• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Dawîya Hefteyê li Amedê Aktîvîteyên Xweş

Dawîya Hefteyê li Amedê Aktîvîteyên Xweş
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Wêne: Guneydogu Ekspres

Silav hevalino!

Ez Xelat, dîse li ser rêyê me û vê carê rêya min Amed e! Silav ji bo sûrên ji kevirên bazalt, silav ji bo bereketa Çemê Dîcleyê, silav ji bo Baxçeyên Hewselê yên 8 hezar salî û silav ji bo xwarinên ku heqê tama devê mirovî didin… Ger tu ji bo dawîya hefteyê li cihekê hem rihet û hem jî têr û tijî digerî, ev der tam ji bo te ye.

Di vê nivîsê de me ji we re pîlana 2 rojên dawîya hefteyê bi berfirehî amade kirîye. Ne bi tenê cihên geştyarî yên klasîk, her weha jîyana herêmî, cihên veşartî, siruşt û gelek rawestgehên xwarinê. Hûn amade ne? Hûn amade bin em li Amedê ne.

Roja Şemîyê Serê Sibê: Dakevin Sûrên Hundir û Dîrokê 

Em sibê zû dadikevin Sûrên Hundir. Dû ra pêşîn Mizgefta Mezin û li tenişta wê Xana Hesen Paşa. Mizgefta Mezin bi karê kevirê xwe yê bedew û hewşa wê ya aram mirovî dibe serdemeka dî. Li Xana Hesen Paşa qehweya kizwana an çayekê vedixwim û di atmosfereka dîrokî de xwe winda dikim.

Paşê hilkişin ser Sûrên Amedê! Ew sûrên ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de ne, dirêjtirîn sûrên cîhanê ne piştî Seddên Çînê. Dema ku li ser dimeşim, ji Birca Keçikan dîmên Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîjleyê li bin lingên min belav dibin. Ba rûyê min dialîse û ez dibêjim “Ev der bi rastî cîhaneka dî ye.”

Piştî lehzekê xwe li Tirba Hz. Silêman û Minareya Çarling dibînin. Di kolanên teng de dimeşin, xanîyên kevin ên Amedê, doqikên derîyan û dikandarên mirovşîrîn dile we êxsîr digirin.

Roja Şemîyê Nîvro û Piştî Nîvro: Xwarinistan + Hizûra Siruştê

Deşta xwarinê anku xwarinistan! Tijî dar tên ba hev dibin daristan, tejî gor tên ba hev dibin goristan, her wesa tijî xwarin bên ba hev dibin xwarinistan. Ev têgeh tam li Amedê tê. Xwarina dolmeya paresîyan em nexwin nabe. Goştê pezî, birinc, behîv, mişmiş û biharat li ser êgir di hemdê xwe de pijîyaye. Li ber kêlekê selete û dew ji sifreya padşahan bitamtir û xweştir e.

Alternatîf: Ji kebaba cîgerî an ûr û rovî hez dikim, li kebabxaneyên bi nav û deng ên Sûrên Hundir pir baş in. Piştî xwarinê ji bo meşeka sivik dadikevim Baxçeyên Hewselê. Ev devera hişîn a di navbera Sûr û Çemê Dîcleyê de, bi dengê çûkan û kulîlkên biharê tam cîhekê aramîyê ye. Li vê derê dimeşin, zembila seyranê vedikim, çaya xwe vedixwim û di ber re jî dendikên xwe dixwim.

Ber bi êvarê Pira Dehderî. Li ser pirê an li çayxaneyên li kêleka wê dirûnim û avabûna rojê temaşe dikim… Dîmen û aramî vêkre! Ger wextê we hebe, herin Koşka Sem’an; li başûrê sûran, bi nexşên xwe yên dîrokî û dîmena xwe pir xweş e. Cihê seyranê jî nûjenkirî ye û herwe ye.

Roja Şemîyê Êvarî: Çand û Atmosfera Zindî

Êvarê diçin Mala Dengbêjan û hunera kevnar a dengbêjîyê guhdarî dikin. Çîrok û stranên berê ruhê bajêr didin hîskirin.

Ger êvareka nûjentir bixwazin, herin Xana Zîroyan an kafeyên Sûrên Hundir, nargîle, muzîka zindî an jî çayê vexwin. Dawîya hefteyê car caran konsêrt, tîyatro an bûyerên stand-upê çêdibin (Mordem Sanat, Holly Stone û ÇandAmed hwd. bişopînin).

