Roja Cîhanî ya Jinan wek rojeke watedar tê zanîn ku her sal 8ê Adarê tê pîrozkirin û balê dikişîne ser mafên jinan, wekhevî û pirsgirêkên zayendî. Ev roja taybet bi bûyerên berê û têkoşîna jinan pêk hatiye. Bi çalakiyan tê bibîranîn, ji bo hişyarkirina mafên jinan, wekhevî û pirsgirêkên zayendî tê lidarxistin. Ji aliyê dîrokî ve bûyerên ku di 8ê Adara 1908an de li DYA’yê di greva jinên karkerên tekstîlê de qewimî û piştî vê grevê Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku di sala 1910an de li Elmanyayê hate lidarxistin jî bandorê lê dike. Niha li gelek welatan 8ê Adarê bi çalakî û kampanyayên curbecur tê pîrozkirin.
Paşperdeya Dîrokî
Her çi qas li ber çavan rojeke wek cejnê bê hesibandin jî, di bingeha xwe de ev roj ji bûyereke hezîn pêk tê. Destpêka 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan ji dawiya sedsala 19an vedigere. Di 8ê Adara 1908an de li bajarê New York ê DYA’yê jinên karkerên tekstîlê ji ber mûçeyên kêm, saetên dirêj ên kar û şert û mercên nemirovî yên xebatê dest bi grevê kirin. Lê di bûyerên ku di encama mudaxeleya polîsan de pêk hatin de gelek jinan jiyana xwe ji dest dan. Ev bûyerên biêş di têkoşîna ji bo mafên jinan de bûn xala werçerxê.
Bi vî awayî, jinan dest pê grevê kirin lê mixabin ev daxwazên wan bûne sedama mirina 129 jinên karker. Piştî ji protestoyên jinan, polîsên hikûmetê 129 jinên karker di febrîqeyê de kilît kirin. Ji nişka ve agirekî mezin girte febrîqeyê û ji ber barîkatên polîsan, ew 129 karker nikarîbûn birevin û xwe xelas bikin. Ango bi şewateke trajîk ve jîyana xwe ji dest dan.
Agir çima derket, sedema wê çi bû, biqestî bû an tesadûfek bû hê jî kes nizane. Piştî vê bobelatê, Emerîka rabû pêyan. Bi dehhezaran mirovî tev li merasîma cenazeyê van jinan bû. Bi agirekî trajîk mirin, lê pey xwe re jî agirekî geş pê xistin û bûne dengê hemî jinên cîhanê.
Di bin bandora van bûyeran de di Konferansa Jinan a Navneteweyî ya de ku di sala 1910’an de li bajarê Koln ê Elmanyayê hat lidarxistin, biryar hat dayîn ku 8ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar bê bibîranîn. Ji vê rojê û vir ve li gelek welatan pîrozbahiyên 8ê Adarê ji bo balê bikişînin ser mafên jinan û piştgiriyê bidin têkoşîna wekheviyê dest pê kirine.
Lê di tekoşîna jinan de giringiya herî mezin, sala 1975ê digire. Ev sal, wek roja jinan a navneteweyî hat pîrozkirin. Di dawiya çalakiyên de, BM’yê 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kir û dû sal şûn de jî, di sala 1977an de komcivîna BM’yê ev roj bi navê “Roja Cîhanî ya Mafên Jinan, Roja Cîhanî ya Aşitîyê” qebûl kir. Mebesta vê rojê ew bû ku: parastina aştiya cîhanê, wekhevî û pêşxistina jinan. Îro jî heman di heman hemî de li cîhanê ev roja tê pîrozkirin. Bi ser de hin welatên wek Çînê, Rûsîyayê û Ugandayê de roja heyştê Adarê betlaneya fermî ye.
