“Guhdar bikî Armancê min
Di xwezayê de çi hene, ez ê te ecêb bihêlim!
Kulîlk, çivîk, dengê bayê
Ew giştî bi me re ne, her bi yek giştîyek e.”
“De em binerin, bala xwe, guhê xwe bidî
Xweza çi qasî bedew e,
her dem bi te re ye, her dem bi me re ye!”
Rojek ji rojan, dema ku ro hêdî hêdî dadiket, Armanc û Mekê ber bi nava daristanê ve dest bi meşê kirin. Dar navbera pelan de reqsa xwe pêşkêş dikirin, çivîk bi kêyfxweşî disitirîn. Armanc ji Mekê re got “Mekê, çawa dikarin ew qas bedew bibin?” bi biriqandina çavê xwe re. Mekê bi keneka nerm bersivand:
“Xweza bi jîyanê tijî ye Armancê min. Her darek, kulîlkek, ajalek, mirovek li dinyayê rolekê dileyîze. Xweza hevsengîya jîyanê dispêre. Tiştê ku xwezayê bedew û bêhempa dike, ev hevsengîya ye.”
Piştî demekê Mekê ji Armanc re got, “Aniha çavên xwe bigirî û xwezayê guhdar bikî, tu bi ra jî dibihîsî?” Armanc hêdîka guhdar kir. Dengê çivîkan, di pelên daran de xumxuma ku ji bayê derdikeve, bizavên aferîdeyên di binê erdê. Giş dihatin ba hev û ji Armanc re zimanê xwezayê dipispistîn. Piştî çavên xwe vekir xwezayê hê baştir dît, li hember rengînîyekê bû. Wekî metka wî digot, xweza bi rastî jî pir taybet e.
Piştî hebikî dî meşîyan, Mekê Armanc bir nav kulîlkan. Ji her rengî kulîlk vebûbûn. Hinek zer, hinek binevşî, hinek jî spî… Armanc bi ronahîya çavê xwe, bi heyranî li erdê temaşe dikir. Ji nişka ve tiştek hat bîrê, bala xwe da metka xwe û got “Mekê, ev kulîlk çawa çêdibin?” Dema ku ev pirs dikir jî bêtir pirs di serê wî de dizivirîn.
Rûyê metka wî biken bû: “Çêbûna kulîlkan yek ji sirê xweşik ê xwezayê ye. Her kulîlk, ji kûrahîya axê ve hêza xwe distînin, ronahîya tavê radijên û ji tovî mezin dibin.”
Armanc got ku “Metkê, tovên van kulîlkan çawa çêdibin?”
Metka wî bi kenekî nerm got “Tov sirrê herî mezin ê kulîlkan e. Kulîlk tozên xwe bi bayê yan jî kêzikên wek mozê re belav dikin. Toza kulîlkan dema di hundirê kulîlkekê de ber digirin, tovên biçûk çêdibin. Pişt re ew tov dikevin erdê yan jî ji hêla çivîk, ba û avê ve diherin warên dî. Paşê dema ku di cihekî guncav de li erdê bi cî dibin, dem bi dem wekî kulîlkekê nû mezin dibin.”
Armanc bi şaşîyeka mezin li kulîlkan temaşe kir. “Nexwe her kulîlk, weke dayika kulîlkeka nû ye!”
Metka wî kenîya. Erê, xweza her tim alî hevûdu dike. Heger kulîlk wenda bibin, moz jî birçî dimînin. Moz tunebin, tovên nû jî çênabin. Lewma parastina xwezayê pir giring e.
Armanc, beybûnek rahişt û hêdîka bêhn kir. Di wê neqlê hay jê çêbû ku kulîlk ne bi tenê bedew in, di heman demî de perçeyekê jîyanê ne. Fikirî ku xweza çi qasî di hevdengîyeka mûhteşem de ye. Got, “Nexwe dema em li kulîlkekê dinêrin, di eslê xwe de em li çîrokekê dinêrin.” Bi kelecanî got “Ango, her kulîlk ji bo kulîlkeka din za bibe alî hevûdu dikin!”