Roja Yekşemê Sibehê: Taştê + Muzexane û Kûrahîya Çandî

Taştêya Yekşemê li Xana Hesen Paşa an li maleka çandî ya herêmî dixwim. Kulîçe, penîrê Amedê, zeytûn, firingî û çayê bêladî…

Paşê Muzexaneya Arkeolojîyê ya Amedê digerim. Berhemên hezarsalî, berhemên ji Mezopotamyayê… mirov dikare dikare seetan lê derbas bike. Li tenişta wê Mala Cahit Sitki Tarancı û Muzexaneya Amedê jî ji bo evîndarên edebîyat û dîrokê pir baş in. Dêra Suryanî ya Qedîm a Dayê Meryemayê jî dixim nav pîlana xwe; ev nîşan didin ku bajêr çi qasî pirçandî ye.

Roja Yekşemê Piştî Nîvro: Çûna Derveyî Bajêr (Versîyona Berfireh) 

Ger hûn bixwazin dawîya hefteya xwe hîn dewlemendtir bikin, ji navendê derbikevin:

– Pira Malabadî (Farqîn, nêzîkî seetekê): Pira ji kevirî ya herî fireh a cîhanê ye bi kemera xwe ya mezin, ji sala 1147ê maye. Di stranan de çendîn caran hatîye behskirin, dîmena wê efsane ye. Ji bo seyranê jî pir xweş e. 

– Şikeftên Hilarê: Şikeft û gorên kevirî yên ji serdema Neolîtîk. Ji bo evîndarên dîrok û siruştê pir baş e. 

– Li nav bajêr jî Parka Avhozkê û Parka Temayê ji bo meş, seyran an lîstikên zarokan baş in.

Roja Yekşemê Êvarî: Dawî bi Şîrînî û Xatirxwestinê 

Dawîya dawîya hefteyê bi Qedayîfa Amedê bigirin! Qedayîfa liblibî, gwîz, rûn û dobe, tam di tama xwe de hatîye pijandin, serbilindîya Amedê ye. Bi sertû an fistiqan re tê pêşkêşkirin. Alternatîf: Şîrînahîya sar an Qelîya Bihokan jî biceribînin.

Dawî careka din li dîmena Pira Dehderî çayekê vedixwim û bi enerjîya bajêr vedigerim. Mirovekên germ ên Amedê, kolanên teng û hewayê Mezopotamyayê mirovî careka dî vedixwîne.

Kurteya Pîlana Tam a Dawîya Hefteyê

– Dîrok & Çand: Mizgefta Mezin, Sûr, Birca Keçikan, Xana Hesen Paşa, muzexane, dêr, Mala Dengbêjan û dengbêjî.

– Siruşt & Dîmen: Baxçeyên Hewselê, Pira Dehderî, Koşka Sem’an, Pira Malabadî, Şikeftên Hilarê. 

– Rawestgehên Xwarinê: Dolmaya paresîyan, kebaba cigerê, ûr û rovî, qedayîfa Amedê, kulîçe. 

– Rihêtbûn: Park, çayxane, cihên seyranê.

– Zêdehî: Çalakîyên herêmî (şano, konser), jîyana kolanan, rawestgehên wênegirtinê.

Şîretên Pratîk

– Li Sûrên Hundir pêlavên rehet li xwe bikin, erd kevir e. 

– Havîn pir germ e, bihar û payîz demên herî xweş in. 

– Dawîya hefteyê dikare tijî be, zû derkevin an rezervasyonê çêbikin (bi taybetî li kebabxaneyên navdar). 

– Veguhastin: Minibûs û taksî li nav bajêr rehet e, ji bo derveyî bajêr erebeyê kirê bikin an tûrê bigirin. 

– Ji bo bûyerên nûjen Instagram an malperên herêmî bişopînin.

Amed ji bo dawîya hefteyê bajarekê pir dewlemend e, hem çandî, hem xwarin û hem jî siruşt. Hûn jî gava herin kameraya xwe bigirin, di kolanên teng de winda bibin û xwarinên wê biceribînin!

Di şîroveyan de bêjin: Li Amedê hûn ê herî zêde kîjan xwarinê biceribînin? Paresî, cîger an qedayîfa Amedê? Biecibînin, bibin abone.

Di maceraya pêş de em ê hev bibînin. Bi xatirê we, xwe biparêzin!

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.