Wekî her zarokeke ku meraqa wî/ê li ser çi bûn, çawanî û ji bo çi bûna xwe û cihana tê de dijî heyî, ez jî xwedî gelek pirs û meraqên bi vî awayî bûm. Ez tim li pey bersîva sedema hebûnê bûm. Di zarokatiya xwe de, belkî ji bo peydakirina bersîvekê, her havîn diçûm qursa quranê û li wir peyama wî xwedayê tim navê wî dibihîst, bê ku tu tiştekî jê fêm bikim, dixwend. Helbet pirsên min bi naskirina wî xwedayî re zêdetir jî dibûn lê wê gavê şûn de bi taybetî pirs ji wî xwedayî û xwedabûna wî dihatin kirin. Ji wan pirsan ya herî bi bandor û hêj jî bersîva wî di bîra min de ye ev bû: “Xweda ji bo çi cîhan û her tiştekî li ser cîhanê, bi taybetî jî em mirov afirandin?” Bersîvên li pirsa min vedigeriyan, cihê meraqê danedigirtin helbet û loma cardin û cardin pirs dubare dibûn. Lê ji wan bersîvan yek zêde balkêş bû, ku digot: “Xwedayî dixwest afirînerîya xwe bibîne loma rabû gerdûn avakir. Paşê fikirî û got divê ev afirînerî bête dîtin û methê afirînerîya min bête kirin û loma jî mirov afirandin û ji mirovan re got va ye yê ev gerdûn û hûn afirandî ez im, divê hûn ji mezinahîya min re şukrê bikin û hingî hûn hene methê min bikin.” Ji bo fêhmkirina vê bersîvê mînak li ser nîgarkêşan dihatin dayîn û digotin çawa ku nîgarkêşek nîgara xêz dike pêşkêşî mirovên din dike û dixwaze nîşanî wan bide ka hunermendeke çawa jêhatî ye. Lê helbet vê bersîvê pirsên min yên li ser yekbûna xwedayî zêde dikirin lê ez ê li vir li ser wan nesekinim û ber bi heya xortanîyê ve bêm.
Cara ewil dema min Freud xwendî, min bi bîografîya wî dest pê kir ku wisa berketî ye, mirov gav bi gav geşedana wî û berhemên wî tê dibine. Bi xwendina Freud re, careke din li wan pirsên min wextekê dikirin vegeriyam; lê bi bersiva Freud re. Freud hemû pirs di yekcarî de dibersivandin û ew bersivên heta wê demê dihatin dayîn û bi xwe re her pirsên nû dianîn yekcarî pûç dikir. Freudê li ser mirovên xwecihê Zelandaya Nû û Awistralyayê hûr bûyî û pêwendîyên wan mirovan yên bi xwedayê wan re dîtî, encama lêkolînên xwe de digot “Mirovî xweda afirand.” Ango digot “Mirovê di vê cîhana bêserûber de bê wate dijîya û li wateyekê digeriya, ji tirsên xwe xweda afirand.” Helbet ji ber ku zû de ye min xwendiye, hevoka Freudî rasterast nayê bîra min lê di bingeha xwe de wî digot yê xweda afirandî mirov e, ne xweda ye yê mirov afirandî. Bi kurt û kurmancî, li gorî Freudî, mirovê bi destpelkî li wateyekê digeriya û hêza wî û têgihiştina wî têra fêmkirinê nedikir, xweda afirand û barê vê pirsê ji ser milê xwe danî.
Çawa ku mirovên ewil bi destpêlkî xwedayek afirandin û bi afirandina wî re jiyana xwe watedartir, rehettir û aramtir kirin, mirovên pey wan re hatî jî her serdemekê berek li xîma wê watedarîyê, rehetiyê û aramiyê zêde kirin û di roja îroyîn de jî her zêde dikin. Yek ji wan berên girîng ên vê xîmê jî jîrahiya çêkirî ye, ku berhem, ango zanista sedsala 20an e û di vê sedsala em tê de ne, bi pêşketineke mezîn her ku diçê geştir û dewlemendtir jî dibe. Berî em behsa jîrahiya çêkirî bikin divê em baş têbigihîjin ka jîrahî çi ye, çawanîyên wê çi ne. Li gorî ferhenga SZTyê jîrahî; behreyên mirovî yên wekî ramîn, bikaranîna hişî, têgihiştina rastiyên objektif, nirxandin û encam derxistinê ye.1 Ji bo pênaseya jîrahîyê Köroğlu (2017) jî wiha dibêje: “Jêhatinîya me, ya di çareserkirina bi awayekî rast û wecgir ya pirsgirêkên aloz yên di vê cîhana em tê de dijîn de jîrahî ye.”Yanê em dikarin bibêjin ku, jîrahî di bingeha xwe de pir aloz û piralî ye. Ji ramînê heya encam derxistinê dikare xwedî pêvajoyekê jî be, an jî dikare bi rê û rêbazên cuda cuda jî kar bike. Nexwe divê jîrahiya çêkirî, ya xwe dispêre jîrahiya mirovî jî bikaribe wekî jîrahiya mîrovî kar bike, ango bişixwile. Ewilîn divê em bizanibin ku gava wekî têgehekê qala jîrahiya çêkirî tê kirin, amaje pê zanistek e, ku her berhemeke xwedî jîrahî di bin banê vê zanistê te cih digire û navlêkirina wan ya giştî jîrahiya çêkirî ye. Nexwe çi ye jîrahiya çêkirî? Çawa ku têgihiştina jîrahiya mirovî ne hêsan e û hêj jî xwedî gelek pênaseyan e, jîrahiya çêkirî jî xwedî gelek pênaseyên cuda ye û em dikarin hin ji wan pênaseyan li vir rêz bikin:
- “Jîrahiya çêkirî bi makîneyan wan tevgeran dike ku gava ji hêla mirovî ve hatin kirin wekî jîrahî tên binavkirin.”