Metka wî bi serê xwe re da erêkirin. “Belê, xweza ti tiştî xerç nake. Her kulîlk, di nav xwe de baxçeyekî siberojê dihewîne.”
Armanc fem kir ku kulîlk ne bi tenê xweşik in, di heman demê de perçeyekê çerxa jîyanê ne. Bêhna wî fireh bû, ji ber ku kulîlkek çawa ji tovê ku dikeve erdê ve dizivire mûcîzeyê. Bi dilxwazî got ku “Metkê, rengên van kulîlkan çima ev qas curbicur in? Çima giş ne yek reng in?
Mekê bi ken xwe daqûl kir û destê xwe li beybûnekê da. “Çimkî her kulîlk wek şanenavekê xwezayê ye. Roj, ax, av û ba; ji her yekê re reng û dengê xwe dide. Her weha hinek kulîlk ji bo kêzik û mozan bikişînin cem xwe, rengên rewnaq li xwe dikin. Ji bo zindîyên din bikişînin alîyê xwe, rengê xwe dibijêrin ku timî zêde bibin. Mînak kulîlkên zer bi piranî mozan dikişînin, çimkî rengê zer bala mozan bêtir dikişîne.”
Armanc bi baldarî guhdar dikir, “Gelo rengên kulîlkan çawa çêdibin?”
“Reng ji pîgmentan tên” got metka wî. Her reng, qala armanceka kulîlkê dike. Mînak, kulîlkên binefşî bi gelemperî pinpinîkan dikişînin, çimkî pinpinîk rengê binefşî baştir dibînin. Kulîlkên spî jî di şevan de dibişkivin, çimkî ev kulîlk bala ajalên ku şevan hişyar in, bi taybetî jî bala pelçimokan dikişînin.
Armanc, ji gotinên metka xwe ferq kir ku rengê kulîlkan bi tenê ne mijara spehîbûnê ye, lê di heman demê de armanca zindîmayinê ye jî. Got “Careka din fem dikim ku xweza çi qasî biaqil diherike. Her tişt girêdayî hev e û her kulîlk xwedî wezîfeyekê ye.”
“Ji ber vê yekê Armancê min, divê em bi awayekî hûr li xwezayê re binerin û her zindî û giyanî fem bikin” got Mekê, bi nerîneka hezkirî. Piştî demekê Armanc û Mekê dema ku li nav kulîlkan de digerîyan dîtin ku pinpinîkeka biçûk veniştîye li ser kulilkeka nû vebûyî. got Armanc;
“Biner Mekê, wek te gotî, xweza çi qas biaqil diherike! Pinpinîkekê ev kulîlk dît û bi gerikên wê xwe têr dike. Nexwe her tişt hevûdu temam dike.”
Mekê girnijî û bi serê xwe erê kir. “Erê Armanc, xweza her tim hevdengîya xwe dibîne. Divê em vê hevdengîyê bistirînin.” Bi vê neqilbûnê Armanc dît ku tovek dikeve tam kêleka beybûnekê. “Ev jî destpêkek e!” got qîrînî. “Wê ji vêya kulîlkeka nû derkeve ne werê?”
Mekê got “Erê Armanc! Xweza her dem bi nûjenîyekê tije ye. Her tişt di nav çerxekê de ye, bi hev re bi hevdengîyekê dixebitin. Erka me jî zirarnedayin, parastin û hezkirina wê ye.”
Armanc bi awayekî şidayî metka xwe hemêz kir. “Tiştên ku ez fêr bûm ji bîr nakim Mekê. Parastina xwezayê wê ji bo min pirrr û pir giring be.”
Dema ku ro hêdî hêdî dadiket, Armanc û Mekê temaşekirina mûcîzeyên biçûk ên xwezayê domandin. Di her gava wan de rêzdarîya wan ji hevdengîya xwezayê mezintir dibû. Di wê neqlê de Armanc careka din fem kir: Her kulîlk, her pel, her çivîk, her ajal bi erkekê dijîn; her tişt yekpare ye.
Û xweza bi nepenîyên xwe re, reng û dengên xwe re wê hebûna xwe bidomînin.