Ji kolanên kevirîn ên Amedê, ji çîyayên Colemêrgê û ji bîra hevbeş a gelê kurd dengê kevnar careka dî bihêz hate bihîstin: “Hoy hoy Memo…” Hunermendê kurd Murad Demir, şîna kevneşopî bi şiroveya xwe ya nû deng da. Klîb û sazûmana wê ya ku 11ê Tebaxa 2026ê belav bûyî, di demeka kurt de li ser medyaya civakî û platformên muzîkê deng veda. Performansa koma zarokan a Rwandayî Moriox Kids a ku bi vê versîyonê re hatî pêşandan, nîşan da ku ev berhem sînor derbas kirine.
Murad Demir Kî ye? Têkilîya Kevneşopî û Modernîzmê
Murad Demir li Colemêrgê ji dayik bûye û yek ji hunermendên ciwan ên kurd e ku kevneşopîya dengbêjîyê bi enstrûmanên modern re têkel dike. Ji Çelê ye. Di salên zanîngehê de li Urfayê dest bi muzîkê kir û paşê çû Stenbolê û karîyera xwe ya profesyonel berdewam kir. Bi bandora bavê xwe ji zarokatîyê ve dengê xwe pêş êxist. Bi tembûr û bilûrê dest pê kir û paşê enstrûmanên klasîk ên rojavayî jî di sazûmanên xwe de bi kar anî.
Bi teklîya xwe ya yekem “Hoy Nerme” bal kişand. Paşê bi “Rez”, “Dilber”, “Çip Çip Rondika”, “Çavreşê”, “Şemzîna”, “Şîlanê”, “Narînê”, “Dola Zêbarê” û berhemên dî repertûara xwe fireh kir. Hem hêza vegotinê ya dengbêjîyê parast, hem jî di sazûmanên wî de hilma nûjen jî heye. Armanca wî ew e ku kevneşopîyê biparêze û bigihîne nifşên nû. Ji bo albûma xwe ya nû li Çelê, Colemêrg, Şemzînan, Silopîyê, Cizîrê, Zaxoyê, Dihokê û Hewlêrê tomar çêkirin. “Hoy Hoy Memo” jî di vê pêvajoyê de derkete pêş.

Çîroka “Hoy Hoy Memo”: Şîn û Girîya Dayikekê
Ev berhem şîneka anonîm a kurdî ye. Li ser vê bûyerê du çîrok hene. ya pêşîkê Salihê Şirnexî dibêje, Memo di zikê dayika xwe de bû, babê diçe bi dine ve. Memo tê dinyayê, mezin dibe. Sal û zeman di ser re derbas dibin, emrê wî dibe 15-16. Dayika wî jî meyla xwe daye ser Memo û wî di berê xwe de radizîne. Zeman di ser re derbas dibitin, babê wî demekî şeve têtin berê xwe diditê, yek di paxila jina wî de razaye. Ew jî dibêje, demekî yarê jina min heye. Wey ez bûme mêr, piştî min hinek hej jina min bikin. Bab dest avêje xençera xwe û çend xençera datîne ser singê Memo. Dayika wî lê dihese, dike hewar û qêrîn mala xerab nebe ne lawê te bû û dayika wî dikeve ser kulaman.
Li gorî çîroka duyem jî, bûyer li derdora Dîyarbekirê derbas dike, di demên kevn ên ku rêwîtî zehmet bû. Memo’yê ciwan û xweşik bi dayika xwe Seferê û jina xwe re li gundekî dijîn. Ji bo pêdivîyên malê diçe Amedê. Rêya ku bi asayî çend rojan digire, bi hespê xwe yê boz di rojekê de temam dike û şevê dereng vedigere. Ji kerînî ve diçe cem jina xwe, ji ber ku naxwaze dayika xwe şîyar bike.
Ji ya Dayika Seferê ve kurê wê hêj jî li bajêr e. Demekê şevê hişyar dibe û dibîne ku li odeya bûkê zilamek heye. Bi fikra namûsê tifingê digire (di hin vegotinan de xencer) û dikuje. Gava ku dibîne ku yê kuştî kurê wê ye, ji qidûm dikeve. Nêrîna dawî ya Memo dibe şîna Dayika Seferê.
Di gotinan de xweşikîya Memo (“Mem ebasî ebasî”, “kurtekê li ser kirasî”), hatina wî ji Amedê, şekira ku anîye, toza hespê wî yê boz e û “Sefer li dayikê pîroz e” cih digirin. Di versîyona Murad Demir de jî ev bingeh hatîye parastin; di hin rêzan de gotinên wek “day kore bît nenîyasî”, “rim lê da pîrejinê” û hûrgulîyên nêzîkî vegotinê derdikevin pêş.

Şîroveya Murad Demir: Klîb, Koro û Atmosfer
“Hoy Hoy Memo”ya Demir ne tenê coverek e; prodûksîyoneka profesyonel e. Tomarî ji alîyê Saeid Sabah ve hatîye kirin. Koro ji Zaxoyê Grupê Roj Ya Muzîk e. Derhênerê klîbê Veysel Seçen e û prodûksîyon a Wêne Studio’yê ye. Kostûm ji Eyas Terzî ne. Di klîbê de lîstikvanên wek Deniz Özer, Şirin Ertaş, Serdar Bengin û endamên malbata Ednan Stêrk hene. Prodûksîyon bi tevahî bi îmzeya Murad Demir e.
Sazûman meqama xemgîn a şînê diparêze û bi koroyê re bûye epîk û kolektîv. Dengê Demir hêza vegotina dengbêjîyê bi prodûksîyona modern re têkel dike. Klîb di demekê kurt de gehişte sed hezaran dîtinan û li ser medyaya civakî zû belav bû. Bi taybetî vîdyoya koma Rwandayî Moriox Kids a ku bi vê versîyonê re dîlanê digêre, rêwîtîya berhemê ji Afrîkayê heta Kurdistanê nîşan da û wek “silaveka rengîn ji çanda kurdî re” hate binavkirin.

Bandora Çandî û Dîsa Vedîtin
Esera ku bi şîroveya Koma Amed a sala 1997an di albûma “Dergûş” de bû klasîk, Salihê Şirnexî bi denge xwe yê bêhempa ruhekî nû lê bar kir û bi versîyona Murad Demir a 2026an gihîşte nifşekê nû û guhdarên navneteweyî. Demir wekî yek ji wan kesan tê binavkirin ku kilamên kevin berhev dike, modernîze dike û hilmeka nû dide muzîka kurdî. Şîroveya wî şînê ji bîranîneka nostaljîk derxist û kir berhemeka zindî, dîlanî û sînor derbas kirin.
Îro gava “Hoy Hoy Memo” tête gotin, hem şîna Dayika Seferê û hem jî şiroveya nûjen a Murad Demir bi hev re tê bîra mirovan. Trajedîyeka kevnar di dengê hunermendekî ciwan de careka din zindî bû û li ser sehneyên cîhanê berdewam dike.
