• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Batmanspor bû Şampîyon û Derkete Lîga Yekem

Batmanspor bû Şampîyon û Derkete Lîga Yekem
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Tîma Kurdan, Batman Petrolspor, piştî 24 salan derkete Lîga Yekem a Trendyolê! Batman Petrolspor, di Koma Spî ya Lîga Duyem a Nesîneyê ya serdema 2025-2026ê de performanseka bêhempa nîşan da û bû şampîyon. Bi vî awayî piştî 24 salan careka dî kete Lîga Yekem a Trendyolê. Bi navnavê xwe “Şevşevokan”, 3 hefte berî dawîbûna lîgê, bi maça Sincanê (3-2) wek matematîkî şampîyonîya xwe ragihandibû. Di maça dawîyê de jî Kepezspor 6-0 têk bir û dawî li lîgê anî.

Di tevahîya serdemê de tîmê performanseka domdar û serdest nîşan da. Di 36 maçan de 83 pûan kom kirin, 86 gol avêtin û bi tinê 33 gol xwarin. Hem di êrîşê hem jî di parastinê de bala her kesê kişand. Di lîgê de yek ji tîmên herî golavêtî ye.

Dawîya Mezin: Serkeftina 6-0 û Şahîya Kûpayê

Di hefteya dawî ya lîgê, hefteya 38ê de, 25ê Nîsanê 2026ê roja Şemîyê seet li 13:30ê li Stadyûma Nû ya Bajêr a Batmanê Kepezsporê kir mêvan. Li pêşberî alîgirên xwe Petrolspor şoweka mezin kir. Di nîveka yekem de bi golên Devran Bozardiç (deqîqe 21), Kerim Frei (deqîqe 39) û Emirhan Aydogan (deqîqe 45+2) 3-0 pêş ket. Di nîvê duyem de jî barana golan berdewam kir û maç bi skora 6-0 bi dawî bû.

Piştî maçê li stadyûmê merasîmeka coşdar a kûpaya şampîyonîyê hate lidarxistin. Xelatên lîstikvanan Endamê Lijneya Rêveber a TFF ya Berpirsîyar yê Lîgên 2. û 3. Murat Şahîn da. Kûpaya şampîyonîyê jî bi beşdarîya protokolê hate radestkirin bo kaptanê tîmê.

Lîstikvanan kûpa bi hev re bilind kirin, tribûn bi qîrînên “Şampîyon Petrolspor”, “Serbilindîya Batmanê” lerizîn. Alîgiran ev serkeftina ku bi salan li bendê bûn bi coş pîroz kirin. Di merasîmê de jî jesteka watedar hate kirin; lîstikvanan ew xwendekarên jîyana xwe ji dest dayîn  di encama êrîşan de û lîstikvanê berê yê rehmetkirî Ahmet Çalik bi pankartan bi bîr anîn û nimûneya wefayê nîşan dan.

Ragihandina Şampîyonîyê: Serkeftina Sincanê

Batman Petrolspor, şampîyonîya xwe 8’ê Nîsanê 2026ê li derveyî malê, li hemberî Sincan Beledîye Ankarasporê ragihandibû. Bi golên Kerim Frei, Rahman Buğra Çağıran û Emir Alagoz tîm 3-2 bi ser ketibû û pûana xwe gihandibû 79an û 14 pûanan ketibû pêşîya hevrikê xwe yê herî nêzîkî wan. Li Batmanê wekî cejnekê pîrozbahî hatin kirin. Alîgir li ber Walîtîyê li pêş ekranên mezin maç temaşe kirin û piştî fîtika dawîyê bi def û zurneyan govend girtin, meşaleyên agirî vêxistin.

Cihê wê di Dîroka Kulûbê de û Armancên Pêşerojê

Ev şampîyonî bi tîpên zêrîn di dîroka Batman Petrolsporê de hate nivîsîn. Kulûb berê di serdemên 1996-1997 û 2021-2022an de jî bûbû şampîyon, lê hasreta 1. Lîgê ji serdema 2001-2002yan hir ve didomîya. Piştî 24 salan ev hesret bi dawî bû.

Serokê Kulûbê Mehmet Hakan Toy li ser serkeftin weha got: “Ev serkeftin bi ked û evîna tevahîya Batmanê hate bidestxistin. Bajêr di coşa cejnê de ye.” Hêj vê gavê lijneya teknîkê û lîstikvanan ji bo sala pêş di Lîga Yekem a Trendyolê de amadebûna xwe anîn zimên. Rêveberî bi girîngîya ku dide binesazîya tîmê û alîgiran jî bala kêşa.

Cîhana Batman Petrolsporê bi vê serkeftinê yek ji rûpelên xweş ên dîroka werzîşê ya bajêr çêkir. Piştgirîya bi hezaran alîgiran, biryardarîya rêveberîyê û têkoşîna lîstikvanan li qadê, hêmanên bingehîn ên vê şampîyonîyê bûn.

Ji Batman Petrolspor û Batmanîyan û Kurdan re Pîroz be!

Niha çav li serdema 2026-2027ê ya Lîga Yekem a Trendyolê ne. Serbilindîya tîma sor û spî ya Batmanê ji bo temsîlkirina bajêrê xwe bi awayê herî baş di lîga nû de amadekarîyan dest pê kirîye. Ev serkeftin ne bi tenê bilindbûneka lîgê ye; ev serkeftina yekîtîyê, kedê û bawerîyê ye ku di bîranînan de dê cihê xwe bigire.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.