• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Bandora Pirzimanîyê li ser Zarokan

Bandora Pirzimanîyê li ser Zarokan
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Pirzimanî îro bi zêdebûna gerdûnîbûn û danûstendinên çandî re giringtir bûye. Zarokên ji yek zimanî zêdetir zimanan fêr dibin, bandoreka kûr li ser pêşkeftina wan a zanînî, civakî, hestyarî û akademîk çêdibe. Lêbelê, vê rewşê hem avantaj û hem jî zehmetî hene ku divêt li ber çavan bên girtin. Di vê nivîsê de em bi berfirehî behsa bandorên pirzimanî li ser zarokan dikin.

Bandorên Hişî yên Pirzimanîyê

Pêşveçûna Hişî û Nermeşilî (Flexibility)

Pirzimanî bandorek erênî li ser jêhatîbûna zarokan çêdike. Pêvajoya guheztina di navbera zimanên cihêreng de mîna xebitandina mejî ye û nermeşilîya hişî zêde dike. Zarokên pirzimanî bi gelemperî di warên wekî çareserkirina pirsgirêkan, ramana razber, pîlansazkirin û kontrolkirina baldarîyê de serkeftîtir in.

Fonksîyonên Rêveber ên Pêşkeftî (Executive Functions)

Lêkolîn nîşan dide ku beşên mejîyê zarokên pirzimanî yên ku bi fonksîyonên rêveberîyê ve girêdayî çalaktir in. Ev zarok dikarin baştir bala xwe bidin ser tiştan, kêmtir li ser agahdarîya nepêwist bisekinin û zû agahîyan bide kare.

Parastina Li Dijî Demens û Alzheimerê

Pirzimanî ne tenê di zarokatîyê de lê di jîyana paşîn de jî feydeyên zaneyî dide. Hat tesbîtkirin ku kesên pirzimanî li hember nexweşîyên neurodejeneratîf ên wek nexweşîya Alzheimer zêdetir li ber xwe didin û nîşaneyên nexweşîyên bi vî rengî paşê xuya dibin.

Şîyanên Rêziman û Ragihandinê

Hişyarîya Zimanî (Metalinguistic Awareness)

Zarokên pirzimanî cudahîyên di navbera zimanan de çêtir fam dikin û qaîdeyên ziman û avahîya ziman bi hêsanî fam dikin. Bo nimûne, ew zagonên rêzimanê zûtir fêr dibin û dema fêrbûna zimanên nû dikarin vê zanînê bi kar bînin.

Jêhatinên Ragihandinê yên Pêşkeftî

Zanîna zêdetirî zimanekê, di warên civakî û çandî yên cihêreng de baştir danûstandinêa zanîna zarokan dike. Zarokên bi awayekî aktîf du zimanan bi kar tînin di vegotina peyamekê de bi awayên cihêreng afirînertir dibin.

Tevlihevîya Kodî û Tevlihevîya Zimanî

Zarokên pirzimanî carinan dikarin du zimanan di hevokekê de tevlihev bikin (veguhestina kodê). Wek mînak dikare nîvê hevokê bi kurdî û nîvê din jî bi îngilîzî an jî bi zimanekê dî bibêje. Ev beşeka xwezayî ya pêvajoya fêrbûna zimên e û bi gelemperî her ku zarok mezin dibin kêm dibe.

Bandorên Civakî û Hestî

Hişmendîya Çandî û Empatî

Pirzimanî, zarokan ji çand û şêwazên jîyanê yên cuda re vekirîtir dike. Ev yek jêhatîbûna empatîyê ya zarokan çêtir dike û wan dike kesên  xwedî toleranstir.

Jixwebawerî û Hesta Xwemalîbûnê

Zarokên ji yek zimanî zêdetir diaxivin, dikarin hem ji çanda xwe û hem jî ji çandên din re hesta xwedîtîyê pêş bixin. Lêbelê, zarokên bi zimanê kêmîneyan di civakên ku zimanê serdest li derdora wan tê axaftin dibe ku pirsgirêkên jixwebawerîyê bibînin. Ji ber vê yekê giring e ku malbat û perwerdekar rola piştgirîyê bilîzin.

Pirrengî di Têkilîyên Civakî de

Zarokên pirzimanî dikarin bibin xwedî jîngeheka civakî ya firehtir ji ber ku ew dikarin bi zimanên cuda danûstandinê bikin. Ev dikare dorhêla hevalên zarokan cihêreng bike û wan bike kesên ku ji perspektîfên cihêreng re vekirî.

