakî de jî serkeftina PSGê bi etîketa #UCLfinal bi milyonan hate belavkirin û bû trend. Temaşevanan bi gotina “Dema Parîsê hat!” ev serkeftina dîrokî pîroz kirin.
Rûpeleka Nû di Futbola Ewropayê de
Ev serkeftina PSGê, di futbola Ewropayê de wekî serkeftineka hevsengîyan diguherîne tê nirxandin. Di turnûvayê de, Real Madrid bi 15 şampîyonîyan serkêşî dike, PSG bi yekem kûpaya xwe navê xwe di nav dewên fûtbolê de nivîsî. Di Lîga Şampîyonan a Ewrûpayê de ku tîmên Îspanyayê 20 caran û tîmên Îngilîzî 15 caran bi ser ketine, ev serkeftin ji bo tîmên Fransî piştî Olympique Marsilya wekî duyem şampîyonî hat tomarkirin.
Ev serkeftina dîrokî ya PSGê, ji bo paşeroja klûbê jî wekî destpêkeka hêvîdar tê dîtin. Temaşevan li benda PSG’ê ne ku di sezona nû de jî bi heman coş û daxwazê bilîze. Parîs, êdî ne bi tenê paytexta modayê û hunerê ye, di heman demê de paytexta fûtbolê ye jî!