Ji boksorê cîhanê yê kurd serkeftineka dîrokî: Boksorê Kurd ê ji Almanyayê Egîd Kabayel, di kategorîya giran a Sîkleta Boksê ya Cîhanê (WBC) de bû şampîyonê cîhanê.
28ê Hezîrana 2026an, piştî ku şampîyonê Ukraynî Oleksandr Usyk kembera xwe ya WBC’yê bi dilxwazî vala kir, WBC’yê jî Egîd Kabayel wekî şampîyonê tam ragehand ku berî wê Egîd şampîyonê demkî bû. Ev biryar di dîroka boksê de noteka giring tomar kir ku Kabayel bû yekemîn şampîyonê kurd ê sîkleta giran ê cîhanê û piştî 94 salan (Max Schmeling) yekemîn ê Elmanyayê.

Bilindbûna Egîd Kabayel
Boksorê 33 salî ye ku 23yê Îlona 1992yê li Leverkusenê hatîye dinê, di karîyera profesyonel de tu carî têk neçûye. Bi rekora 27-0 (19 KO) bala her kesê dikişîne. Bi performansa xwe ve pêlik bi pêlik derkete lûtkeyê.
Serkeftinên wî yên giring:
– Sibata 2025ê: Zhilei Zhang di raunda 6ê de bi nakawtê têk bir û bû şampîyona demkî yê giran ê WBC’yê.
– Çileya 2026ê: raunda 3yê de Damian Knyba di bi nakawta teknîkî bir û sernavê xwe parast.
– Berê jî bûye Şampîyonê Ewropayê (EBU) û gelek sernavên herêmî wergirtine.

Giringîya Dîrokî û Çandî
Egîd Kabayel her tim bi ala Elman û Kurdistanê ketîye rîngê û girêdana xwe ya bi kokên xwe re nîşan daye. Ev serkeftin di dîroka sporê ya kurdan de xalek giring e û di boksa Elmanî de jî serkeftineka mezin e piştî demekê dirêj.
Piştî şampîyonîyê Kabayel got: “Ev kêlîya herî xweş a jîyana min e, bi gotinan nayê vegotin.” Niha çav li hilbijartinên reqîbên şampîyonê nû yê WBC’yê yên pêşerojê ne. Piştî valabûna Usyk ji kemberê re, niha di sîkleta giran de serdemeka nû ya reqabetê dest pê dike.
Serkeftina Egîd Kabayel yek ji nimûneyên herî xweş ên hevgirtina xîret, disiplîn û jêhatîbûnê ye û dikeve dîroka spora kurdî.
