Serdema Xalidîtîyê û Serdema Edebîyata Modern bi hev re dest pê dikin di edebîyata kurdî de. Her du bi hev re aktîf in. Ji ber vê yekê mirov dikare muqayeseya her duyan bike. Serdema Xalidîtîyê li goreyî Serdema Klasîk ya berîya xwe di xwe de hindek guherînên ruxsarî û naverokî dihewîne.
Serdema Mîrektîyan heta nîveka sedsala nozdehem (1850) dewam dike û xilas dibe. Mebest ji vê derê mîrektîyên kurdan hemû jî têk diçin. Sîstema merkezîyetê tê avakirin û rûxandina mîrektîyên kurdan dest pê dike, wan hildiweşînin û ev yek jî di qada edebîyatê de bizaveka nû ava dike. Ji vê derê pê de Serdema Xalidîtîyê dest pê dike.Serdema Mîrektîyan cuda ye; desthilatdarîyên kurdan hene û wan medrese ava kirine û perwerde bi kurdî ye ku mirov dikare vê serdemê wekî serdemek zêrîn bi nav bike. Bes wextê dawî li mîrektîyên kurdan tê êdî Serdema Piştî Mîrektîyan dest pê dike (1850) heta roja me.
Osmanî di şûna mîrektîyan de qeymeqên xwe rê dikin Kurdistanê lê belê hizûr peyda nabe û di vî warî de valahîyeka sîyasî derdikeve meydanê ji ber ku ew sîstema berê têk çûye. Tam di vê serdemê de Xalidîtî derdikeve meydanê bi rêya tekyayan û li welatê kurdan belav dibin û bi dehan tekyayên nû vedibin. Di van medreseyan de edebîyat derdikeve meydanê, şair bi kurdî dinivîsin. Tekya şûna mîrektîyan digirin û xelk hemî berê xwe didin wê derê û şair û helbestvanên mezin jê derdikevin.
Vê carê di vê serdemê de rengên nû derdikevin meydanê. Di serdema mîrektîyan de şairên kurdan ji mîrektîyan re dinivîsin lê ji ber ku êdî mîrektî nînin şairên vê serdemê ji şêxên xwe re nivîsîne. Berê mîr li her cihî nebûn lê bi rêya tekyayan perwerde û deshelatdarîya kurdan digehe cihên kurd berê destê mîrektîyan jê nedigirt jî.
Di vê serdemê de ji ber ku hêza merkezî heye û dibistan têne vekirin û perwerdeya wan bi tirkî ye bivêt nevêt bandora tirkî zêdetir dibe.Serdestîya Xalidîtîyê heta Şerê Cîhanê yê Yekem dewam dike. Sînorên nû ava dibin piştî şerî û dewletên moden derdikevin meydanê û serdem jî diqede.
Osmanî piştî hilweşandina mîrektîyan xwest sîstemeka merkezî ava bike ku jê re ademî merkezîyet tê gotin. Yek ji sedemên vê yekê ew e ku milletên di bin hukumdarîya Osmanîyan de yek bi yek xweserîya xwe bi dest dixistin lewra Osmanîyan xwestin berîya ku kurd jî veqetin otorîteya xwe li ser wan danin û nehêlin ew biveqetin. Di şûna wan de qeymeqamên xwe rêdikin Kurdistanê lê belê êdî ew îstîqrar û seqamgirî û hizûra berê namîne. Tevlîhevîyek dest pê dike. Sîstemeka îdarî ya serkeftî nayê damezirandin. Di sala 1847ê de di dewra Evdilmecîdî de wek îdarî eyaleta Kurdistanê tê avakirin ku navenda wê pêşîkê Xelat bû lê paşê Amed. Di sala 1868ê de dawî lê tînin û bajaran wekî wîlayetan dabeş dikin.
Di sala 1869ê de di dewra Evdilezîz de Mûairifî Ûmûmîye Nîzamnamesî derdikeve ku dewlet mektebên nû vedike di bin tesîra ewrûpayê de. Li her derê mekteban vedikin ku zimanê perwerdeyê bi tirkî ye ku perwerdeya tirkî êdî li nav kurdan dest pê dike.Her weke din şerê cîhanê diqewime û di encama vî şerî de gelek ax ji destê Osmanîyan diçe û bi peymana Lozanê sînorên îro kifş dibin ku kurdên ji hev qetîyayî zêdetir ji hev vediqetin.
Tarîxa edebîyata kurdî ya klasîk wek Serdema Berî Mîrektîyan, Serdema Mîrektîyan û Serdema Piştî Mîrektîyan bi sê qonaxan tê pênasekirin. Serdema Piştî Mîrektîyan di kav xwe de wekî Serdema Xalidîtîyê û Serdema Sedsala Bîstem vediqetin du beşan. Serdema Xalidîtîyê ji 1850yê yanî hilweşandina mîrektîyên kurdan dest pê dike heta dawîya Şerê Cîhanê yê yekem dewam kirîye ku bi tevahî 73 sal in.