Ji teref jina kurd Naren Briarê ve serkeftineka dîrokî li Emerîkayê. Cara yekem jineka kurd di desteya şaredarîya bajarê Bellevueê de cih digire.
Di hilbijartinên giştî yên bajarê Bellevue ya eyaleta Washingtonê de, Naren Briara kurd, hate hilbijartin ji bo pozîsyona 2yem a desteya bajêr û bû yekem jina kurd ku ev wezîfê girtî li DYE’yê. Wê raqîbê xwe Conrad Lee têk bir û serkeftin bi dest xist. Malbata Briar ji bajarê Helepçeyê, ji başûrê Kurdistanê ye. Ev hilbijartin, xaleka guherînê ye ku penaberek di sîyaseta Emerîkayê de bi ser bikeve.
Encamên hilbijartinê dîyar bûn li gorey agahîyên pêşî yên Ofîsa Hilbijartinê ya Wîlayeta Kingê ku di 4ê mijdarê roja sêşemê de hatine ragihandin. Briar, nêzîkî %52yê dengan wergirt û Conrad Lee derbaz kir û encamên fermî çarşemê (6ê mijdarê) hatine pejirandin û dest bi kar kir. Desteya Bajarê Bellevue, ku ji heft endaman pêk tê, biryarên giring ên wekî planifikasyon, perwerde û karên civakî yên bajêr bi rê ve dibe. Di hilbijartinên îsal de, berendamên piştgirîya demokratan dikin, bi giştî bi ser keftine.

Çîroka Briarê û Malbata Wê
Çîroka Naren Briarê, bi mîrateya malbatê û hewildanên takekesî pêk tê. Briar, li Dallasê, Teksasê ji dayik bûye û mezin bûye. Malbata wê ji qirkirina Seddam Huseyîn a Helepçeyê ya revîyaye. Babê wê û malbatê, li 16ê adarê 1988ê ji êrîşa gaza kîmyewî ya li Helepçeyê bi kutekî rizgar bûne; paşê wekî penaberan derbasî DYE bûne. Briar, di posteka li LinkedInê de weha behsa vê trajedîyê dike: “Berî 37 salan vê rojê, babê min û malbata wî bi kutekî ji gaza kimyewî ya rizgar bûn ku rejîma Seddam Huseyîn li kurdan dibarand li Helepçeyê. Piştî bajarê wan xirab bûyî, babê min û dayika min bi cesaret wekî penaberan revîyan bo DYE – bi tenê çend qurûşan di berîkên wan de. Ji sifrê dest pê kirin û nirxên edaletê, perwerde û xebatkarî ji min re danîn.”
Briar, mezûna Zanîngeha Boston Collegeê ye û li Meta (berê Facebook) wekî rêvebera hilberên di warê etîka jîrîya çêkirî, nepenî û polîtîkayê de kar dike. Piştî ku koçî Bellevue dikin, ew “Bellevue Essentials” – bernameya beşdarîya civakî ya bajêr – temam kir û entegreyî rêveberîya herêmî bû. Di xebatên dilxwazîyê de, mentorkirina xwendekaran, bernameyên ji bo kal û pîran û alîkarîya kampên penaberan de cih digire. Bi taybetî li kampên penaberan ên Rojava (rojavayê Kurdistanê) û Îraqê, projeyên mirovahîyê yên ji bo pirsgirêkên ceyran û perwerdeyê kirine. Ev tecrûbe, bingeha kampanyaya wê pêk anîn; di postekê de li Instagramê weha got: “Dayik û babê min ji jenosîda kurdan a Seddam Huseyîn revîyan. Dema ku ez gihiştim Bellevue, ez bawer bûm ku ev dê mala min a ji bo jîyana min a mayî be. Tecrûbeyên min, li vî bajarî xalekê hevgirtinê diafirînin ku firsend û îlhamên mezin dane min.”

Tecrûbe û Xebat û Rola Wê
Kampanyaya Briarê, li ser bingeha “avakirina civakên bihêz û mêvanperwer” û “rêveberîya herêmî ya bi bandor” bû. Berî hilbijartinê, bi niştecihên Bellevue li Redditê re têkilî danî û pirsgirêkên mezinbûna bajêr, domdarî û hevgirtinê anîn rojeva xwe. Briar, ev cara yekem e bûyî berendam, piştgirîya rêxistinên perwerdeya Demokratan wekî Emerge America wergirtîye û raqîbê xwe yê xwedî tecrûbe têk bir. Serkeftina wê, li medyaya kurdî wekî “hilbijartina jineka kurd di sîyaseta DYE’yê de” tê pîrozkirin.
Ev hilbijartin, cihêwazîya demografîk a Bellevue nîşan dide. Bajar, bi nifûsa xwe ya Asyayî tê nasîn û navendên teknolojîyê yên wekî ku şirketên Meta’yê hene li herêmê. Serkeftina Briarê, dikare lezê bide entegrasyona civakên penaberan di sîyaseta Emerîkayê de; bi heman awayî, dengê dîyasporaya kurdî li DYE’yê dikare bihêztir bike. Briar, li malpera kampanyaya xwe bangawazî kiribû: “Dema em hêza jîyanê ya bilind diparêzin, em şiklekê jî bidin paşeroja xwe.”
Wekî endama nû yê Desteya Bajarê Bellevue, Briar dê di mehanên pêş de bandorê li polîtîkayên budçe, malan û hawirdorê yên bajêr bike. Ev serkeftin, dê îlhamê bide civaka kurdî û jinên rêveber. Her weha dê bibe çîrokek ku êşa Helepçeyê li paş xwe hêlayî.

