Azadîya mirovî her tim bûye cihê nîqaşan. Ramîn, helwest û tevgerînên mirovî bi tevahî di bin kontrola wî de ne, yan mirov di ramîn, helwest û tevgerînên xwe de di bin bandora hêzên derveyî xwe de jî dimîne? Mirov di ramîn, helwest û tevgerînên xwe de çiqasî xwedî kontrol e? Helbet ev pirs, ji hêla gelek zanistên ji hev cuda yên wekî felsefe, olnasî, derûnnasî û hwd. ve, bi alîyên xwe yên cuda û di çarçoveyên cuda de hatiye kirin û tên kirin. Yek ji wan zanistên ev pirs kirî jî derûnnasîya civakî ye, ku şaxeke zanista derûnnasîyê ye. Ji bo ku em bikaribin bi awayekî hêsantir û vekirîtir rave û şîrove bikin, baş e ku em ewil li wateya azadîyê, azadbûnê binerin. Li gorî Bilgin (2016) di ferhenga xwe ya bi navê Ferhenga Derûnnasîya Civakî de pênase dike, azadî: “Têgeha azadîyê, bibîrxistinokên wekî rastî astengîyan nehatinê, girêdayî kesekî din nebûnê, tevgerîna bi dilê xwe û şiyana kirinên curbicur di xwe de dihewîne.”1 Her wiha dîsa Bilgin (2016), pênaseya xweserîyê dike û dibêje, her çiqas ev peyv di serî de têgeheke polîtîk jî be û ji bo pênasekirina rewşên civakî hatibe bikaranîn jî, bi demê re wateya wê fireh bûye û wateyeke pênaseya takekesî jî di xwe de dihewîne û wê pênaseyê wiha rave dike: “Xweserî rewşa kesekî wisa derdibire ku, delîveya wî/ê ya tercîh û bijartinê heye ku li hemberî zordarîyê, xweferzkirinên derveyî berxwe bide; şûna ku serî bitewîne ango vebestî be, bi daxwaza xwe tevbigere û ji biyanîbûnê xilas bibe.”2
Wekî em di pênaseyên Bilgin de jî dibînin; mirov bi awayekî wisa tên pênasekirin ku di ramîn, helwest û tevgerînên xwe de xweser, ango azad in. Lê em dizanin ku, mirov her çiqas wekî takekesekî xwedî hebûneke xweser jî be, di nava civakê dijî û her çiqas bi hebûna xwe ya takî jî li wir be, bi beşdarîya civakê re, hebûna civakê jî ji hêla wî/ê mirovî ve tê pejirandin û mirov bi xwebûna xwe re, hebûna civakê jî di xwe de dihewîne. Wekî em ji derûnnasîya civakî jî dizanin, ev wekî nasnava civakî tê pênasekirin ku, tê wê wateyê her mirovî di nava civakekê de dijî xwedî nasnava ji hêla wê civakê ve hatî afirandî ye. Ji ber ku mirov hebûneke biyopsîkososyal, ango biyolojik, derûnî û civakî ye, divê şîrovekirina mirovî jî van taybetmendiyan li ber çavan bigire û nirxandinên piralî bên kirin.
