Heyamekê çar netewe di nav hevsengî û biratîyê de bûn. Paşê her tişt, bi hêrîşa Neteweya Agirî guherî. Avatar: The Last Airbender, ne bi tenê çîroka lehengîyê ya zarokekê ye, di heman demê de çîroka lêgerîna hevsengîyê ye ku ji kevintirîn mîtên mirovahîyê veristîye hatîye. Gelo ev gerdûn, şopên kîjan agahîyên kevin dihewîne? Her weha pirsa eslî: Gelo ji bo verastkirina çarenûsa/qedera xwe mirovahî hewceyî Avatarekê ye, an jî ew başîya di dilê xwe de hişyar bike dikare aşitî û hevsengîyê ava bike?
Beşa 1: Govenda Elementan û Şarezabûna Kevin
Avatar ku bingeha çar elementan çêdike, ne bi tenê remza hêzê ye, di heman demê yek ji awayên felsefeya kevin e ku hewila ravekirina gerdûnê dike.
1. Av: Berdawama Jîyanê û Guncanî
Qebîleya Avê, destnîşana enerjîya “yin”ê ya Taoîzmê dike. Her wekî Lao Tzu di Lao Te Chingê de gotî: “Li dinyayê bi qasî avê nerim û lawaz tiştek nîne, bes di warê şîyana tund û hêzê de di ser wê re nîne. Dilovanîya Katara û wekî Toph gotî “guncanîbûna zêde”, felsefeya avê nişan dide.
2. Ax: Rastîya Neyê Guherîn
“Rihên xwe berde nav axê, netirse.”
Qraltîya Axê, bi ser “prithvi”ya (element axê) Bûdîzmê ve diçe. Wekî Toph ku her çendî kor bû jî ewî “erd didît” û wekî dîtina derûnî ya di ronîbûnê de ya Siddhartha ye.
3. Agir: Hilweşîn û Vejîn
Şerê Zuko yê navdilî, hem jî hêza tunekirinê ya agirî hem jî hêza paqijkirinê ya agirî nişan dide. Agni’yê (xwedwendê agirî) Hîndûîzmê, qurbanan disoje bes di heman demê de wan digehîne zanîna xwerî. Azwerîya Lordê Agirê Ozai, azwerîya hilweşîner ya gelek împaratorên dîrokî tîne bîra mirovî.
4. Hewa: Azadîya Ruhî
Koçerê Hewayê, felsefeya şarezayên Taoist ya “wu wei” (tevgera bêtevger) dihewîne. Gotinên Guru Laghima: “Heger tu pê li erdê bikî, tê werî zincîrkirin, bes li hew tu azad î.” Ev wekî hînkirina negirêdanê ya di Zen Bûdîzmê de ye.
Beşa 2: Avatar – Daketina Xwedawendan an jî Hêvîya Mirovahîyê?
Avatar, roleka wekî ya dînê Budîzmê “xwedawendê ji bo xilaskirina dinyayê daketî (Krishna, Rama) digire ser xwe. Bes di heman demê de mirovek e; xetayan dike, êşê dikêşe û mezin dibe.
1. Reenkarnasyon ve Çarenûs
Têgeh “tulku” (vejîna rihê zana di bedenên nû de) ya Bûdîzma Tîbetê, bingeha çerxa Avatar e. Wekî bijarteya Dalay Lama, Avatar jî mîrateyeka rihî dihewîne.
2. Bertekên Dîrokî
Mekîneya Şerî ya Neteweta Êgir: Dagirkirina Asyayê ji hêla Împaratorîya Japon ve.
Tarîtîya Burokratîk ya Ba Sing Se: Rejîma sergirtî ya Çînê û borukrasîya Sovyêtê.
Berxwedana Qebîleya Avê: Şerên gêrîlla û têkoşînên li hember dagirkirinê.
Beşa 3: Bêyî ku Lehengek Hebe, Mirovahî Dikare Aramî û Hevsengîyê Peyda Bike?
1. Hewcedarîya bi Avatarî: Ronahîyek li nav Kaosê
Dîrok, nişan dide ku nehevsengîya hêzê şerî çêdike. Avatar, li ser her du alîyan wekî “parêzerê hevsengîyê” ye. Eynî wekî hewcedarîya bi fîgurên pêkvegirêdanê di dinyaya rastî de.
2. Alternatîv: Sîstemên Dadxwaz û Hişmendîya Kolektîv
Demokrasî: Bergirîya hêzê dike ku di destê kesekê tinê de kom bibe.
Perwerde: Pêşdarizandina hildiweşîne (mînak: Yekbûna Qebîleya Ava Başur û Bakur).
Hiqûq: Çawa ku Zuko neteweya avê reforme kir, dikar sîstema edaletê jî çêbike.
Encam: Mîrateya Avatar – Em in an jî Ew e?
Avatar Aang û Korra, peyamekê didin mirovahîyê: “Hevsengî, ne bi tenê bi pêşengekê bihêz çêdibe, di heman demê de bi berpirsîyargirtina her kesê çêdibe.
Belkî jî Avatar, lêgerîna başî û edaleta di dilê me de ye. Belkî jî “tewînerê hewayî” yê rastî, mêranî hêza azadîya di dilî de ye.
Gelo bi ya we?
Ji bo guherandina dinyayê Avatarek hewce ye, an jî Avatar em bi xwe ne?
Çavkanî û Pêşniyazên Xwendinên Kûr:
The Tao of Avatar – Hînkirinên Taoist yên Jinûve Hatine Şirovekirin
Myth and Meaning in Avatar: The Last Airbender – Bandorên Joseph Campbell
Hindu Avatars and the Cycle of Rebirth – Devdutt Pattanaik
“Efsaneyên berê, nexşeya pêşerojê ne.” Iroh