Wekhevî û Hişmendiya Zayendî
Roja Cîhanî ya Jinan ne bi tenê rojek e ku li ser bûyerên berê disekine; Di heman demê de armanc dike hişmendiya li ser wekheviya zayendî bilind bike. Têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên wekhev di qadên siyasî, aborî û civakî de her sal bi vê roja taybet xurtir dibe. Niha jî 8ê Adarê bi çalakiyên curbecur tê pîrozkirin. Civak bi bikaranîna vê rojê bi awayên cuda yên wekî panel, semîner, çalakiyên hunerî û kampanyayên medyaya civakî balê dikişînin ser mafên jinan.
Roja Cîhanî ya Jinan derfetek e ku em kêşeyên ku jin di dîrokê de bi wan re rûbirû mane bi bîr bînin, destkeftiyên wan pîroz bikin û piştgirî bidin têkoşînên pêşerojê yên ji bo wekheviyê. Bûyerên ku her sal di 8ê Adarê de li çaraliyê cîhanê têne lidarxistin, beşeke giring a guhertin û hişyariya civakî ne. Ev roj ji bo xurtkirina jinan û xebatên berdewam ên ji bo wekheviya zayendî berdewam dike.
Peyama Min Bo 8ê Adarê û Jinên Pîroz
Di gel vê yekê, dixwazim wek jinekê çend tiştan li ser vê roja taybet bibêjim. Roja jinan ne bi tenê rojek e, her tim e. Jin bilî Heyştê Adarê jî jin hene û di jîyanê de cihekî pir giring digirin. Yanê divê bigire. Na, na ev ne femînîstî ye, ev dengê mafdarbûna bi hezar salan e.
Em jin xurt in, kê çi dibêje bila bibêje. Dixwazim bi taybetî jî li ser vê bisekinim çimkî em jin ne bi tenê îro, her tim di bin hikumraniya mêran de mane, hatine piştguhkirin. Ji ber çi? Kê ev pergal damezirandiye? Kê gotiye ku civak bi tenê bi feraseta zilaman bi rê ve diçe? Erê, hişmendiya piraniyê jinan ji vî alî de bihêz e, ne weke berê ye. Piraniyê jinan van hemî tiştan dizanin lê dîsa jî îro hin tişt hê jî kêm in, hin tişt hêjî nayên dîtin û hin tişt divê bi lezgînî werin guhertin.
Roj tune ku em di nûçeyan de kuştina jinekî, keçekî, zarokekê nebînin. Ji jinên ji destê zilamên xwe zextê dibînin bigirin hetanî keçên ciwan ên ji alîyê xoşewîstê xwe ve bêsedem tên kuştin, ji vir jî bigirin hetanî ku zarokên rastî tacîz û tecawiz û rahêlan û destdirêjîyê tên.. Eger ku di nava miletekî de zextî gihiştîbe hetanî zarokan û ev zextî jî aliyê zayendî ve be ew mileta temamen nexweş e.
Helbet li vir sûc bi tenê sûcê zilaman nîne. Di esasê civakê de pirsgirêk heye. Lê çima tu kes ji bo çareseriyê rêçekî nagire û gava ku jin digirin jî çima rê li ber wan tê girtin. Hemû jî pirsên mihîm in lê bêbersiv in.
Jin pîroz in. Weke avê, weke axê, weke hewayê hebûna jinan jî wek nîmetekî ye. Jin bes ne jin e; jin dayik e, jin xwîşk e, jin carinan bav û bira ye jî. Jin ked e, êş e, giyan e, jan e, hebûn e. Di nebûna wê de, tu kêm î. Jin perçeyek ji giyanê te ye, tu di wê de têyî, afirandêr e jin. Jin her tişt e, jîyan e jin. Wê jîyanê bi deste xwe ve nexeniqine. Bihêlin bila hêşin bibin, nehêlin biçilmise.
Hêviya jinan di Heyşt ê Adarê de qeftên gulan nîne, nîv kevçî hez û daxwazên rêzdarî ye. Bawer im tiştên zêde dijwar nînin. Dilşadkirin ew qasî hêsan e. Ji xeynî wan, jin di dîroka me kurdan de jî cihekî pir mihîm digire. Ji ber vê yekê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar li hemû jinên cîhanê bi taybet jî li jinên kurd pîroz be. Bila ne bi tenê rojek be, her roj be..