Sala 2018an li Zanîngeha Enqereyê, xwendekarên beşa şanoyê, wekî projeya qedandina beşê lîstikek pêşkêş dikirin. Xwendekaran ji bo cihê lîstikê jî pola xwe ya waneyên şanoyî hilbijartibûn ku di wê polê de lîstikvan ne li ser dikeke ser bîneran re lê berevajîyê dikên şanoyî, di nîveka bîneran de bûn û li çar alîyê wan bîneran cihê xwe girtibûn. Heya wisa çêbibû, min di wê temaşayê de cihek peyda nekiribû û hema hema ber tehêla dikê, ango lîstikvanan, li erdê rûniştibûm. Lîstik, şanoya navdar ya bi navê Donzdeh Mêrên Bihêrs a Reginald Rose bû, ku piştî Sidney Lumet di sala 1957an1 de wekî fîlmeke dramayî kişand, bi wê fîlmê hat nasîn. Lîstik li ser jûrîyeke dadgehê bû ku divêya li ser bûyereke kuştinê biryarekê bidin û li gorî biryara bidin kesê sûcdar dê bê darvekirin yan jî ger bêsûc be dê azad bibe. 12 kesên jûrîyê di destpêkê de yekser pirsa wê yekê kirin ka gelo wî kesî çima ew kesê din kuştiye. Helbet bê ku pirsa wê yekê bikin ka bi rastî jî kuştiye yan nekuştiye. Yanê lîstikê wisa destpêkir ku mirovî digot jixwe li holê tu pirsek nîne û dê berê lîstikê ji vir derbazî perdeyeke din bibe. Lê di gava dengdana biryarê de 11 kesan li hev kir û gotin kesê tawanbar sûcdar e, kesekî got ez ji vê yekê bi temamî nepiştrastim û loma nikarim bibêjim sûcdar e. Ji bo encamê divêya her 12 endaman jî biryara xwe bikira yek da dadgeh biqede lê gava kesekî dudilî kir û biryara xwe bi yên din re nekir yek, jûrî negihişt encamê û loma yên din hewldan biryara wî kesî biguherînîn, her wiha wî bixwe jî hewl dida berê yên din bi awayekî din bide mijarê û kûrtir lê binêrin. Helbet niha gelek ji we fîlma vê lîstikê temaşe kiriye û loma encamê dizane. Ji ber vê yekê bêtir di nava lîstikê de naçim û dê derbazî encamê bibim. Destpêka 11 kesan li ser sûcdariya tawanbarî li hev kirî, di dawiyê de bi lihevkirina 12 kesan ya bêsûciya tawanbarî re guherî û ew kesê di destpêkê de biguman, bi guman û nêrînên xwe wisa kir ku her 11 kesên din jî gumanê ji fikra xwe bikin û bi çavekî din li bûyerê binêrin.
Helbet ev lîstik, ango fîlm bêtir dixwaze balê bikişîne ser pergala dadê ya Emerîkayê lê di salên fîlm hatî kişandin de, berê derûnnasiya civakî li ser reftarên civakê hûr dibû, ku di 1955an de Solomon Asch li ser guncîniyê cerabeyekê dike û encamên balkêş dest dixe.Cerabeya Aschî her çiqas di çarçoveya “guncîni”yê de bê nirxandin û dîtin ji, him Asch bixwe him jî hin lêkolînerên berê xwe dayî cerabeya wî, balê dikişînin ser wê yekê ku zêdehiya ceribîneran şûna ku xwe bi komê re biguncînin, ji fikra xwe piştrast in û nadin dû fikra komê û ji rastiya dizanin re nabêjin şaşî ye. Bi taybetî Moscovici dixwaze vê cerabeyê bi rengekî din şîrove bike û wê di çarçoveya “bandora kêmîneyî” de dinirxîne û dibêje em dikarin vê cerabeyê bi awayekî berovajî bixwînin û bibêjin hevalbendên Aschî yên di rola ceribîneran de bûn, bi kêmînebûna xwe bandor li fikra ceribînerên rasteqîn kirin û ev jî dikare wekî bandora kêmîneyî bê xwendin.2 Lê zêdehiya lêkolîneran ne bi vî awayî lê di çarçoveya rêjeya tevî guncînê nebûyî de li cerabeyê nêrîne û bi ya wan, guncînî pêkereke wisa berbelav nîne, bereksê wê, berxwedana li hemberî bandora civakî ji guncînê bihêztir e û mirov nikare vê lêkolînê tenê çarçoveya guncîniyê de binirxîne. Lê Moscovici dixwaze vê yekê bixwe biceribîne û di vê çarçoveyê de cerabeyekedin çêdike. Cerabeya Moscovici jî bi şêweya xwe dişibe cerabeya Aschî lê ji bo ku ew bandora kêmîneyî vedikole, hejmara ceribînerên wî di komê de rola kêmîneyan de ne û du kes in. Di cerabeyê de komên ji 6 ceribînerên rasteqîn pêk tên li hemberî slaytekî rûdinin û di silaytan de rengê şîn tê nişandan û ji ceribîneran tê xwestin ku rengê dibînin bi dengeke bilind bibêjin û di encamê de tê dîtin ku hemû jî li ser şînê li hev dikin. Di qonaxa din de du ceribînerên derewîn jî tevlî koman dibin û gava rengê silaytan tê gotin, ew ceribînerên derewîn dibêjin reng kesk e. Yanê Moscovici pê wê yekê ye ka dê ew kêmîneya wî avakirî bandorê li civakê bike yan na. Û di dawiyê de, bi rêjeyeke biçûk jî be (%8,42), ew kêmîne bandorê li komê dike û hin ceribînerên rasteqîn jî ji slayta şîn re dibêjin kesk e.3
