Xelatên Hugo yên 2026an gihiştin xwedîyên xwe: Xelatên herî biprestîj ên çîrokezanistîya xeyalî û fantazîyê hatine ragihandin.
Xwedîyên Xelatên Hugo 2026an hatin ragihandin ku di nav xelatên herî biprestîj ên edebîyata çîrokezanistîya xeyalî û fantazîyê de têne hesibandin û her weha di qadên sînema, televizyon, lîstik û afirînerîyên dî de jî giring in. Di çarçoveya 84emîn Kongreya Cîhanî ya çîrokezanistîya xeyalî de, 30ê Tebaxê li bajarê Anaheim a Kalîfornîyayê di çalakîya LAcon V de, di merasîmê de serkeftinên ji berhemên edebî digihîjin fîlm û rêzefîlman, ji lîstikan digihin romanên xêzikî û pirtûkên dî hatin xelatkirin.
Xelatgiran bi dengên endamên Kongreya Cîhanî ya çîrokezanistîya xeyalî hatine hilbijartin. Encamên îsal tabloyeka hevseng nîşan dan ku hem rêzikên kevnar û hem jî dengên nû derketine pêş.

Navên Ku Di Kategorîyên Edebîyatê de Derketine Pêş
Xelata herî biprestîj, Romana Herî Baş, bû berhema Alix E. Harrow a bi navê The Everlasting. Berhema Amal El-Mohtar a The River Has Roots xelata Novellaya Herî Baş, çîroka H.H. Pak a Never Eaten Vegetables xelata Noveletteya Herî Baş, û berhema Thomas Ha a In My Country jî xelata Çîroka Kurt a Herî Baş wergirt.
Di nav rêzikên dirêj de, rêzika John Scalzi a Old Man’s War xelata Rêzika Pirtûkan a Herî Baş wergirt. Berhema klasik a Ursula K. Le Guin a ku ji alîyê Fred Fordham ve hatî adaptekirin, A Wizard of Earthsea: A Graphic Novel, di kategorîya Romana Xêz / Çîroka Grafîk a Herî Baş de bû yekemîn.
Berhema Ada Palmer a Inventing the Renaissance xelata Xebata Herî Baş a li ser Cureyên Çîrokezanistîya Xeyalî û Fantazîyê wergirt, û helbesta Elis Montgomery a Hex Supply Customer Support Log jî wek Helbesta Herî Baş hat hilbijartin. Di edebîyata ciwanan de, pirtûka C.B. Lee a Coffeeshop in a Alternate Universe Xelata Lodestar (Pirtûka Ciwanan a Herî Baş) wergirt. Xelata Astounding (Nivîskarê Nû yê Herî Baş) jî Antonia Hodgson wergirt.

Sînema û Telewîzyon: Sinners û Murderbot Di Lûtkeyê de ne
Di kategorîyên pêşkêşîya dramatîk de jî encamên balkêş derketin. Fîlma Ryan Coogler a ku hem derhênerî û hem jî senaryoya wê kirî, Sinners, xelata Pêşkêşîya Dramatîk – Dirêj a Herî Baş wergirt. Di nav namzetên xurt ên kategorîyê de Andor sezona 2’yemîn, Frankenstein a Guillermo del Toro, KPop Demon Hunters, Mickey 17 a Bong Joon Ho û Superman a James Gunn hebûn.
Xelata Pêşkêşîya Dramatîk – Kurt a Herî Baş jî beşa “All Systems Red” a rêzefîlma Murderbot girt ku ji pirtûka Martha Wells a All Systems Red hatî adaptekirin. Beşa ku ji alîyê Paul Weitz û Chris Weitz ve hatî nivîsîn û ji alîyê Roseanne Liang ve hatî derhênerîkirin, di heman kategorîyê de Doctor Who; Pluribus, Severance û The Wheel of Time li paş xwe hişt.

Lîstik û Kategorîyên Din
Di cîhana lîstikan de, Clair Obscur: Expedition 33 a ku ji alîyê Sandfall Interactive ve hatî pêşxistin û ji alîyê Kepler Interactive ve hatî weşandin, xelata Lîstik an Berhema Înteraktîv a Herî Baş wergirt. Berhem bi Blue Prince, Citizen Sleeper 2: Starward Vector, Dispatch, Hades II û Hollow Knight: Silksong re pêşbazî kir.
Di kategorîyên beşdarîyên profesyonel û yên heyranan de jî van navan derketine pêş:
– Hunerkarê Profesyonel ê Herî Baş: John Picacio
– Edîtorê Herî Baş (Berhemên Kurt): Neil Clarke
– Edîtorê Herî Baş (Berhemên Dirêj): Diana M. Pho
– Nivîskarê Heyranan ê Herî Baş: Jason Sanford
– Hunerkarê Heyranan ê Herî Baş: Yuumei
– Fanzîna Herî Baş: Nerds of a feather, flock together
– Kovara Nîv-Profesyonel a Herî Baş: Uncanny Magazine
– Weşana Heyranan a Herî Baş: Hugo, Girl!

Nirxandina Giştî
Xelatên Hugo yên 2026an bi encamên xwe yên ku cihêrengîya çîrokezanistîya xeyalî û fantazîyê nîşan didin, bal kişandin. Hem navên sazbûyî û hem jî jêhatîyên nû hatin xelatkirin, û serkeftina berhemên ekranê yên wek Sinners û Murderbot careka dî nîşan da ku cure di sînema û telewizyonê de bilind dibe. Xelata rêzika Old Man’s War jî nîşan da ku berhemên dirêj hêj jî xwedîyê xwendevanên xurt in.
Xelatên Hugo ji sala 1953’yan ve di çarçoveya Kongreya Cîhanî ya Çîrokezanistîya Xeyalî de têne organîzekirin û wek yek ji xelatên herî rûmet ên qadê têne qebûlkirin. Encamên 2026ê nîşan didin ku cure di her du baskên xwe yên edebî û dîtbarî-bihîstinê de demeka berhemdar derbas dike.
