• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Çîroka Hebûn û Serkeftinê: Erdal Açıl

Çîroka Hebûn û Serkeftinê: Erdal Açıl
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Ji Mardînê ber bi Berlinê ve, serkeftineka îlhambexş ji bo hemû hunermendên kurd.

Şanoger û lîstikvanê kurd ê Mêrdînî Erdal Açıl, piştî lîstikên kurdî di sînemayê de bi roleka giring bal kişand ser xwe. Di fîlma Kurtuluş (Xilasbûn an jî bi navê navneteweyî Salvation) a derhêner Emin Alper de rola Azad lîst. Fîlm di 15ê Sibata 2026an de li Berlinale (Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê) pêşandana xwe ya cîhanî kir, di beşê pêşbazîyê de cih girt û xelata Hirçê Zîv wergirt.

Erdal Açıl, ji Mardinê ye û bi salan e di şanoya kurdî de dilîze û dixebite. Endamê koma Şaneşîn Performansê ye li Mardînê û di gelek lîstikên kurdî de lîstîye (mînak di “Ji Kela Dimdimê” de jî cih girtîye). Her weha di berhemên wekî Dara Mezopotamya de jî lîstîye. Ev rol di Kurtuluşê de ji bo wî derbasbûneka giring e ji şanoyê ber bi sînemaya navneteweyî ve.

Erdal Açıl ji Nûhev Mediayê re weha da xuyanê ku ji piçûkanîya wî ve di hundirê wî de hêza hunerê de heye. Lê wekî şênber berî niha bi çend salan em bi mamosteyan re hatine ba hev û komeka şanoyê ava kirine û lîstikên şanoyê yên kurdî derxistine. Hêza piçûkanîyê û tecrûbeyên yekem bi hev re şîn bûn û şax berdane.

Di 15ê Sibata 2026ê de li Berlinale, Erdal Açıl bi tîma fîlmê re beşdarî pêşandana pêşîn bû û li wê derê çanda kurdî temsîl kir. Ev yek ji bo hunermendên ji herêmê derketine derfeteka mezin e ku bigihîjin cîhanê.

Açıl hestên xwe weha anîn zimên; “Berlinal cihekê gelek mezin e, ew hêz û atmosfer û xwezaya wê derê kelecanîyê dide mirovî, gelek watedar bû, wek ku mirov li ser ewran biçe û were. Prestîja wê gelek e, 76 sal in êdî bûye mîhengek di sînemayê de, ez gelek keyfxweş im ji ber ku min di nav kadro û cihekê wisa de cih û girt.”

 “Wekî temsîlkarîyê ez lîstikvanekê navnetew ê kurd im.”

Açıl dide dîyarkirin ku lîstikên wî heta niha lîstine giş bi kurdî bûne û pê şanaz e. Ji bo derbirina hizir û ramanan gelek rihet bûye ji ber ku bi zimanê xwe ev kar kirîye. Wekî temsîlkarîyê ez lîstikvanekê navnetew ê kurd im.”

Pîlan û Projeyên Pêşerojê

Açıl da zanîn ku wî jî wekî hemû kesan bi amatorî dest pê kirîye, wekî hemû lîstikvanan wî jî xwestîye em rojekê di platformeka mezin, fîlmekê mezin de cih bigire. “Bû qismet em gihiştin vê mirada xwe, gelek keyfxweş im. Ji îro û şûndetir em ji rihê amatorane zêdetir profesyonel tev bigerim.”

Açıl, dixwaze pêşerojê di lîstik/fîlmên efsanewî û dîrokî yên kurdî de cih bigire. Weha lê zêde dike, “Sînema û şano wekî xwuh û birayan e, ji hev naqetin, her gav çûnûhatin di navbera wan de heye wekî bexçe û hundir. Xebatên me êdî wê bi gavên giran û giring hev re bimeşin.”

Çîroka Fîlmê Kurtuluşê

Çîroka fîlmî li gundekî dûr û bilind ê çîyayên Kurdistanê/Tirkîyê derbas dibe. Piştî salên dirêj ên sirgûnê, eşîrek vegerîyaye gundê xwe yê kevnar û ev yek nakokîyên kevn ên axê ji nû ve diwejîne. Di navbera feodalîte, nakokîyên biratî û tirsê de, çawa tirs dibe hêz û desthilatdarî, ev tê nîşandan. Fîlmê dramatîk bi zimanê tirkî û kurdî hatîye çêkirin. Di lîstikvanîyê de Caner Cindoruk (Mesut), Berkay Ateş (Yılmaz), Feyyaz Duman (Ferit), Naz Göktan, Özlem Taş û gelek lîstikvanên din cih digirin; Erdal Açıl jî di rola Azad de derdikeve pêş.

Ev fîlm hêj derneketîye vîzyonê, lê performansa Erdal Açıl li festîvalan gelek pesn hatîye dayîn. Em dixwazin rêya vî hunermendê ciwanê ji Mardînê vekirî be û em bêtir serkeftinên wî bibînin!

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.