Loma jî derûnnasîya civakî li ser alîyê mirovî yê civakî disekine û bandora civakîbûna mirovî ya li ser takekesîya wî/ê vedikole. Yek ji wan mijarên derûnnasîya civakî li ser disekine jî, bandora civakê ya li ser mirovî ye, ku wekî “bandora civakî” hatiye pênasekirin. Pirs ev e: Gelo civak bandoreke çawa li ser mirovî dike; mirov gava di nava civakê de ye di tevgerînên xwe de azad e, yan civak bandorê li tevgerînên mirovî dike? Ji bo bersîva vê pirse, ango ji bo fêmkirina tevgerînên mirovî yên di nava civakê de gelek lêkolîn hatine kirin, lê du lêkolînên, ango cerribandinên ji wan lêkolînan yên destpêkê ne û wan rê li ber lêkolînerên din jî xweş kirine ku lêkolînên nû û curbicur jî bikin. Ji wan lêkolîn, ango cerribandinan yek ya Muzaffer Sherif (1935) e3. Şerîf, di odeyeke tarî de, bi qasî xalekê ronahîyê dide dîwarî û ronahîyê vedikuje û ji wan kesên beşdarî cerabeyê bûyî dixwaze fikrên xwe bibêjin, ka ew ronahî çiqasî dilive. Helbet di eslê xwe de ronahî bê tevger e û ji cihê xwe nalive. Cerabe ji du qonaxên cuda pêk tê. Di qonaxekê de ceribîner bi serê xwe ne û di qonaxa din de jî bi komekê re, ango di nava komekê de ne.Her çiqas ronahî ji cihê xwe nalive jî, di her du qonax, ango rewşan de jî ceribîner di wê baweriyê de ne ku ronahî dilive û ew jî fikrên xwe yên li ser dûrahiya wê livînê vedibêjin. Lê ya giringîyê dide vê cerabeyê ew e ku gava ceribîner bi serê xwe ne qala dûrahîyên curbicur yên ji 5cmyê bigire heya 30cmyê dikin, lê gava di nava komê de ne hingî diçe qala dûrîyeke standart dikin û fikreke komî ava dikin. Yanê her ceribîner gava bi serê xwe ye xwedî fikreke cuda ye û bi rehetî dibêje ronahî evqas liviya lê gava di nava komê de ne, fikren hevûdu dibihîzin û bi demê re nêzî fikreke standart dibin. Helbet cerabe bi çend rêyên cuda hatiye dubarekirin lê encama Şerîf gihiştiyê ew bûye ku, gava mirov din ava kom ango civakekê de be, mirov bi demê re hin rêzikan diafirînin û li gorî wan rêzikan tevdigerin û ev dibin rêzikên civakî.
Cerabeya Şerîf li ser avakirina rêzikên civakî bû û cerabeya din a me qala wê kirî jî, cerabeya Solomon Asch (1951) e.4 Bereksê Şerîf, Asch di ciheke vekirî û ronahî de, ku her tişt bi hêsanî tê dîtin, cerabeya xwe dike. Di cerabeya Asch de, ceribîner di polekê de li pey ve rûdinin û Asch xêzikeke li ser rûpelekî hatî xêzkirin nîşanî wan dide û dû re rûpelekî sê xêzên dirêjahiya wan ji hev cuda li ser heyî dide wan û ji wan dipirse ka kîjan xêzika ser wê rûpelî bi qasî wê xêzika ewilê dîtî ye. Helbet gava her kesek fikra xwe vedibêje, bi awayekî rast tê vegotin ka bersîv kîjan xêzik e. Lê Asch li pey wê bersîvê ye, ka dema çend kesan bi zanebûn bersîveke şaş dan, dê kesên din jî çav bidin wan û bersîveke şaş bidin yan dê çav nedin wan û bersîva rast çi be dê wê bidin. Ji bo vê yekê, Asch ceribînerên nerasteqîn di polê de cih dike û ew bi zanebûn bersîvên şaş didin. Gava dora bersîvê tête ceribînerên rasteqîn, tê dîtin ku ew jî, her çiqas bizanibin bersîva wan şaş e jî, li gorî ceribînerên din, yên di eslê xwe de ne ceribîner in, bersîvê didin. Yanê bersîveke şaş didin. Helbet temamiya ceribîneran wê şaşiyê nakin, rêjeya Asch diyarkirî %35 e, lê dîsa jî gava rewş tê nirxandin, ku her tişt eşkere ye û li holê ye, rêjeyeke girîn e. Cerabeya Asch wekî Cerabeya Guncînê tê pênasekirin, ku amaje jê ew e gava mirov di nava kom, ango civakekê de be mirov fikrên xwe li fikrên kom, ango civakê diguncîne û hewl dide li komê bigunce. Li vir pirs ev e: Sedem çi ye?
