Jîyan bi lez diguhere, nemaze ji bo nifşên ciwan “lêgerîna wateyê” bûye mijareka zehf giring. Wekî ku Viktor Frankl di helwesta logoterapîyê de destnîşan dike, motîvasyona bingehîn a hebûna mirovî dîtina wateyê ye; ev yek bi rêya êşkişandinê, xebatê û evînê çêdibe. Lê belê ji bo Nifşa Z (kêm zêde 1997-2012 jidayikbûn) û Nifşa Alfayê (2010/2013-2025 jidayikbûn), ev lêgerîn di bin siha pêgirtina dîjîtal a zêde, krîza avhewayê, bêewlehîya aborî û pandemîyê de şekil digire. Ev nivîs, li ser lêkolînên navneteweyî yên pêbawer ava dibe û berê xwe dide lêgerîna wateyê ya her du nifşan, astengîyên wan, çavkanîyên motîvasyonê û bandorên civakî.
Nifşa Z’yê: Nakokîya di navbera Armancnebûn û Şadbûnê de
Nifşa Z’yê wekî yekem nifş e ku ji dayikbûna xwe ve wek parçeyek înternetê tê binavkirin. Ew, cihêrengî; otantîkbûn, edaleta civakî û domdarîyê wekî nirxên sereke didin pêş. Lêbelê lêgerîna wateya wan bi astengîyên mezin re rû bi rû dimîne. Li gorî rapora “On Edge” a Harvard Graduate School of Education, %58ê ciwanên mezin meha borî di jîyana xwe de “pir kêm an jî qet wate/armanc” hîs nekirine. Ev rewş li gorî zayend, nijad an asta dahatê cudahîyeka giring nîşan nade.

Di heman raporê de, %50ê ciwanan dibêjin ku ramana “ez nizanim di jîyana xwe de çi bikim” bandoreka nerênî li tenduristîya derûnî dike. Kesê ku kêmasîya wateyê hebe di jîyana wan de, rêjeya fikar û depresyona wan %54 e; ber eksê vê yekê ji bo kesên wateyê didin jîyanê ev rêje digihe %25ê. Li ba kesên ku bawerîya olî heye hîsa wateyê zêdetir e (%47), li ba ateîstan %34 û li ba agnostîkan %32 ye. Li gorî asta perwerdeyê jî cudahî heye: Li ba mezûnên lîsansê %81, li ba mezûnên lîseyê tenê %35 e.
Anketa 2024ê ya Gallup û Walton Family Foundation (2.271 beşdar) tabloyeka hêvîdar nîşan dide: %73ê Nifşa Z’yê xwe “çi nebe hinekî bextewar” hîs dike. Lê ev rêje bi temenî re kêm dibe (di 12-14 salîya de %80, di 24-26 salîya de %68). Dîyarkera herî mezin a bextewarîyê “hîsa armancê” ye li dibistan an kar. Yên bextewar ên Nifşê Z’yê %60ê wan dibêjin ew li dibistan/karê xwe motîve ne, karê wan giring û balkêş e; li ba yên ne bextewar ev rêje nîvnîve dibe.

Lêkolîna Deloitte ya 2025 a Cîhanî ya Gen Z û Mîlenyûm (zêdetirî 23.000 beşdar) nîşan dide ku %89ê Nifşa Z’yê ji bo razîbûna kar û refahê “hîsa armancê” giring dibînin (li gor sala 2024ê zêde bûye). %41ê wan karê xwe yê sereke wekî navenda nasnameya xwe dibînin. Lê %44ê wan ji ber tunebûna armancê kar guherandine an red kirine. Yên ku tenduristîya wan a derûnî xurt, %67ê wan difikirin ku karê wan beşdarîyeka watedar ji civakê re dike. Lê dîsa jî %40ê wan pir caran stres an fikar hîs dikin; sedemên sereke demên xebatê yên dirêj, nenasbûn û bêewlehîya aborî ye.
Li gorî rapora EY’ê piştî pandemîyê Nifşa Z’yê “otantîkbûn”ê wekî nirxê herî giring dibîne (%92). Li şûna qezenckirina pereyan “bandor çêkirin” û “alîkarîyên ku têne nirxandin” derketine pêş; pereperestî ji %38 ketîye %32yê, daxwaza bandor çêkirinê ji %33 bûye %39.
Perspektîfa Tirkîyeyê: Daneyên Tirkîyeyê yên lêkolînên Deloitte û yên wekhev bi vê yekê re li hev dikin. Li gorî lêkolîna Nifşa Z’yê a Raporên Tirkîyeyê, fikarên herî mezin %32 bihabûna jîyanê û tacîza zayendî, %31 bêkarî ye. Asta stresê ji navînîya cîhanê zêdetir e: Li ba jinan %59, li ba mêran %54 (navînîya cîhanê %53 û %39). Fikara pêşerojê ji nifşên berê zêdetir e; enflasyon, bêkarî û cudahîya dahatê rasterast bandorê li lêgerîna wateyê dike.
Nifşê Z’yê wateyê di têkilîyan de (%46), di xizmetkirina kesên din de (%13) û armancên pêşerojê de (%12) dibîne. Berawirdkirina medyaya civakî, fikara avhewayê û westandina “hustle culture” astengîyên herî mezin in.

