Wezareta Çand û Turîzmê Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Kurdî weşand.
Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkîyeyê, ji bo ziman, edebîyat û çanda kurdî gaveka zehf giring avêt. Wezaretê, “Koleksîyona Aleksandre Jaba ya kurdî” di 12 cildan û fihristekê de, bi temamî di 13 cildan de çap kir û bi xwendevanan re parve kir. Di koleksîyonê de nêzîkî 70 berheman hene. Fotokopîyeka dijîtal a koleksîyonê dorê 10 salan berê ji dewleta Rûsyayê hatibû wergirtin bi 50 hezar dolaran.
Şêwirmenda Serokomarî Gulşen Orhan, 30’ê Nîsana 2026ê bi daxuyanîya xwe ya li ser medya civakî ev agahî ragehand. Orhan, got koleksîyon di bin himayeta Serokomar Recep Tayyip Erdogan de, bi hevkarîya akademisyenên Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê hate amadekirin. Got, ev destnivîsên ku nêzîkî sedsalekê li pirtûkxaneyên Rûsyayê bûn, vegerîyane axa xwe ya jidayikbûnê û ew bi vê yekê serbilind in.

Aleksandre Jaba Kî ye û Koleksîyon Çawa Hate Avakirin?
Aleksandre (Auguste) Jaba (1803-1894), bi esilê xwe Polonî ye û dîplomat û rojhilatnasê Rûs bû. Di navbera salên 1856-1866ê de wekî Konsulê Rûsyayê li Erziromê kar kirîye. Di vê demê de ji bo fêrbûna kurdî bi Mela Mehmûdê Bazîdî re hev nas kirine. Bi alîkarîya Bazîdî û alimên kurd ên wê demê, gelek destnivîsên kurdî yên folklor, ziman, edebîyat û dîrokê berhev kirîye.Di koleksîyonê de nêzîkî 70 berhemên kurdî hene.
Jaba, destnivîsên xwe (piranî kurdî, hindek jê tirkî, farisî û fransî) şandin Akademîya Zanistên St. Petersburgê. Ev koleksîyon ji bo edebîyat û çanda kurdî ya sedsala 19ê yek ji arşîvên herî giring tê dîtin. Di nav de berhemên şairên klasîk ên wekî Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Bateyî, Mem û Zîn, Mevlîd, Leyla û Mecnûn, Yusuf û Zuleyxa û gelek nimûneyên edebîyata gelêrî hene.

Pêvajoya Weşanê û Hevkarîya Akademîk
Kopîyeka dijîal a koleksîyona Jabayî dorê 10 salan berê bi 50 hizar dolaran hatibû wergirtinê. Bes bi salan ev koleksîyon ne li kar bû heta şêwirmenda serokkomarî Gulşen Orhanê dest û bend lê gerandî. Bi pêşengîya Rektorê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. İbrahim Ozcoşar, bi hevkarîya Enstîtuya Zimanên Zindî û Beşa Ziman û Çanda Kurdî, ev xebat bi protokola Wezareta Çand û Turîzmê re hate temamkirin. Kopyayên dîjîtal ji Rûsyayê hatin anîn û piştî lêkolîna akademîk a hûrgilî hatin amadekirin.
5’ê Gulanê 2026Ê li Zanîngeha Artukluyê civîna danasîna koleksîyonê hate lidarxistin. Di civînê de hate gotin ku bi çapkirina kalîteya bilind a vê berhemê, alîkarîyeka giring ji mîrata çandî re hate kirin. Koleksîyon di nav weşanên Wezareta Çand û Turîzmê yên 2025ê de cih digire û li ser malpera GES (Weşanên Dewletê) tê firotin.

Girîngîya Çandî û Dîrokî
Pisporan weşandina Koleksîyona Jaba wekî gaveka dîrokî ya parastin û gihandina metnên klasîk ên kurdî dinirxînin. Ev koleksîyon ne bi tenê ji bo edebîyatê, her weha ji bo lêkolînên zimanî, folklor û dîrokê jî çavkanîyeka dewlemend e. Hindek berhemên tirkî jî (mînak tercemeyên Mem û Zîn û ferheng) di koleksîyonê de cih digirin.
Ev weşan, di heyama dawî de nîşana giringîya ku li Tirkîyeyê tê dayîn xebatên mîrata çandî ye. Koleksîyona ku ji Serokomarê Tirkîyeyê Erdogan re hate pêşkêşkirin, tê payîn ku di nav derdorên akademîk û xwendevanên eleqedar de bandoreka berfireh bike.

