Li Amedê 9. Festîvala Şanoyê ya Amedê bi vekirineke bêhempa dest pê kir. Festîvala ku 18ê Nîsanê dest pê kirî heta 27ê Nîsanê dê mêhvandarî 19 lîstikan bike ji çendîn komên şanoyê yên cuda û 6 gotûbêjên çend pisporên qadê.
Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî bi çalakiyên çand û hunerî li hev komkirina gelê Amedê didomîne. Şaredariya Bajarê Mezin, wê Festîvala Şanoya Amedê ya ku îsal 9’emîn car tê lidarxistin, arasteyî hunerhezan bike.
Festîvala ku bi diruşma “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” tê lidarxistin, wê di 18’ê Nîsanê de dest pê bike û heta 27’ê Nîsanê dewam bike.
Festîvala şanoyê ku li Sûra Amedê bi merasîmekê li Qesra Îskenderpaşa dest pê kirî, ji bajarên Urmiye û Seqiza Rojhelatê û Kerkûk û Duhoka Başur jî dê tîmên şanoyê beşdar bibin.
Di bernameyê de 19 Lîstik: 14 bi Kurdî, 5 bi Tirkî
Di bernameya festîvalê de ji komên cudawaz ên şanoyê ya kurdî bi tevahî 14 lîstikên kurdî wê bên lîstin. Li gel vê yekê jî 5 lîstikên bi zimanê tirkî jî cihê xwe di nav festîvalê de girtine. Her weha di çarçoveya mîhrîcanê de ji bilî lîstikên şanoyê, dê li ser şanoyê gelek gotûbêj jî bêne kirin.
Bucak: Em ê Amedê bikin paytexta Çandê…
Piştî axaftina vekirinê festîvalê Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun axaivîn
Bucak di destpêka axaftina xwe de silav da kesên ku bi salan li vê erdnîgariyê ji bo şanoya kurdî ked dayîn û got; “Ji 1’ê Nîsanê ve em di serdemeke wisa de dijîn ku şaredarî di destê îradeya gelde ye. Hêvîdar im bi vê yekê Amed bi çand têr bibe. Em sozê didin ku em ê vê havînê Amedê bikin paytexta çandê.”
Bernameya Lîstikan Weha ye:
- Rîtûelîstik Playroots (Yenî Sehne-Şermolan Performans) (Cih: Qonaxa Skender Paşa, 18 Nîsan, 20.00)
- Bûka Lekî (Şermola Performans) (Cih: Şanoya Bajêr a Amedê, 19 Nîsan, 15.00)
- Afet ile Diana (BGST İstanbil) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 19 Nîsan, 20.00)
- Afet ile Diana (BGST İstanbil) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 20 Nîsan, 15.00)
- Salma (Koma Hawar – Başur) (Cih: Çandma, 20 Nîsan, 18.00)
- Derwêş yan Gudû (Duhok) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 20 Nîsan, 20.00)
- Efsaneya Hespên Azad (Koma Argeş – Rojhelat) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 21 Nîsan, 15.00)
- Kabîl Ka Habîl (Tiyatro Ritüel) (Cih: Şanoya Bajêr a Amedê, 21 Nîsan, 18.00)
- Odip (Koma Ronya – Rojhelat) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 21 Nîsan, 20.00)
- Odip (Koma Ronya – Rojhelat) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 22 Nîsan, 15.00)
- Qral û Travîs (Koma ŞanoAr) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 22 Nîsan, 20.00)
- Çinûr (Teatra Ba) (Şanoya Bajêr a Amedê, 23 Nîsan, 15.00)
- Zîd û Han (Dubare Kumpanya) (Cih: Şanoya Bajêt a Amedê, 23 Nîsan, 18.00)
- Mirina Jeanne D’arce ya din (Şanoya Bajarê Amed) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 24 Nîsan, 20.00)
- Ceyran (Teatroger) (Cih: Şanoya Bajêr a Amedê,
24 Nîsan, 15.00) - Strip-Tease (Kirmançkî- Şanoya Bajarê Amed) (Cih: Şanoya Bajêr a Amedê, 24 Nîsan, 18.00)
- Kalabalık Duasi (Fiziksel Tiyatro Araştırmaları) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 24 Nîsan, 20.00)
- Kalabalık Duasi (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, Fiziksel Tiyatro Araştırmaları) (25 Nîsan, 15.00)
- Bernarda (Tiyato Proje No2) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 25 Nîsan, 20.00)
- Bernarda (Tiyato Proje No2) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 26 Nîsan, 15.00)
- Înfaz (Şaneşîn Performans) (Cih: Şanoya Bajêr a Amedê, 26 Nîsan, 20.00)
- Otopsi (Gölge Tiyatro Topluluğu) (Cih: Çandamed Navenda Kongreyê, 27 Nîsan, 15.00)
- Gomidas (Yolcu Tiyatro) (Cih: Dêra Ermenan ya Sirp Giragos, 27 Nîsan, 15.00)
Bernameya Gotûbêjan
- Şanoya Kurdî ya Başûrê (Adil Hesen / Nîştiman Abdullah Karem) (Cih: Çandma, 19 Nîsan, 12.00)
- Rola Guherînan di Şanoyê de) (Süreyya Karacabey) (Cih: Çandma, 20 Nîsan, 12.00)
- Şanoya Kurdî ya Rojhilatê (Efşak Reûf Gonbedî) (Cih: Çandma, 21 Nîsan, 12.00)
- Şanoya Kurdî ya Bakurê (Recep Îçen/Rûgeş Kırıcı) (Cih: Çandma, 22 Nîsan, 12.00)
- Kokên Mîtolojîk, Alîyên Sembolîk û Civakî yên Govendê Kurdan ji hêla Form û Naverokê ve (Ghotbedin Sadeghi) (Cih: Çandma, 24 Nîsan, 12.00)
- Şanoya Kurdî li Dîasporayê (Ferhat Keskin) (Cih: Çandma, 27 Nîsan, 12.00)