Nifşê Alfayê: Lêgerîna Wateyê Ji dayikbûna Dîjîtal Heta Bêewlehîya Pêşerojê
Nifşê Alfayê (2010-2024 jidayikbûn), nifşê herî mezin ê dîrokê ye: Bi heftîyê 2,8 milyon jidayikbûn di sala 2025ê de nêzîkî 2 milyar kes. Dêûbavên wan bi piranî Mîlenyûm û Z ne; ji ber vê yekê nirxên wekî tevlîbûn, adaptasyon û bawerîya dîjîtal mîras girtine. Wekî “zarokên sedsala ekranê” ji roja yekem ve bi iPad, telefona aqilmend û jîrîya çêkirî re mezin dibin. Li gorî lêkolînên McCrindle, ew dê bibin nifşê herî jêhatî yê teknolojîyê, yê herî dewlemend ê maddî û yê herî emirdirêj. Dê ji no wan demên perwerdeyê dirêjtir bibin, ji malê derketina wan dereng dikeve û gelek ji wan dê di wan karan bixebitin ku îro hêj çênebûne.
Ji bo Alfa’yan lêgerîna wateyê hêj negihîştîye temamîyê, lê nîşan hene: %92yê wan “xwebûn”ê giring dibînin; %30ê wan dixwazin “li cîhanê bandorê çêbikin”. Hişmendîya civakî û berpirsîyarîya jîngehê ji Z’yê mîras e. Lê hawîrdora hîper-dîjîtal (rastîya virtual, hevalên AI, metaverse) têkilîyên rast zehmettir dike. Demên baldarîyê yên kurt, gamification û metirsîya pêgirîya ekranê dibe ku wateyê daxîne “serkeftina virtual”. Ji alîyê din ve, naskirina zû ya krîza avhewayê û exlaqê AI’ê dikare wan bihêztir û çalakvantir bike.

Lêkolîn pêşbînî dikin ku Alfa dê nifşê herî cihêreng ê nijadî be û asta empatîya wan zêde be. Hîsa armancê dê bi awayekê mîna Z’yê bi rêya “alîkarîya civakê” û “otantîkbûna kesane” şekil bigire; lê bi guherandina karan ji alîyê AI’ê ve, “wateya mirovî” dê hêj zêdetir derkeve pêş. Hêj statîstîkên rasterast ên “armanc”ê tunin, ji ber ku mezintirînên wan 15 salî ne. Lê dîsa jî nirxên ku ji dêûbavan digirin (domdarî, tevlîbûn) û jêhatîbûna teknolojîk dikare wateyê di “alîkarîya dîjîtal a afirîner” û “çareserkirina pirsgirêkên gerdûnî” de bibîne.
Berawirdkirin û Astengîyên Hevpar
Her du nifş jî otantîkbûn, xebata armancdar û bandora civakî giring dibînin. Nifşa Z’yê vê lêgerînê bi awayekê çalak dijî û gelek caran bi krîza tenduristîya derûnî re rû bi rû dimîne. Alfa, dê vê lêgerînê di cîhaneka tevlihevtir de bi awayekê ji dayikbûna dîjîtal bidomîne. Astengîyên hevpar: Bêewlehîya aborî (Deloitte 2025: %48ê Nifşa Z’yê bêewlehîya darayî hîs dike), zexta medyaya civakî, fikara avhewayê û “ez ê çi bikim?” ya nedîyarbûnê.
Cudahî di kûrahîya teknolojîk de ne: Z koçerên dîjîtal in, Alfa xwecihên dîjîtal in. Z bi çalakvanîyê wateyê dibîne, Alfa dê bi komên AI piştgirî û çalakvanîya virtual bibîne.

Encam: Pêşnîyaz ji bo Civak, Perwerde û Cîhana Kar
Nifşên Z û Alfayê, lêgerîna wateyê li ser sêgoşeya “pere + wate + refah” bi cih dikin. Li gorî Deloitte, ger kardêr vê daxwazê pêk neyînin %44ê wan karên bêarmanc terk dikin. Harvard jî ji bo mezinkirina wateyê xurtkirina têkilîyan, armancên xizmetdar û pêşxistina gîyanî pêşnîyaz dike.
Li Tirkîyeyê pirsgirêkên herêmî yên wekî enflasyon û bêkarî vê lêgerînê hêj dijwartir dike. Çareserî: Di perwerdeyê de fêrbûna armancdar, di cîhana kar de mentortî û fersendên beşdarîya watedar, di malbatê de ragihandina zelal. Ji bo Alfa’yan perwerdeya xwendenivîskarîya dîjîtal û empatîyê di temenê zû de pêwîst e.
Di encamê de, ev nifş wateyê ne di çerxa “scroll-repeat”ê de, bes di têkilîyan de, di hesta alîkarîyê de û di jîyana otantîk de dibînin. Ger em wekî civak rêberîyê bidin wan, ew dê hem refaha xwe hem jî cîhana domdar a pêşerojê ava bikin. Lêgerîna wateyê naqede; lê bi piştgirîya rast dikare bibe motîvasyona herî xurt.
