• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Afirînerê Bombeya Atomê: Oppenheimer

Afirînerê Bombeya Atomê: Oppenheimer
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Di van demên dawî de di rojeva sînemahezan de filmê derhêner Christopher Nolan Oppenheimer heye. Di fîlmê Oppenheimer de aktorên navdar ên wekî Cillian Murphy, Robert Downey Jr, Matt Damon û Emily Blunt dilîzin û yek ji fîlmên herî balkêş ên salê ye.

Derhêner, senarîst û hilberînerê sînemayê Christopher Nolan bi fîlmên Memento (2000), The Prestige (2006), The Dark Knigt (2008), Inception (2010) û Interstellar (2014) jî tê nasîn. Di fîlmên Nolan da gelek caran hêmanên aksîyonî û zanistî têne dîtin. Lê belê fîlmê nû yê Nolan Oppenheimer ji fîlmên wî yên din cudatir e, ji ber ku hem 3 saetan dirêj e û hem jî fîlmeke biyografîk e.

Promiyera fîlmê Oppenheimer berîya demeke kurt li Londonê hat çêkirin û fîlm di 21ê Tîrmehê de jî ket vîzyonê. Nolan yek ji derhênerên herî serkeftî ye û fîlmên ku hem ji alîyê rexnegir û hem jî ji alîyê temaşevanan ve tên hezkirin çêdike. Bi piranî mijarên wekî dem, bîr û rastîyê re eleqedar dibe.

Em dikarin bi kurtasî bêjin ev fîlm çîroka çarenûsa fîzîknasê navdar J. Robert Oppenheimer vedibêje ku gelek caran wekî ‘‘bavê bombeya atomê’’ jî tê binavkirin. Fîlm bi giranî xwe dispêre biyografîya xelatgir ‘‘Prometheusê Emerîkî’’  ya ji alîyê Kai Bird û Martin Sherwin ve hatiye nivisîn. Oppenheimer pêşxistina yekem bombeya atomê  alîkarîya Emerîkîyan kir ku di şerê li dijî Japonyayê de biserkevin. Lê di heman demê de, ew bi vî rengî di 6ê Tebaxa 1945an de beşdarî kuştina bi sed hezaran mirovên li Hîroşîma û Nagazakî bû.

Dramaturgîya fîlmê ya herî balkêş e. Di fîlmê Oppenheimer de Nolan li şûna dramaturgîyeke asayî vegotineke paralel bi kar tîne. Bi saya vê şêwaza vegotinê, di saeta dawî de, bi dîmenên hem ji paşeroj û hem jî ji pêşeroja Oppenheimer, hemû perçeyên çîroka wî mîna perçeyên puzzlê digihêjin hev.

Piştî ku min fîlmê Oppenheimer temaşe kir di hişê min de gelek pirsên wiha peyda bûn: Gelo peyam yan jî armanca vê filmê çi bû? Gelo ev fîlm dikare nêrîna neyînî ya li ser Oppenheimer biguherîne? Peyvên mîna bombeya atomê û aştî dikarin bi hev re bên bikaranîn? Yan jî bi çekan aştî çêdibe? Erk û berpirsiyarîya civakî ya zanistvanan çi ye?

Christopher Nolan di hevpeyvîneke dîjîtal de wisa dibêje: ‘‘Tevlihevîya dîrokê û pirsên dijwar ên exlaqî û etîk yên ku mirov pê re rû bi rû dimînin, bala min kişand. Ez dixwazim ku bîner bi teqîna ceribandina Oppenhaimer ya serketî ya li çolê New Mexico re hesta serfiraziya wî biceribînin. Di heman demê de dixwazim ku ew têgihîştinek encamên tarî yên bombeya atomê ya ku hatî îcadkirin bidest bixin. Fîlmê min celebek testa Rorschach e ku bîner dikarin li gorî xwe şîrove bikin’’.

Fîlmê Oppenheimer kurtayî ya sedsala 21em e û neynika paşerojê ye. Dema ku em li sedemên şer ên li cîhanê dinêrin, zanist û teknolojîya ku ji bo armancên hêzên mezin têne bikar anîn yek ji mezintirîn sedemên tunekirina mirovahîyê ye.

Evîndar Bîçen

Evîndar Bîçen

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.