- “Bîrdozîyek e ku hewl dide nîşan bide ka hişê mirovî çawa dixebite.”
- “Armanca jîrahiya çêkirî ew e ku jîrahiya mirovî bi rêya kombersan texlîd bike.”3
Wekî em dizanin, mirov xwedî şiyanên wekî dîtin, bihîstin, bêhn kirin, desttêdan û tamkirinê ne û bi saya van şiyanên xwe hişê xwe têr dike û ev têrkirina hişî jê re dibe jîrahî. Nexwe jîrahiya çêkirî, ya ku jîrahiya mirovî texlîd dike, jî divê xwedî hîn şiyanên bi vî rengî be, da bikaribe kar bike. Bi rastî jî gava em lê dinêrin jîrahiya çêkirî jî di bingeha xwe de hin şiyanên bi vî rengî bikartîne, ango dihewîne. Sucu (2019) wan şiyanan wiha vediguhêze: “naskirina dengî û têgihiştin, sazkirina dîmenê, sazkirina xwezayî ya zimanî û têgihiştin, muhakeme kirin”4 Nexwe em dikarin bibêjin jîrahiya çêkirî jî xwedî hin şiyanan e ku dikare pê kar bike. Lê helbet ev karkirin hê jî bi sînor e û dûrî jîrahiya mirovî, ya ku texlîd dike, ye. Çimkî her berhemeke wê jîrahiya mirovî ye û şiyana wê yekê lê nîn e ku ji wî hiş û jîrahiya ew afirandî derbas bibe.
Em dikarin hinekî jî qala destpêka afirandina jîrahiya çêkirî bisekinin û ji wir careke din vegerin destpêka nivîsa xwe. Li gorî ku em ji Sucuyê (2019) dixwînin, destpêka wê xwe disperê salên Şerê Duyemîn a Cîhanê, ku di wan salan de çêkirina çekên leşkerî yên teknolojîk û pêşxistina kombersan wekî nîşaneya gavên ewil yên jîrahiya çêkirî dikarin bên qebûl kirin. Li vir bi taybetî roleke girîng bi Alan Turîngê ku wekî kesê bingeha kombersan daniye tê qebûl kirin, tê dayîn û nivîsa wî ya di sala 1950an de, di hejmara 256an a kovara felsefeyê ya bi navê Mindê (Hiş) de hatî weşandin jî wekî destpêka geşedana fikrên wî tê qebûl kirin.5 Helbet ji sala 1950an heya 2023yan gelek pêşketin çêbûn û xwiya ye dê salên pêşiya me jî bibin heyama jîrahiya çêkirî.
Lêgerînên destpêlkî yên mirovên ewil bo watedarkirina cîhana tê de dijiyan bû û dawîya wan lêgerînan de xweda afirandin. Di serî de ji her tişteke ji fêhma wan zêde, bi hebûna xwedayekî re pênase kirin û paşî her serdema nû têgihiştinên nû bi xwe re anîn û ji cihekî paş xweda hemû di bin banekî de berhevkirin û xwe ji aloziya pirbûnê xilas kirin. Lê her çiqas watedarîya lê digeriyan bi afirandina xwedayê ewil re hinekî jî be bidestxistibin, lêgerîna wan bi dawî nebû û her tim ji bo jiyaneke watedartir û helbet bi vê re hêsantir û aramtir, domiya. Belê çawa ku Freudî bal dibire ser û digot “mirovî di encama rev û lêgerîna xwe de xweda afirand” em dikarin bibêjin ku mirov hêj jî di wê lêgerînê de ye û hêj jî ji bo watedarkirin, hêsankirin û aramkirina jiyan û cîhana xwe, êdî ne bi awayekî destpêlkî lê bi berhemên wê afirînerîya xwe re, ku lêgerîna wî hêsantir dikin, dixebite. Encamên jîrahiya çêkirî dê çawa bin, dê kartêkerîyeke erênî yan neyînî li jiyana mirovî bikin yan dê bigihîjin radeyeke çawa dê dem nîşanê me bide, lê dîsa jî ez dixwazim berê pirsê ji afirînerîya mirovî ya ku xweda afirandî bikim: Xwedayî kartêkirineke çawa li jiyana mirovî kir, erênî bû yan neyînî bû? Helbet bersîv li gorî têgihiştin û hizra mirovî ya ji xwedayî bû. Nexwe em dikarin bibêjin ku, dê kartêkerîya jîrahiya çêkirî jî li gorî têgihiştin, hizirkirin û bi taybetî jî ji ber ku berhemeke heyî ye, bikaranîna wê be.
Çavkanî:
1 https://sozluk.gov.tr/
2 Köroğlu, Y. (2017). Yapay Zekanın Teorik ve Pratik Sınırları, Boğaziçi Üniversitesi Yayınevi, İstanbul.
3 Pirim, H. (2006). Yapay Zeka, Journal of Yasar University, 1(1), 81-93.
4, 5 Sucu, İ. (2019). Yapay Zekanın Toplum Üzerindeki Etkisi ve Yapay Zeka ( A.I) Filmi Bağlamında Yapay Zekaya Bakış, Uluslarası Ders Kitapları ve Eğitim Materyalleri Dergisi, 2 (2), 203-215.