Li ser rûyê cîhanê hin pirtûk yan jî fîlm hene ku ji hûran heta giran di jiyana gelek kesan de cih bigirin. Harry Potter a J. K. ROWLING yek ji wan e. Çêdibe ku hin ji we her heft pirtûkên Harry Potter nexwendibin jî lê li her aliyê cihanê fîlmên Harry Potter tên zanîn û gelek fan û hezkiriyên wan hene. Piştî fîlma dawî ya Harry Potter zêdetirî deh salan derbas bûn, HBO me careka din dibe dinyayeka efsûnî. Vê carê ne wek fîlman lêbelê wek rêzefîlman dîreksiyona me ber bi wê dinyaya efsûnî ve badide.
Li gorî pîlanên HBO’yê rêzafîlma nû, Harry Potter and the Philosopher’s Stone, wê di Krîsmisa/ sersala 2026an de dest pê bike. Di destpêkê de heşt beş wê bêne ser ekranên me û ev rêzefîlm bi giştî wê li ser heft pirtûkên orîjînal werin avakirin. HBO dibêje ev dê adaptasyoneka dilsoz û nêzîkî pirtûkên J. K. Rowling be.

Gelo bi Rastî Çi Tişt wê Cuda Bin?
Di fîlmên berê de pirsgirêkek hebû. Ji ber ku wextê filman kurt e, bicihkirina hûrgiliyên di pirtûkê de ne ew qas mimkûn bû, derbas dibûn.
Pirtûkên Harry Potter bi gelek dîmen, hûrgilî û axaftinan jiyana Hogwarts dihewîne û reng û dengên Hogwartsê li ber me zindî dikin. Dema ev tişt di fîlmekê de tê vehewandin, hin tişt bêguman tên jêbirin an jî kurtkirin.
Formata Rêzefîlmê Dikare vê Rewşê Biguherîne.
Li şûna hemû roman di nav yek fîlmî de were tengkirin, HBO dikare li ser yek pirtûkê raweste û jiyana rojane ya Hogwartsê wek ders, hevaltiyên Harry bi Ron û Hermione re, maçên Quidditchê û çend hûrgiliyên din nîşanî me bide.

Daniel Radcliffe, Emma Watson û Rupert Grint ji bo nifşekê Harry, Hermione û Ron in. Ji ber vê yekê guherandina wan ji bo projeyek nû hêsan nîne.
Vê carê, Dominic McLaughlin wê Harry Potter, Arabella Stanton wê Hermione Granger û Alastair Stout wê Ron Weasley bilîzin. Lê di vê kasta nû de tiştekê balkêştir heye ew jî Severus Snape e. Di pirtûkê de Severus Snape wek zilamekê por reş, çermspî, û hinekê çilmisî tê teswîrkirin lêbele di vê rêzefîlma HBOyê de lîstikvanek reşik, Paapa Essiedu, wê karakterê Severus Snape bilîze. Di vê serdema nûjen de di gelek fîlm û pirtûkan de pirrengî berçav e lê gelo ev temaşevan û xwendevanên Harry Potterê wê vê biryarê çawa şirove bikin em ê bi hev re bibînin. Em ê heman Hogwartsê bi rû û dengên nû temaşe bikin. Platform 9¾ li benda we ye!

