• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TEKNOLOJÎ

Adobeyê, Modeleke Jîrîya Çêkirîyê ji bo Çêkirina Vîdeoyan Saz Kir

Adobeyê, Modeleke Jîrîya Çêkirîyê ji bo Çêkirina Vîdeoyan Saz Kir
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Modela Adobeyê ya wêneyan ji sifirê bi sîstema fermanî an jî bi dîmenên referans wêneyan diafirîne. Piştî Sora ya OpenAI, ku vîdyoyên zêdekalîteyî ji pêşnîyarên nivîsê diafirîne, niha jî hate ragihandin ku Adobe di heman demê de modeleke Jîrîya Çêkirîyê ji bo çêkirina vîdeoyan saz kirîye.

Modela Adobeyê, beşek ji berfirehkirina malbata Firefly’yê ya hilberên jîrîya çêkirîyê  ye. Mîna gelek amûrên îro yên vîdeoyî yên hilberîner ên jîrîya çêkirî, modela Adobe dîmenê ji sifrê diafirîne, bi sîstema fermanî an jî bi dîmenên referans wêneyan diafirîne û di Premiere Pro’yê de sê taybetmendîyên nû piştgirî dike. Ev her sê taybetmendî lêzêdekirina objeyan, rakirina objeyan û berfirehkirina hilberîner in.

Sîstema Çêkirina Vîdeoyan Çawa Dişuxule?

Bi hilbera nû ya Adobeyê re, bikarhênerên Premiere Pro’yê ji xeynî wêneyên jîrîya çêkirîyê her weha dê bikarin vîdeoyên çalakîya zindî yên ku bi kamerayên kevneşop hatine kişandin biguhezînin û li ser wan bixebitin. Adobe li ser malpera xwe weha dibêje: “Vedîtinên destpêkê nîşan didin ka edîtorên vîdyoyê çawa dikarin modelên girtina vîdeoyê yên OpenAI û Runway ên ku di Premiere Pro de hatine entegrekirin bi kar bînin da ku di pêşerojê de B-roll ji bo guherandinê di projeyên xwe de biafirînin. Her wekî dî, amûra Generative Extendê ya Pika Labs’ê nîşanî mirovî dide ku ka mirov çawa dikare çend sanîyeyekan li dawîya vîdeoyê zêde bike.”

Adobeyê her weha ragihand ku versîyeneke modela çêkirina ji nivîsa Firefly bo dîmenê ber bi dawîya salê ve dê bikeve Premiere Pro’yê ku dê di nav nivîsbarîyê de derfetê bide hinek hilberên taybetmendî û xebatê jîrîya çêkirî.

Di nav van de “Generative Extend” jî cih digire ku taybetmendîyeke teserûfîya pereyan e û xwedî potansîyeleke zor sûdmênd e, dibe alîkar ji bo lêzêdekirina hinek dîmenên nû bi awayekê bêpirsgirêk bêyî ku edîtorên vîdeoyan û çêkerên fîlman kêşaneke nû bikin bikin ji bo dirêjkirina vîdeoyan.

Her weha li dû vê yekê, Adobe di heman demê de destnîşan dike ku ev taybetmendî çawa dikare bibe alîkar ku veguheztinên hêsantir bê çêkirin; wehareng, vîdeoyeke ku ji nişka ve bi qut bûyî dikare were dirêj kirin da ku demek dirêjtir li ser demek an çalakîyekê bisekine.

Firefly For Vîdyo, di heman demê de dê ji bikarhênerên Premiere Pro re bibe alîkar ku kiryara “Tesbîtkirin û Rakirina Objeyan” pêk bînin. Ev pêvajo hêmanên di vîdyoyan de ronî dike, dihêle ku modela jîrîya çêkirî wan di çarçoveya cuda de bişopîne. Bi vî rengî, bikarhêner dê bikarin van tiştan bi yên nû biguhezînin an jî tiştan bi tevahî, tewra li ser gelek klîp û perspektîfên kamerayê, bi jîrîya çêkirîya hilberîner rakin.

Bergirî li Hember Sixtekarîyê Hatine Girtin

Ji bo çareserkirina tirsa sixtekarîyên kûr ên ku ji neçarî di amûrên jîrîya çêkirî ya hilberîner de çêdibin, Adobe dibêje ew di heman demê de Peymanên Naverokê (Content Credentials), daneyên metayê tîne Premiereê ku ji hêla jîrîya çêkirî ve hatî çêkirin, nas dike.

Herçend niha pêşdîtin be jî, entegrasyonên nû û taybetmendîyên Adobe Premiere Proyê di tora medyaya civakî de ji alîyê naverokçêker û çêkerên fîlman ve têra xwe hate ecibandin. Di pêşerojê de wê bê dîtin ka bandora wê li ser bikarhênerên dîtir dê çawa be.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.