Bi jîrahîya çêkirî bi tesbîtkirina qalibên dengen qeydkirî bingeha zimanê gamasîyan hate derxistin.
Vedîtinên ku gamasîyên ispermeçet cûreyekê “alfabeya fonetik” ji bo ragihandinê bi kar tînin, di van demên dawîyê de bûne mijara lêkolînên zanistî yên balkêş. Lekolînvanan eşkere kirin ku ev guhdandarên behrê yên dêw bi qalibên dengî yên tevlîhev û rêxistinkirî re têkiliyê datînin û ev şêwe wateyên taybetî digirin.
Gamasîyên îspermeçet, afirîdên pir civakî ne ku kom bi kom li okyanûsan di cihên kûr de ji bo xwarina xwe li masîximavan digerin. Dema ku ew avjenî û nêçîrê dikin, ev guhandarên deryayî yên girs bi çêkirina hinek dengên “klik” ku wekî “Koda Morse û popcornê” ne têkilîyê bi hev re didaynin.
Ragehandina Gamasîyan Çawa ye?
Dengên tikandinê yên gamasîyan, di rêzikên rîtmîkî yên bi navê “kod” de têne rêzkirin. Her koda dikare wateyeka cuda hilbigire û gamasî van kodan di dema danûstendinên civakî, navîgasyon û nêçîrê de bi kar tînin. Bi lêkolîna van kodan, zanyar destnîşan dikin ku hin rêzikên dengan xwediyê hin wateyan in û ev wate “alfabeya dengnasî”yê pêk tînin.
Lekolînvan hêj jî nizanin repertûwara klîk tê çi wateyê. Îhtîmalek ew e ku gamasîyên îspermeçet klîkê wekî formeka zimanî bi kar tînin. Taylor Hersh, pisporê biyoakoustîkê li Zanîngeha Dewleta Oregon ku beşdarî lêkolînê nebûbû dibêje: “Di heman demê de gengaz e ku deng bêtir bi ser muzîkê ve biçin û muzîk “dikare bandoreka bihêz li ser hestan hebe bêyî ku di rastîyê de zanyarîyekê ragihîne.”
Giringîya Vê Vedîtinê Çi ye?
Ev vedîtin, der barê kapasîteya derûnî û avahiya civakî ya gamasîyan de îşaretên giring peyda dike. Di heman demê de ew deriyên nû vedike ku têbigihîje ka pergalên ragihandinê di navbera mirov û heywanên din de çawa pêş ketine. Zanyar berdewam dikin ku tomarên dengbêjan analîz bikin da ku avahî û wateya van kodan çêtir deşîfre bikin.
Fêrbûna bêhtir li ser gamasîyên îspermeçetê ka çawa diaxivin dikare ji bo parastinê jî giring be. Gamasîyên îspermeçetê ku ji hêla Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê ve wekî “bêparastin” têne dabeşkirin, hîn jî di pêvajoya biserxwevehatina ji nêçîra bazirganiyê ji hêla mirovan ve di sedsalên 19an û 20an de ne. Her çend ev şêwaza nêçîra gamasîyan bi dehsalan qedexe be jî, gamasîyên îspermeçetê niha bi xetereyên nû yên wekî guherîna avhewayê ya ku ji hêla mirovan ve dibe sedema, zêdebûna dengê okyanûsê, lihevketina keştiyan û tevlêbûna alavên masîgiriyê re rûbirû ne.
Tê gotin ku heger lêkolîneran zanibûna ku gamasîyên îspermeçetê çi dibêjin, dikarîn ji bo parastina wan nêzîkatiyên bêtir armancdar pêş xistibana. Wekî din, xêzkirina hevokên di navbera gamasî û mirovan de bi ziman dikare bibe alîkar ku temaşevanên berfireh di hewildanên parastinê de bikin.