Gelo ev çend sal in hûn di heman şirketê de dixebitin? Pênc sal? Deh sal? Walter Orthmann, ev 84 sal in di heman şirketê de dixebite! Erê, te rast bihîst, tam 84 sal in! Di 6ê Çileya 2022ê de, ev destkeftiya awarte bi fermî ji hêla Rekorên Cîhanê yên Guinnessê ve hate pejirandin. Gelo Walter çawa karî demekê ev qas dirêj di heman karî de bi heweskarî bixebite? Sira wî azwerî, disiplîn û pabendbûna wî ye! Hizûr û motîvasyona ku her roj ji bo heman şirketê bixebite bû sedem ku di dawiyê de bibe xwediyê kariyera herî dirêj a cîhanê. Ka em ji nêzîk ve li çîroka wî binêrin.
Jîyana Karî ya Walter Orthmann
Di 17 Çile 1938 de, dema hêj 15 salî, Walter Orthmann li herêma Santa Catarina ya Brezîlyayê di şirketeka tekstîlê de wekî alîkarê barkêşiyê dest bi kar kir. Wê demê kesî pêşbînî nedikir ku ev xort rojekê bibe navekê navdar li hemû cîhanê. Walter ji temenekê piçûk ve bi dilxwaziya xwe ya fêrbûnê dihat zanîn. Walter li bajarê Brusque li başûrê Brezîlyayê ji dayik bû ku tê de nifûseka mezin a Elmanan lê dijiyan, rêya dûr û dirêj a dibistanê pêxwas dimeşî. Dijwarî ji bo Walter nebûn asteng; bi biryardarî û disiplîna xwe hemû zehmetî derbaz kirin.
Her çend wî di temenekê piçûk de ji ber tengasîyên aborî yên malbata xwe dest bi kar kir jî wan yekser bala xwe da jîr û baldariya Walter a bi hûrgilî. Çi ku di warê zimanê elmanî de şiyaneka wî ya xurt hebû, tavilê bi dêya wî re ew xistine kargeha tevnsaziyê. Hingê jîyana Walter dest bi guherînê kir.
Her çend wî wekî arîkarê veguheztinê dest bi xebatê kiribe jî, bi performansa xwe ya awarte di vê pozîsyonê de zû pêş keft. Walter, ku bi domdarî xwe baştir dikir û tiştên ku ji hêviyê wêdetir kir, di demek kurt de ber bi pozîsyoneka firotanê hate pêş xistin. Di firoştinê de serkeftina wî berdewam kir û piştî demekê bû Rêveberê Firotinê.
Di hevpeyvînekê de got, “Derfeta min hat dayîn ku ez wekî firoşkar bixebitim. Ez çûm São Pauloyê û di demekê ji hefteyekê kêmtir de min hilberîna bi qasî sê mehan kar bi siparîşan tijî kir. Ev hewildana Walter îspatek bû ku ew çi qas bi biryar û dilsoz bû ji xebata xwe re. Walter difikire ku tiştê herî qîmetdar der barê kar de ev e ku ew hesteka armanc, pabendbûn û rûtîn dide wî. Vê perspektîfê hişt ku ew jiyana karsaziya xwe biparêze û her roj bi enerjîk bixebite.
Di salên 1950an de, Walter dest bi rêwîtiya li seranserê welêt kir û bi hevdîtina mirovên ji bajarên cihê û çandên cihê xwe pêşdetir bir. Rêwîtîyê her tim îlham dayê. Bi vî awayî ne bi tenê ji bo karê xwe, ji bo avakirina dostanîyê jî jêhatîbûneka mezin pêş xist.
Têkiliyên xurt ên ku wî bi xerîdarên xwe re damezrandîn yek ji wan faktorên herî giring bû ku wî di jiyana karsaziyê de serfiraz bibe. Walter ne bi tenê karsazek bû, di heman demê de serokek jî bû ku pêşî dida hevaltî û têkiliyên baş di cîhana karsaziyê de. Di tevahiya jiyana xwe ya xebatê ya 84salîyê de, Walter Orthmann hem di şirketa xwe de hem jî di cîhanê de bû şahidê guhertinên mezin. Yek ji wan tiştên herî giring ên ku ew bi salan fêr bûyî ew bû ku rêya serfiraziyê di karsaziyê de bi domdarî guncav bimîne û bi şert û mercên herdem-guherbar re adapte bibe.
Walter Jê Hes Bike Dike
Walter di 19ê Avrêla 2022an de kete 100 salîya xwe. Wî ev roja taybet bi heval, hevkar û malbata xwe re bi şahiyeka mezin pîroz kir. Ne bi tenê bi salên ku jiyayî, bi karîzma, empatî û mirovatiya xwe jî wekî rêberekî ronî bû. Wekî ku ew dibêje: “Gava em wan tiştan dikin ên ku em jê hez dikin, hingê em nizanin ka dem çawa diçe.”
Tenduristiya wî baş e û hişê wî geş e! Tewra hafizeya wî ew qas tûj e ku bi leza îroyîn hema hema ne mimkûn e ku mirov ji bîr bike. Walter jiyaneka bêdeng dijî û tenduristiya xwe ya laşî û derûnî diparêze her roj bi rêkûpêk werzîşê dike. Bi vî rengî, ew dikare enerjî û zindîtiya hewce bibîne ku her roj biçe cîhê xwe yê bijare, ofîsa xwe.
Ji bo Karmendan Şîretên Hêja dike
Ji hêla pîşeyî ve, şîreta herî qîmetdar ku Walter dide ev e ku di şirketetê de bixebitin ew şirketa ku hûn xwe bi rastî bi motîvasyon û nirx hîs dikin. Ji ber ku di hawîrdoreka weha de serkeftin neçar dibe. Walter ji ber ku her gav bala xwe dide niha, rekora karîyerê şkêna. Armancên wî ne di paşerojê de û ne jî di pêşerojê de bûn, tenê ji hêza wê kêliyê bawer dikir. Bi gotina wî: “Ez pir pîlanan nadim, zêde xema sibe nakim. Ez bi tenê di dema niha de dijîm. Sibe dê rojek din be ku ez şiyar bibim, rahênanê bikim û biçim kar. Giring e ku mirov di dema niha de be, ne ku li paşerojê an pêşerojê bifikirin. De were, em dest bi kar bikin!”
Di destpêkê de wî nekarî serkeftineka weha xiyal jî bike. Lê dema ku lê tê nihêrtin, ew dibêje serkeftina wî ya herî serbilind ew e ku navê xwe di dîrokê de wekî kesê herî dirêj di heman şirketê de dixebitî. Her çend wî jî mîna her kesê dest bi kariyera xwe kir jî bi saya azwerî û dilsoziya xwe ya bi salan, kete dîrokî. Bi xebata 84 salan di heman şirketê de, ne bi tenê kariyerek, di heman demê de felsefeya jiyanê jî ava kir.
Ew, baş dizane ku kar ne bi tenê tiştek e ku mirov pere yanqezenc bike, di heman demê de xizmeta armanceka mirovan her roj e ku mirovî motîve dike. Çîroka Walter azwerî, disiplîn û dilsoziya me ya ji bo xebata me tîne bîra me. Ew me hîn dike ku kar ne bi tenê kar e, lê çi qas giring e ku em jê hez bikin û jê re dilsoz bin. Karkirina 84 salan di heman şirketê de dibe ku wekî tiştek asayî xuya bike, lê piştî bihîstina çîroka Walter Orthmann, biryardarî û azweriya li pişt vî karî dê dikare îlhamê bide her kesê!