Helbet him di cerabeya Aschî de him jî di ya Moscovici de ceribîner rastiyeke objektîf li ber çavên xwe dibînin û ya dikin ew e ku xwe bi xwe re derewan bikin û şûna rastiya xwe derewên yên din qebûl bikin. Heya Asch bixwe piştî cerabeyê ji wan kesên xwe bi fikra komê re guncandî dipirse û dibêje ma bi rastî jî we ew bi wî awayî dît yan ji ber egereke din we bersîva şaş da û gelek ji wan kesan dibêjin ku me dizanî ew bersîv ne rast e lê me ji ber hin sedemên wekî derbarê tendurîstiya kesên ceribîner, şikandina dilên wan, ji komê neqetînê û hwd. fikra komê parast.4 Yanê di eslê xwe de fikra wan ne ew bûye û pêkan e ceribînerên Moscovici yên fikra kêmîneyê parastî jî hin egerên wisa hebin. Lê di roja îro de zanistê ew yek piştrast kiriye ku bandoreke civakî jî û bandora kêmîneyê jî pêkan e li ser civakê. Lêkolîneke ji aliyê Brown5 (2017) ve, li ser geşedana nasnava neteweyî ya zarokên koçber (8-11 sal) ên Latînî hatî kirin jî di vê çarçoveyê de dikare were şîrovekirin. Di vê lêkolînê dê Brown, li ser pêwendiya reyên neteweyî yên hemsal û mamosteyan, peyamên dibistanê yên li ser pirçandiyê yên nepenî û têkiliyên navkesîn yên li ser nasnava neteweyî ya zarokên koçber sekiniye.
Di pirsa pêwendiya konteksta dibistanê ya binyadî, ya bi nasnava neteweyî ya zarokan re, de li pey wê bersîvê ye ka ev pêwendî bandoreke çawa li nasnava neteweyî ya wan zarokan dike. Di encamê de hatiye dîtin, ku zarokên hevalên wan yên Latîn ên polê kêm in, hewldane bi nasnava xwe ya Latînî re nasnava Emerîkî jî bînin ziman. Zarokên mamosteyê wan bixwe jî Latîn bûye li ser wê yekê şid bûne ku nasnava xwe ya Latînî bînin ziman. Bi vê encamê gihiştine wê encamê, ku ger li dora zarokan yên ji wan bin hebin, ango yên ji heman nasnava neteweyî hebin, li wan hêsantir dike ku li nasnava xwe ya neteweyî xwedî derbikevin. Gava em vê lêkolînê di çarçoveya bandora kêmîneyî de binirxînin, em dikarin bibêjin ku zarokên Latîn yên li Emerîkayê wekî kêmîne ne, hêz ji hebûna kesên wekî xwe, yên ji heman nasnavî yên dora xwe girtine û vê yekê hêsantir kiriye ku ewilîn li nasnava xwe ya ewilîn, ku Latînî ye xwedî derbikevin. Helbet li vir bandora mamosteyî jî balkêş e. Mamosteyê ku di vê rewşê de yê herî hêzdar temsîl dike, bandoreke wisa çêdike ku zarok bi awayekî hêsantir li nasnava xwe ya Latînî xwedî derbikevin.
Gava mirov vê hêzê di çarçoveya bandora kêmîneyî de binirxîne, mirov dikare bibêje ku, ji bo kesên di civakan de kêmîne ne hebûna dengeke nêzî wan hêzê dide wan ku wekî kêmîne xwe bînin ziman û li dengê xwe yê cuda xwedî derbikevin lê ger ew dengê cuda dengeke xwedî hêz be (li vir mamoste) bandora wî dengî jî dê hêzdartir bibe. Loma em dikarin bibêjin her çiqas Asch û Moscovici du hêlên cuda yên civakê nîşanê me dabin jî bandora civakê, him bi civakî him jî kêmîneyî, ji konteksta civakê nikare were veqetandin û him rewşa takekesên di civakan de, him nasnavên wan yên civakî û him pêkerên derûnî û him jî hêza civakê û ya kêmîneyê bandorê li reftarên mirovî dikin û divê di xwendin û şîrovekirina van reftaran de ev bandor neyên piştguhkirin. Ger ez li destpêka nivîsê vegerim, ew kesê fikra 11 kesên din nepejirandî û di dawiyê de bandor li kesên din kirî, di bingeha fikra xwe de xwedî pirseke takekesî bû û ji ber ku wî jî zarokek hebû loma nedixwest bi hêsanî zarokekî wekî sûcdar qebûl bike û di dawiyê de jî bi hêza li pişt sekna xwe, sekna 11 kesên din jî guherand, yanê bandoreke kêmîneyî li komê kir.
Çavkanî:
1Nûhev Co. %100 Kurdî (nuhev.com)
2,3,4Smith, J. R. and Haslam, S. A. (2016) Sosyal Psikoloji – Klasik Çalışmaları Yeniden Değerlendirmek- (1. Baskı), (Çev. Ed: Çoker, Ç., Yurtdaş, G. T., Cesur, S.), Nobel Akademik Yayıncılık, Ankara. (tê de).