8. Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir. Pêşangehê serê vê sibê deriyê xwe ji pirtûkhezan re vekir. Fûar îsal dê mazûvaniya 38 weşanxaneyên kurdî bike.
Pêşangeha pirtûkan a ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Tüm Fuarcılık Yapım AŞ (TÜYAP) vê sibê dest pê kir û dê heta 8ê Kanûnê vekirî be. Pêşangeha pirtûkan cara 8emîn li Amedê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin û wê 9 rojan bi pirtûkhezan re bicive.
206 Weşanxane Beşdar in
Pêşangeh, mazûvaniya 206 weşanxane û bi sedan nivîskaran dike. 38 ji van weşanxaneyan li Amedê û herêmê weşanxaneyên bi kurdî ne. Pêşangeh dê 9 rojan mazûvaniya gelek çalakiyan wek standên pirtûkan, danişînên xweser, hevpeyvîn û panelan bike.
Par piştî 4 salan 510 hezar kes serdana pêşangehê kiribûn ku gihiştibû asta herî bilind a dîroka xwe. Çawa ku fûarê par eleqeyek mezin dîtibû, tê payîn ku îsal jî heman eleqeyê bibîne.
510 Hezar Zîyaretvan
Ji organîzatorên Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Faruk Korkmaz jî diyar kir ku armanca wan îsal ew e ku mazûvaniya zêdeyî 510 hezar ziyaretvanan bikin.