Nexşeya Cîhanê hat guhertin; Efrîka mezintir bû! Ew nexşeya me ji zarokatîya xwe ve li ser dîwarên polên dibistanê û di pirtûkên perwerdehîyê û atlasên erdnasîyê de dîtî ev e nêzîkî 500 salan e tê bikaranîn, lê mixabin ew dîmenekî rastîn nîşanî me nade. Ev nexşeya bi sedsalan e mirovahî lê dinêre ji alîyê kartograf û erdnasê Flamanî Gerardus Mercator ve di sala 1569’an de hatîye xêzkirin. Di vê nexşeya kevin de Ewrûpa û Emerîkayê Bakur gelekî mezin û li navendê hatine xêzkirin, lê parzemîna Efrîqayê ji halê xwe yê rastîn biçûktir hatîye nîşandan.
Lê belê, rastîya zanistî cudatir e: Di cîhana rastîn de parzemîna Efrîqayê ji girava Grenlandê 14 caran mezintir e, lê di nexşeya ku me bi sedsalan dîtî de, ew hema hema di heman mezinahîyê de dihatin dîtin. Ji ber vê yekê di destpêka vê mehê de Komeleya Neteweyên Yekbûyî (UN) gaveka gelek giring avêt û biryarek da li ser sererastkirina nexşeya cîhanê. Li gorî vê biryarê pîvanga erdên cîhanê û nexşeya nû wê hevgirtî bin. Wekî encam, Efrîqa wê mezintir bibe.

Biryar Kengî û Çawa Hate Dayîn?
Di 4ê Îlonê de, Dîwana Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UN) bi piştgirîya welatên Afrîkayê — bi taybetî bi pêşnîyar û hewildana dîplomatîk a Togo,îyli hemberî yek dengê na, bi 164 dengên erê biryarek pejirand ku nexşeyeka nû ya bi navê “Equal Earth”ê bikeve şûna nexşeya kevin û ev nexşe mezinahîya rastîn a erdên cîhanê, bêyî alîgirtin bipîve. Di vê kombûnê de 6 welatan dengê xwe nedan. Lê di dawîyê de encam erênî bû. “Gelo pêdivî ye ku her kes vê nexşeyê bikar bîne?” Bersiva vê pirsê na ye; nexşeya Mercator nehatîye qedexekirin. Lêbelê ev alternatîfeka nûjentir û nêziktirî pîvanga erdên cîhanê ye. Welat û dibistan hêj jî dikarin li gel nexşeya Mercatorê vê jî bikar bînin lê Netewyen Yekbûyî dixwaze nexşeya nû teşwîq bike.
Di nav 165 welatên beşdar de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tekane welat bû ku li dijî vê biryarê rawestîyayî û dengê “na” bi kar anîyî. DYA’yê ev hewildana guhertina nexşeyê wekî gaveka “îdeolojîk” û nehewce rave kir. Li ser vê yekê, Wezîrê Derve yê Togo, Robert Dussey, bersiveke tund da û got: “Nexşe ti carî nebûye tiştekî bêalî. Nexşe, dîtin û nêrîna mirovan a li ser cîhanê, hêza sîyasî û giringîya parzemînan dîyar dikin.” Ev berteka Emerîkayê pirsekê dertîne meydanê. Gelo bi rastî mijar tenê xêzkirina nexşeyê ye yan jî li ser hêz û desthilatdarîyê ye?

Nexşeya Mercator di sedsala 16’an de ji bo rêdîtina keştîvanan hatibû xêzkirin. Piştî demekê nexşeya Mercator bû amûrek ku welatên Bakur wekî Ewrupa û Emerîkayê bihêz û mezin, yên Başûr — nexasim Efrîqayê — wekî bêbandor û biçûk pêşkeş bike. Bi çi armancan hatibe xêzkirin, ew nexşe dîmeneka nêzîkî rastîyê nade nîşan ji ber wê ev nexşeya nû biryareka dîrokî ye. Bi vê biryarê, li ser pêlekanên jîyanê em dikarin ber bi cîhaneka pir-qutbî û mafnas jî bilind bibin.
Gelo Nexşeyek Dikare Cîhanê bi Tevahî Bêçewtî Nîşan Bide?
Erd gewre ye û sê-dîmensî ye, nexşe jî du-dimensî ye; ji ber vê yekê, her projeksîyon divê di hin tiştan de tawîzan bide. Ji ber şekil û şemalê cîhanê yê gilover em nikarin hêvî bikin ku her tişt wekhev li ser kaxezeka çargoşeyî bi cih bibe lê armanca Equal Earth’ê ew e ku di projeksîyonên xwe de pîvanên neziktîrî rastîyê bikar bîne.
Di dawîyê de, guhertina nexşeyê nayê wê wateyê ku erd an welatên cîhanê niha hatine guhertin. Cîhan heman cîhan e; tişta hatî guhertin awayê nîşandana me ye. Bi vê guhertinê di serê hin kesan de pirsekê vedijene. “Heger ew nexşeya me ji zarokatîya xwe ve naskirî ji dil ne rast be, gelo çi tişt dî hene ku me rast qebûl kirîn û dûrî rastîyê ne?”