Li gorî derûnnasîya civakî, civakîbûn bi xwe re hin berpirsiyarîyan li mirovî zêde dike. Mirovî beşdarî komekî, yanê civakekê, bûyî bi beşdarîya xwe re rê û rêzikên wê kom, ango civakê jî dipejirîne. Wekî tê zanîn, ew beşdarbûn ne beşdarbûneke bê hay û jixweber e. Beşdariya mirovî ya komekê, xwe dispêre hizr û helwestên hevpar ên mirovî yên bi komê re lê dîsa jî ev nayê wê wateyê ku mirov yekcar wekî komê difikire ango helwestên wî û yên komê yek in. Jixwe hebûna van cudahiyan e ku zanyaran ber wê pirsê ve dibe û li wan dide pirsîn, ka çima gava mirov xwedî fikr û helwesteke cuda be, li gorî fikr û helwestên komê tevdigere? Li gorî lêkolînên hatî kirin çend sedemên vê rewşê hene, ango çend xalên balkêş hene ku li ser mirovî bandoreke civakî çêdikin. Em dikarin wan wekî serenav wiha rêz bikin:
– Mezinahîya komê
– Tirsa dijberîbûna bi komê re
– Yekdengîya di komê de
– Vebestîna bi komê re5
Mezinahîya Komê: Di komê de her çiqas yekdengîyeke piranîyê çêbibe, qet nebe heya radeyekê, çavdana komê jî zêde dibe. Li gorî ji cerabeyên Asch jî tê zanîn, mezinahîyên ji 3 kesan pêk tên û mezinahîyên ji 3 kesan zêdetir kesan pêk tên bandoreke nêzî hev dikin.6
Tirsa Dijberîbûna Bi Komê Re: Her mirovek dixwaze ku ji hêla civaka xwe ve bê hezkirin, bê hesibandin. Ji ber wê yekê, tu mirov naxwazin li dijberî civaka xwe cih bigirin, yanê hingî ji wan tê hewla wê yekê didin ku bi civakê re yek bin, lê ne dijberê civakê bin û ji civakê bên dûrxistin.
Yekdengîya Di Komê De:Gava di civakê de piraniyê li ser heman tişt û fikrê li hev kir, dîsa bi armanca hezkirin û hesibandinê, hewla wê yekê tê dayîn ku bi civakê re yek bin û yekdengîya civakê xirab nekin.
Vebestîna Bi Komê Re: Wekî me li jorê jî bal kişand ser, mirov li gorî hevşibîna hizr û helwestên xwe beşdarî kom û civakan dibin û loma jî ew beşbarbûn di xwe de vebestinekê jî dihewîne. Îcar ji bo ku ziyanek negihîje wê vebestinê, her çiqas car caran fikr û helwestên wan yên cuda hebin jî, mirov hewl didin fikr û helwestên civakê biparêzin û ji civakê neyên vederkirin.
Çavkanî:
1,2Bilgin, N. (2016). Sosyal Psikoloji Sözlüğü: Kavramlar, Yaklaşımlar (3. Baskı). İstanbul: Bağlam Yayıncılık
3,4 Smith, J. R. and Haslam, S. A. (2016) Sosyal Psikoloji – Klasik Çalışmaları Yeniden Değerlendirmek- (1. Baskı), (Çev. Ed: Çoker, Ç., Yurtdaş, G. T., Cesur, S.), Nobel Akademik Yayıncılık, Ankara. (tê de).
5,64 Taylor, S. E., Peplau, L. A., Sears, D. O. (2015), Sosyal Psikoloji (A. Dönmez, Çev.). Ankara: İmge Kitabevi. (tê de).