Serkeftina Akademîk û Feydeyên Pêşerojê

Şîyanên Xwendin û Nivîsandinê

Pirzimanî dikare bandoreka nerênî li ser xwendin û nivîsandinê bike. Zarok dikarin bi hêsanî têgîneka ku bi zimanekî hîn dibin veguhezînin zimanekî din û di her du zimanan de jî hunerên xwende-nivîseran xurtir bikin.

Serkeftin di Dersên Ziman-Bingehîn de

Lêkolîn nîşan didin ku zarokên pirzimanî bi taybetî di dersên ziman-bingehîn de di dersên wekî edebîyat, dîrok û hwd de serkeftîtir dibin. Fêrbûna taybetmendîyên avahîsazîyê yên zimanên cihê dikare alîkarîya van zarokan bike ku nivîsên akademîk baştir fam bikin.

Derfetên Karîyerê

Pirzimanî di karsazîyê de avantajeka mezin e. Di cîhana gerdûnî ya îroyîn de, kesên dikarin ji yek zimanî zêdetir bi rehetî biaxivin, di derfetên kar ên navneteweyî de bêtir têne tercîhkirin.

Pirsgirêkên Pirzimanîyê

Bêhevsengî di Bikaranîna Zimanan de

Zarok dikarin zêdetir giranîyê bidin zimanekê û ji ber sedemên cuda zimanê din li pey xwe bihêlin. Bo nimûne, zarokê ku li malê bi kurdî diaxive û li dibistanê bi tirkî diaxive, ji ber ku wextê xwe zêdetir li dibistanê derbaz dike, dibe ku di tirkî de jî bêtir jêhatî bibe. Ev yek dikare ji hêla malbatan ve were hevsengkirin ku bi zanebûn giringîyeka wekhev bidin her du zimanan.

Pêşnîyazên Civakî

Di hin civakan de, zarok an malbatên ku zimanên kêmîneyan fêr dibin ji ber hilbijartina xwe dibe ku bi rexneyan re rûbirû bimînin. Nerazîbûnên weha dikare bandoreka nerênî li motîvasyona zarokan a fêrbûna zimanan bike.

Têkelkirina Kodê

Tevî ku tevlihevîya zimên di destpêkê de wekî pirsgirêkekê xuya dike jî, ew nîşanek e ku zarok di navbera du zimanan de bi hêsanî here û were. Lêbelê, giring e ku malbat û perwerdekar di vê pêvajoyê de rêberîya rast bikin.

Bo Dêûbav û Perwerdekaran Çend Pêşnîyaz

  1. Zû dest pê bikin: Dema herî baş a ku zarok ji yek zimanî zêdetir zimanan fêr bibin, ji zayînê heta zarokatîya zû ye. Di vê heyamê de mejî ji fêrbûna zimên re vekirîtir e.
  2. Hevgirtî bin: (tutarlı) Jihevveqetandina zelal a zimanên ku li malê têne axaftin (mînak, dêûbav yek bi tenê zimanekê bi kar bîne) dibe alîkar ku zarok her du zimanan baştir fêr bibe.
  3. Marûzîyeta Zimên Zêde Bikin: Zarokan têra xwe marûzî her du zimanan bikin. Di vê pêvajoyê de pirtûk, stran, lîstik û derdora hevalan dikarin bandorker bin.
  4. Piştgirîyê Bidin Hînbûna Zimên: Zarokan teşwîq bikin ku di pêvajoya fêrbûna zimanan de bawerîyê bi xwe bînin. Li şûna ku hûn wan rexne bikin, wan teşwîq bikin.
  5. Nasnameya Çandî Bihêz Bikin: Alîkarîya zarokan bikin ku hesta xwedîtîya her du çandan pêş bixin. Derfetê bidin wan ku bi çîrokên çandî, xwarin û çalakîyan ve girêdayî bin.

Di encamê de pirzimanî ji bo zarokan ne bi tenê jêhatîbûnek e, di heman demê de dewlemendîyeka derûnî û civakî ye. Lê belê ji bo ku ev pêvajo bi awayekî serkeftî bê birêvebirin, zarok di her du zimanan de jî şareza bibin û ev pêvajo bi awayekî kêfî bê tecrûbekirin divê malbat û perwerdekar nêzîkatîyeka bizanebûn bikin. Pirzimanî dema ku rast were birêvebirin, ji bo paşeroja zarokî veberhênaneka hêja ye.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.